Enter your email Address

Çarşamba, Temmuz 30, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Fermandar Alkan: her mirovek dikare bibe şoreşgerek

Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan bal kişand ser hewldanên dilxwazan ên piştî erdhejê seferber bûn û got, "Gerîla artêşa dilxwazan e. Bi dilxwazî jiyana xwe ji bo civakê, gel û bi milyonan mirovên zilm li wan têne kirin, feda dikin."

Edîtor: Nucan Serdoz
06/03/2023 - 12:58
di nav Analîz, Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Fermandar Alkan: her mirovek dikare bibe şoreşgerek
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Erdhejên li Bazarcix û Elbistanê nêzî mehek li pey xwe hiştin. Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan têkildarî erdhejê û bûyerên di vê demê de qewimîn ji ANF’ê re axivî. Ferîde Alkan destnîşan kir ku divê were zanîn, ya bûye sedema felaketê erdhej nîne, dewlet bi xwe ye, lewma divê mirov bi vê rastiyê zanibe û bi vê têgihiştinê karê mirovî bikin.”

Alkan anî ziman ku divê mirov li amûra dewletê bipirse, ku mirov ji xweza û mirovbûnê dûr xistiye, ji xwe û civakê kiriye xerîb û got, “Di demên bi vî rengî de bi şênberî hate dîtin ku dewlet çawa dibe dijminê mirov û civakê, çawa mirovan di nava êş û azaran de dihêle û bi pey rantê dikeve. Kêliyên bi vî rengî rastiya her kesî radixe pêş çavan.”

Ferîde Alkan ragihand ku di erdhejên Elbistan û Bazarcixê de rûyê rast ê dewletê bi şênberî eşkere bû û got, “Bi vê felaketê re ku bi destê dewlet a rantxur rû da, careke din hate dîtin ku mirov tenê bi civakê heye, bi vî rengî dikare li ser piyan bimîne û birînên xwe bipêçin. Civak, jiyana bi hev re, hemhalî, piştevanî û hevkarî nebe nabe. Beriya dewletê mirovan, civaka sivîl, yên ku ew ji zimanê wan hez nake, yên ku çanda wan biçûk dibînin bi hawara wan ve hatin, her tiştên xwe bi wan re parve kirin, bêdudilî rîsk dan ber çavên xwe, mirovên di binê enqazan de derxistin, hewl dan hezkiriyên wan rizgar bikin. Di heman demê de hate dîtin, amûra bi navê dewletê xwe ji rewşa rûtîn dernexist, piştî ku hesabê kar û zerarê kir, yanî piştî ku dereng ket kete dewrê, ji ber ku ji bo wan a esasî qezenc e, bi mirovan re eleqedar nebû.”

Fermandar Ferîde Alkan destnîşan kir ku ev yek firsendeke girîng e ji bo ji dewletê, ji bo ji rêxistiniya wê ya faşîst, ji polîtîkayên rantxur ên desthilatdariyê bêne rizgarkirin.

Ferîde Alkan diyar kir ku di seferberiya mezin a dilxwazan de aliyê şoreşger ê civakê hate dîtin û got, “Careke din hate dîtin ku şoreşgerî ew helwest e ku hestên mirovî, hişmendiya berpirsyariyê, rabûna li ber neheqiyê ye. Şoreşgerî lêgerîna li jiyanê ye ku xwe li pêşberî civakê berpirsyar dibîne, empatiyê dike û bi rengekî wekhev û demokratîk difikire. Sekna herî kûrbûyî û şênber a vê yekê jî gerîlatî ye. Lewma dikare bê gotin ku şoreşger bi taybetî jî gerîla ku rewşa çalakî û kûrbûyî ya şoreşgerî ye, mîna wan dilxwazan e ku di dema erdhejê de bi hawara mirovan ve gihîştin. Dilxwazên di dema erdhejê de bi alîkariyê ve beziyan, ew mirov in ku li hemberî felaketeke mezin bi hestên mirovî tevgeriyan, yanî rewşa her timî ya dilxwaziyê ye. Li aliyê din, gerîla û şoreşgerî ku nîşaneya rêbaza jiyanê û sekneke her timî ya li ser vê bingehê ne, pênaseya wê yekê ne ku ji bo mirovahiyê bi alîkariyê ve gihîştin, ji bo cîhaneke wekhev xwe ji bo civakê, gelan û mirovahiyê feda kirin. Lewma me di felaketa erdhejê de careke din dît ku bi her mirovî re aliyekî şoreşgerî heye, hestên mirovî, hişmendiya berpirsyariyê bilind dibe û her mirovek dikare bibe şoreşgerek.”

Ferîde Alkan bi bîr xist ku di hefteyên destpêkê yên erdhejê de li Kurdistan û Tirkiyeyê wan bi deh hezaran, bi sed hezaran mirov dîtin ku bûn şoreşger, bi heyrantî û hezkirineke ji dil ew şopandin û got, “Ji ber astengiya dewleta faşîst weke gerîla me nekarî bi alîkariyê ve bên. Lê belê bi alîkariya bi sed hezaran mirovên me yên dilxwaz em kêfxweş bûn, me ew ji xwe dît, mîna ku em in em pê kêfxweş bûn, bi minetdarî me ew şopand. Me careke din dît ku eger ev potansiyela şoreşgerî ya mezin her timî bibe, yanî armanca hevpar a Denîzan, Mahîran, Îbrahîman, Rêber Apo wê pêk were, pêvajoya Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad wê destpê bike û bi dewlemendiyên xwe hemûyan wê jiyaneke civakî ya nû were avakirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Komalên Jinên Ciwan bi Kampanya ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî’ despê kir

Nivîsa Pêş

PJAK: Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilind bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
PJAK: Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilind bikin

PJAK: Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilind bikin

HPG 5 gerîlayên ku 2021’ê şehîd bû êşkerê kir

HPG 5 gerîlayên ku 2021'ê şehîd bû êşkerê kir

Manşet

  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin
  • Efrîniyên li Heseke şahiyan li dardixînin
  • Malpera Ocalanvigil nû bû
  • Li Marsîlyayê Festîvala “Bi Rêbertiya Azad re Rêxistinkirin, Bi Ciwanên Pêşeng re Ber bi Serkeftinê Ve Diçin”
  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin

    Bermal Çem: Werin Em Destê Rêberê Xwe Bi Sloganên Azadiya Xwe Xurt Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Liverpoolê Komîna Ciwanan hat damezrandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TekoJIN Berlînê li ser çanda şehîdan semînerek da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Garip Nurhak: Meşa Dirêj Dê Ber Bi Azadiya Rêber Apo Ve Biçe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Endamên Meclîsa Ciwanan li dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Kona Çalakiya Nobetê Vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Malpera Ocalanvigil nû bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ nasnameyên 6 şehîdan eşkere kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Cizirê: “Jinên Rojhilata Navîn bibin xelek derdorê Rêber APO!”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya Taybet: Komîn çi ye?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên PYD ê biruşor di derbarî hemleya (serî  hilde)belavkirn.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.