Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

HPG: Hevrêyê me Şahîn li Gabarê di sala 2013 hate şehîdxistin

Edîtor: Nucan Serdoz
05/03/2023 - 11:13
di nav Bakur, Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG: Hevrêyê me Şahîn li Gabarê di sala 2013 hate şehîdxistin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Şahîn, dema ku li herêma Gabarê ya Botanê bi erka xwe radibû, di 6’ê Adara 2013’an de ji aliyê sîxurekî ve bi komployê hate şehîdxistin. Piştî vê bûyerê sîxur hate girtin, lêpirsîna wî hate kirin û piştî ku hate tespîtkirin bi zanebûn hevrêyê me Şahîn şehîd xistiye û li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me sûcên cuda jî kiriye, hate cezakirin. Hevrêyê me Şahîn di sala 2013’an de di demeke welê de bi komployeke nemerdane şehîd hate xistin ku hêzên me dest bi vekişîna ji Bakurê Kurdistanê kiribûn û gelek ciwanan berê xwe didan nava refên gerîla. Lewma şehadeta hevrêyê me nekarî di dema xwe de ji malbata wî ya hêja û gelê me yê welatparêz re bê ragihandin. Em hevrêyê xwe Şahîn di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin, soza ji bo mezinkirina têkoşînê û dilsoziyê ya ku me dane şehîdan dubare dikin, sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Şahîn Şaho bi vî rengî ye:

Nasnav: Şahîn Şaho
Nav paşnav: Mehmet Saît Guneş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Pakîze-Alî
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Adara 2013’an / Gabar

Gelê me yê Wanê bi sekna xwe ya bi rûmet a li dijî dagirkeran û dagirkeriyê, bû yek ji navendên herî girîng ên berxwedanê yên Kurdistanê. Ev taybetmendiya gelê me ya bi rûmet bû çavkaniya sûdwergirtinê ji bo bi hezaran ciwanên me, çîrokên nû yên lehengiyê li dîroka me zêde kir. Li hemberî vê sekna bi rûmet a gelê me yê welatpa4rêz, dewleta Tirk a qirker ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê me ava kiriye, komkujî zêde kir, li gel vê yekê jî gelê me tawîz ji vê sekna bi rûmet tawîz neda, berxwedana xwe mezin kir û li dora tevgera me civiya. Eşîra me ya Brûkî ya ji eşîrên me yên qedîm, hebûn û azadiya xwe di nava PKK’ê de dît, dil da tevgear me û di vê oxirê de ewladên xwe yên herî bijarte da têkoşînê. Berxwedana gelê me yê bi rûmet û lehengên şehîdên me yên esîl hevdu her tim xwedî kir û li Kurdistanê berxwedana li dijî dagirkeran gihand asta herî bilind. Hevrêyê e Şahîn jî li nava malbateke welatparêz a ji eşîra Brûkî bi vê çandê mezin bû. Bi temenê ciwantiyê re polîtîkayên qirkirinê û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd ji nêz ve dît û li dijî van polîtîkayan kete nava lêgerîna têkoşînê. Bi taybetî li hemberî polîtîkayên bênasnamehiştina gelê Kurd, di nava karên ciwanan de bi roleke girîng rabû. Li gelek qadan kar kir, bi zêdebûna zextên dijmin gihîşt wê baweriyê ku bersiva herî mezin a li hemberî van zextan bi bilindkirina têkoşînê dibe. Li ser vê bingehê zanîngeha ku dixwend terikand û tevî pismamê xwe Kûrtay-Necatî Guneş biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Şahîn ê ku di sala 2009’an de li navçeya Wan a ku lê ji dayik bûye tevlî nava refên gerîla bû, ji bo perwerdeya nû ya şervanan derbasî Qendîlê bû. Hevrêyê me Şahîn ku bi xwestekek mezin beşdarî nava refên gerîla bû, bi coşeke mezin tevlî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Şahîn ê ku bi nasîna her hevrêyekî moralek mezin digirt, bi meraqeke mezin li şêwayê jiyanê nêriye, ji bo hînbûnê ked daye û ji ber vê di adaptebûna jiyanê de zehmetî nejiyaye. Hevrêyê me Şahîn ku perwerdeya xwe ya nû ya şervaniyê bi serkeftî bi dawî kir, dîsa li qada Qendîlê dest bi yekemîn pratîka xwe ya gerîla kir. Bi tevlêbûna xwe ya kedkar û fedakar ji aliyê hevrêyên xwe ve hatiye hezkirin û rêzgirtin. Hevrêyê me Şahîn ku pêşketina xwe esas girtiye, hem bi tevlîbûna xwe ya ji aliyê îdeolojîk û hem jî bi xebatên pratik derketiye pêş. Tiştên meraq kiriye ji hevrêyên xwe pirsiye, nîqaş kiriye û ji ber meraq û xwesteka hînbûnê gelek zû pêş ketiye. Hevrêyê me Şahîn ku li Qendîlê di gelek qadan de pratîkên serkeftî pêk anî, bi berpirsyariyeke mezin nêzî her erkê bû û ji bilî serkeftinê ti pîvan qebûl nekir. Hevrêyê me Şahîn ku di aliyê îdeolojîk û rêxistinî de xwe pêş xistiye, di aliyê leşkerî de jî zû di pratîkê de pijiyaye. Şehadeta kurê apê wî Kûrtay Rodî Wan û Hevrê Necatî Guneş ku bi wî re tevlî nava refên gerîla bû, di sala 2010’an de hêrsa hevrêyê me Şahîn a li dijî dijmin hê bêhtir zêde kir. Ji ber vê yekê tola hemû şehîdên me bi taybet şehîd Kurtay hilanîn û bi vê ferasetê zêdetir pratîka gerîla hembêz kir. Hevrêyê me Şahîn bi fêhmkirina ku pêwîste têkoşîna xwe bi asta îdeolojîk û leşkerî ya ku gihaştiye berfirehtir bike, berê xwe da herêma Botanê ya ku û qibleya gerîla ye. Her çendî nû derbasî Botanê bûbû jî, bi tevlîbûna xwe ya fedakar û bê hesab karî hezkirina hevrêyên xwe bi dest bixe û xwe li qadan û pratîka dijwar bi cih bike. Hevrêyê me Şahîn ku di çalakiyên di vê demê de hatin pêş xistin de roleke girîng lîst, her tim di xurtkirina çalakiyên derbên li dijmin de cih girt. Bi asta xwe ya leşkerî, bi cesareta çalakiyan û bi fedekariya xwe ya di jiyanê de bû fermandarekî mînak. Hevrêyê me Şahîn di 6’ê Adara 2013’an de dema li herêma Gabar a Botanê li ser erka xwe bû, di encama komployeke sîxurî de şehîd bû.

Hevrêyê me Şahîn bi cesaret, biryardarî û tevlîbûna xwe ya bê hesab ji bo me hevalan bûye mînakek mezin a milîtanî ya Apoyî. Em weke hevrêyan di şexsê hevrêyê xwe Şahîn de soz didin ku em ê jiyana hemû şehîdên me ji me re hiştiye geş bikin û xeyalên wan pêk bînin. Li ser vê bingehê em careke din sersaxiyê ji malbata welatparêz ê hevrêyê me Şahîn re dixwazin.”

 

1 Ji 4
- +
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Êrîşên nîjadperest li ser lîstikvanên Amedsporê li Bursayê

Nivîsa Pêş

Endamen Tevgera Ciwanên Şoreşger li Viyana dijî dagirkerî û tecrîd meşiyan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Endamen Tevgera Ciwanên Şoreşger li Viyana dijî dagirkerî û tecrîd meşiyan

Endamen Tevgera Ciwanên Şoreşger li Viyana dijî dagirkerî û tecrîd meşiyan

HPG: Dagirkeran 15 caran bi topên ji madeyên fosforê gerîla êrîş kir

HPG: Êrîşên dagirkeriyê ser gerîla dewam dikin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.