Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Em di şexsê her du komujiyan de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi bîr tînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera komkujiyên Gazî û Qamişloyê daxuyaniyek nivîskî da û kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin bi bîr anî û bal kişand ser têkoşîna li dijî hêzên qirker.

Edîtor: Nucan Serdoz
11/03/2023 - 10:19
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava, Rojhilata Navin
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: Divê em li dijî kemînên PDK’ê hişyar bin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera komkujiyên Gazî û Qamişloyê daxuyaniyek nivîskî da û kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin bi bîr anî û bal kişand ser têkoşîna li dijî hêzên qirker.

Di daxuyaniya Hevserokatiyê de ev tişt hatin gotin:

“Em di salvegera komkujiyên ku 12’ê Adara 1995’an li taxa Gazî ya Stenbolê, sala 2004’an jî li Qamişloyê ji aliyê hêzên dewletên mêtinger û qirker ve hatin kirin, de ne. Em di şexsê kesên di her du komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane de, hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û car din dilsoziya xwe ya bi şehîdan re diyar dikin.

Dewleta Tirk a qirker û mêtinger ji bo têkoşîna azadiyê ya gelan biçewisîne û sîstema xwe ya qirker bimeşîne, di tevahiya dîrokê de serî li polîtîkayên komkujiyê daye. Komkujiya Gaziyê jî yek ji van e. Qewimîna vê komkujiyê li taxa Gazî û di dîrokek wiha de, têkildarî têkoşîna azadiyê ye. Di dema salên 1990’an de bi têkoşîna gelê Kurd re, Elewî, şoreşgerên Tirkiyeyê, tevgerên demokratîk û sosyalîst li ser esasê hêmanên azadî û demokrastiyê ya li dijî sîstema qirker û mêtinger anîn ba hev û di çarçoveya têkoşîna hevpar de îradeya hatina ba hev, derxist holê. Bi pêkhatina vê yekê dewleta Tirk fêm kir ku wê li Tirkiyeyê pêvajoyek demokratîk pêş bikeve, li taxa Gazî ku piranî Kurd û Elewî lê ne û zanist û rêxistinbûna demokratîk û şoreşger di astek bilind de ye, bi destê hêzên paramîlîter dest bi komkujiyê kir. Di rojên pêş de êrîşên leşker û polîsan domand û bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ev komkujî dewama komkujî û qirkirinên berê li Çorûm, Sêwas, û li gelek cihên din hatin kirin e. Di heman demê de dewameka qirkirina li ser gelê Kurd e û bi vê komkujiyê, armanca esas ew e ku asteng bike ku Kurd, Elewî, çepgir, sosyalîst, kesên demokratîk û hêzên din ên li Tirkiyeyê hatin çewisandin, di refên têkoşîna hevpar de werin ba hev.

EM ESAS DIGIRIN KU JI QIRKERAN HESABEK DÎROKÎ BIPIRSIN

Bi Komkujiya Gaziyê re hatiye xwestin ku civak were tirsandin û têkoşîna azadiya gelan were çewisandin. Lê îro Kurd, Elewî, jin, hêzên sosyalîst û demokratîk ên Tirkiyeyê, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînek hevpar pêş xist û asteng kiriye ku ev komkujî bigihije armanca xwe û planên faşîzmê pûç kiriye. Ev helwesta gel û hêzên demokrasiyê, gelek girîng e û rolek dîrokî dilîze. Ev helwest wê hîn zêdetir were pêşxistin û di roja me de wê hesap ji desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ku nûnerê zihniyeta qirker e, bipirse. Weke Tevgera Azadiya Kurd em bi vê zanebûn û berpirsyariyê esas digirin ku têkoşîna hevpar a gelan û kesên çewisandî hîn bêhtir pêş dixin û bi gihandina serkeftinê wê hesabek dîrokî ji komkujî û qirkeran bipirsin.

12’ê Adara 2004’an li Qamişloyê ji aliyê rejîma Baas a Sûriyeyê ve li dijî Kurdan komkujiyek hatiye kirin. Komkujiya Qamişloyê jî weke di komkujiyên din ên li dijî Kurdan de, bi zihniyetek a dijminahiya Kurdan hatiye kirin û bi vê yekê hatiye xwestin ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd were çewisandin û sîstema li ser esasê înkarkirina Kurdan were meşandin. Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji destpêkê ve xwedî hişmentiyekê ye ku azadî û wekheviya gelan diparêze. Ev helwest bi têgihiştina Rêber Apo ya netewa demokratîk wateyek nû qezenc kir û ji bo pirsgirêkên azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn bûye çareserî. Hêzên statukoger jî ku xwedî zihniyeta qirker, mêtinger, zexker û otorîter in, hewl dane ku pêşî li pêşketinek wiha bigirin. Ji ber ku hêzên statukoger ên xwedî zihniyeta netewdewletî ji her cure guhertinên demokratîk re girtiye û naxwazin ku sîstema zext û otorîter were guhertin. Bi vê komkujiya ku li Qamişloyê pêk hatî, hatiye xwestin ku hestên nîjadperestî û dijminahiya Kurdan derxin pêş û pêşî li pêşketinek wiha bigirin.

ŞOREŞA ROJAVA ARMANCÊN KOMKUJIYA QAMIŞLOYÊ PÛÇ KIR

Bêguman Şoreşa Rojava û sîstema xweseriya demokratîk ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kir, ev armanca ku dihat xwestin bi Komkujiya Qamişloyê were kirin, pûç kir. Hat xwestin ku ku bi Komkujiya Qamişliyê gelan li bera hev dû berdin, sîstema netewdewletî ya statukoger, zextker, otorîter were domandin û pêşî li pêşketina têkoşîna demokratîk a gelan were girtin. Lê Şoreşa Rojava ev yek berovajî zivirand û bi têgihiştina netewa demokratîk a Kurd, Ereb, Ermenî, Suryanî-Asûrî, Tirkmend û gelên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana hevpar û bi hev re ava kir. Hîn zêdetir kûrbûna vê yekê, gelên Sûriyeyê hemû bi vê têgihiştinê jiyanek demokratîk ava kir û li ser vî esasî pêşketina şoreşa Sûriyeyê ya demokratîk û xistina rewşek mayînde, rêya herî rast a hesabpirsîna ji Komkujiya Qamişlo û hemû komkujiyên din e.

Em tevgera azadiya Kurd em car din kesên di komkujiyên Gazî û Qamişloyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û van komkujiyan bi hêrs û kînek mezin şermezar dikin. Di serî de gelên Kurdistan, Sûriye, Tirkiyeyê û hemû gelên Rojhilata Navîn bi hişmendiya netewa demokratîk, tifaqa stratejîk û têkoşîna hevpar hîn bêhtir were xurtkirin û hesaba herî mezin ji komkujiya bipirse. Di vê pêvajoyê de di erdheja li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê qewimî de piştevaniya gelan, hevparî û pêçana birînên birînên wan gelek girîng e. Gelan hetanî îro piştevaniyek gelek girîng û piştevaniyek bi wate raber kiriye. Divê ev piştevanî û alîkarî hîn bêhtir were xurtkirin û heta ku birîn hemû tên pêçan, dewam bike. Ji bo ev piştevaniya saziyên gelên demokratîk danî holê hîn bêhtir pêş dikeve û bi awayek rêxistinkirî were domandin, divê hîn bêhtir hewldan were kirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Tevgera xwêndekaran bi coşêkî mezin lihev civiyan

Nivîsa Pêş

HPG: Arteşa tirk a dagirker 7 caran bi topên fosfor êrîş kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Arteşa tirk a dagirker 7 caran bi topên fosfor êrîş kir

HPG: Arteşa tirk a dagirker 7 caran bi topên fosfor êrîş kir

Erebeyek li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê teqiya – hate nû kirin

LEZGÎN - Artêşa Tirk a dagirker gunde Kilûtê ya Efrînê bi dijwarî topbaran dike

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.