Enter your email Address

Salı, Ağustos 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

HPG: Şehîdên Metînayê Arîn, Sorxwîn, Çiyager, Welat û Sîpan di dilê me de cih girtin

HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2019’an de li Metînayê şehîd bûbûn bi bîr anî û got “Hevalên me Arîn, Sorxwîn, Çiyager, Welat û Sîpan di dil û bîra hemû hevreyên xwe de cih girtin.”

Edîtor: Nucan Serdoz
23/02/2023 - 14:21
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 18 mins read
A A
HPG: Şehîdên Metînayê Arîn, Sorxwîn, Çiyager, Welat û Sîpan di dilê me de cih girtin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeneniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd ev agahî da:

“Di 6’ê Tebaxa 2019’an de dewleta Tirk a dagirker li dijî qadên cuda yên herêma Metînayê êrîşên berfireh pêk anî. Di van êrîşan de hevrêyên me Arîn û Sorxwîn li herêma Golka û hevrêyên me Çiyager, Welat û Sîpan jî li Herêma Girê Hekarî şehîd bûn. Hevrêyên me Arîn, Sorxwîn, Çiyager, Welat û Sîpan ku bi ked û fedekariya xwe di nava refên gerîla de bi dilsoziya xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me bûne mîlîtanên mînak ê Apoyî. Ev hevalên me di dil û bîra gelê me de cih girtin. Em serbilind in ku, tevî van hevalên hêja em di nav heman têkoşînê de ne. Em soza xwe dubare dikin ku em ê armanc û xeyalên van hevalên xwe yên fedaî pêk bînin.

Malbatên hêja yên hevalên me Arîn, Sorxwîn, Çiyager, Welat û Sîpan di serî de, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Arîn Zîlan

Nav û paşnav: Munevver Baycan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Navê dê û bav: Asya – Ubeyt

Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2019’an/Metîna

 

  Nasnav:Sorxwîn Mazlûm

Nav û paşnav: Rojîn Akin

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Navê dê û bav:Ferînaz – Emîrhan

Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2019’an/Metîna

 

  Nasnav: Çiyager Amed

Nav û paşnav: Azad Şeker

Cihê jidayikbûnê:Amed

Navê dê û bav: Nîmet-Ferman

Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2019’an/Metîna

 

  Nasnav:Welat Botan

Nav û paşnav: Îsmaîl Emre

Cihê jidayikbûnê: Riha

Navê dê û bav: Xanim – Şêxmûs

Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2019’an/Metîna

 

  Nasnav: Sîpan Rêber

Nav û paşnav: Sabahattîn Oncu

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Navê dê û bav: Aynûr – Ahmet

Dîrok û cihê şehadetê: 6’ê Tebaxa 2019’an/Metîna

 

ARÎN ZÎLAN

Hevrêya me Arîn li navçeya Elbakê ya Wanê ku bi welatparêziya xwe ya xurt tê naskirin, ji dayik bû. Hevrêya me Arîn ku li ser koka xwe bi ehlaq û çanda civakî mezin bû, weke ciwaneke jîr û kedkar di nava civakê de derket pêş. Lê tiştên ku wî di pergala heyî de dît bû sedema nakokî û lêgerînê. Nakokiya herî mezin jî ew e ku jin di nava civakê de cih nagire, qîmeta jinê tune, rastiya jinê tê biçûkxistin, li ser jinê şîddet heye û ligel ku jin di nav jiyana civakî de kedeke mezin dide nayê dîtin û zemîneke civakî nemaye ku jin karibe hest û fikrên xwe lê bibêje. Ev tişt bûne nakokiyên herî mezin ên hevrêya me. Hevrêya me Arîn ev nakokî ji kûr ve da ber pirsan, bi hêrseke mezin ev nakokî hîs kir û li ser sedemên wê sekinî. Nakokî û lêgerînên Hevrê Arîn ew bi tevgera Apoyî da naskirin. Dema ku tevgera Apoyî nas kir ya ku azadiya jinê, azadiya civakî û jiyana azad kiriye bingeha îdeolojiya xwe, wê dît ku bersiva lêgerîn û nakokiyên wê di nav PKK’ê de heye. Li ser vê bingehê bi hezkirin û coşeke mezin tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Arîn a ku rastiya jina azad weke rênîşanderiya xwe ya herî mezin destnîşan kir, di jiyana xwe ya şoreşgerî de navê xwe weke Arîn Zîlan diyar kir û xwest ku li ser şopa Hevrê Arîn Mîrkan û Zîlan (Zeynep Kinaci) bimeşe. Bi coş, moral, eleqe û meraqa xwe zû hînî jiyana gerîla bû, bi hevrêyên xwe re têkiliyên xurt ava kir û dest bi pratîkê kir. Yekemîn perwerdeya gerîlatiyê li qada Metîna dît û li vir dersên herî bingehîn stend. Di warê îdeolojîk de perwerdehiya dîroka jina azad stend û dît ku heqîqeta jinê di jiyanê de hêza sereke ye, di dîrokê de şoreşên herî mezin bi destê jinê hatiye avakirin, lê ji aliyê îdeolojiya mêrserwer bi şaristaniya dewletparêz re jin tune hatiye hesibandin û jin gav bi gav ketine bin serweriya mêran û jin mehkûmî nejiyînê hatiye kirin. Jina azad dema ku hişmendiya xwe bi dest xist û hêza xwe nas kir û fehm kir, hêz û pêşketineke mezin jiya. Ji bo Rêber Apo û hemû şehîdên me yên ku ji bo wî û hemû jinan rê li ber jiyaneke azad vekir, her tim bi hurmet û minetdariya mezin hesiya û bi hezkirinê ve girêdayîbû. Hevrêya me Arîn ne tenê di warê îdeolojîk de, di warê leşkerî de jî xwe li ser esasê pêşxistina jinê û xweparastina cewherî pêş ve bir. Li ser vê bingehê li Dibistana Operasyonê ya Akademiya Leşkerî ya Şehîd Rojîn Gewda tevlî perwerdehiyeke xweser bûye. Serdemeke ku bi hevrêyên xwe yên jin re bi kelecaneke mezin derbas bû û encamên pir girîng bi dest xist û di jiyana xwe ya gerîla de qonaxeke girîng pêk anî. Hevrêya me Arîn bi kelecaneke mezin hemû erkên xwe bi serkeftî bi cih anî û li Metîna û li qadên cuda ma. Di her qada ku lê mabû bi berpirsyariyeke bilind tevdigeriya, erkên xwe bi serkeftî bi cih anî, bi kesayeta xwe ya tijî coş û moral, hevrêyên wê gelekî jê hez kirin. Hevrêya me Arîn a ku li pêşiya siberojeke ronî, pratîkeke serkeftî hebû û xwedî xeyalên jiyana azad bû, di êrîşeke dijmin de tevlî hevalên li cem xwe şehîd bû. Di şexsê heval Arîn de em soza ku me daye hemû şehîdan careke din dubare dikin û diyar dikin wê heval Arîn di têkoşîna me ya jinan de her dem bijî.

SORXWÎN MAZLÛM

Hevrêyê me Sorxwîn ku bi eslê xwe ji Xerzan û Bedlîsê ye ya ku nirxên civakî yên Kurdistanî bi xurtî lê tê jiyîn û çanda berxwedanê lê didome. Hevalê me di malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Malbat ji ber zext û zordariyên dewleta Tirk a dagirker neçar maye koçî Stenbolê bike. Hevrêyê me yê ku ji ber êrîşên înkar, îmha û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker neçar ma welatê xwe biterikîne û li metropolên Tirkiyeyê bijî, bi hesreta te axa pîroz a Kurdistanê mezin bû. Tevî her tiştî hevrêya me berxwedana dîrokî ya partiya me PKK’ê ya ku di pêşengtiya Rêber Apo de pêş ket ji nêz ve şopand, weke jineke ciwan a Kurd nasnameya xwe ya berxwedanê winda nekiriye. Tevî hewldanên sîstemê yên ji bo qutkirina ciwanên Kurd ji têkoşînê bi qutkirina wan ji eslê wan, her tim di nava lêgerînê de bû. Hevrêya me ya ku lêgerîna xwe ya azadiyê didomand, rastiya jinê û vîna jinê ya ku hatiye kolekirin, ji nedîtî ve nehat û her dem xeyal dikir tevlî nav refên gerîla bibe.

Di sala 2016’an de dema ku dewleta Tirk a mêtinger êrîşên xwe zêde kir, hevrêya me Sorxwîn li xaka Bedlîsê ku lê ji dayik bû, ji bo avakirina welatekî azad tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me Sorxwîn ku yekemîn ezmûna xwe ya gerîlatiyê li Botanê pêk anî, bû gerîlayeke jin a ciwan ku bi xaka Kurdistanê re bû yek. Bi kesayeta xwe ya bi coş û kedkar, zû hînî şert û mercên gerîlatiyê bû. Li ser vî esasî di demeke kin de bû gerîlayeke jêhatî û li dijî artêşa Tirk a dagirker têkoşîneke xurt da meşandin. Hevrêya me li qada Metînayê jî pratîkeke xurt pêk anî û hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran veguherand têkoşînê. Hevrêya me ya ku di şert, merc û qadên herî dijwar de têkoşîna xwe domand. Bi sekna xwe ya berxwedanê û bi rola pêşeng a di jiyanê de karîbû bibe mîlîtanek mînak a xeta PKK û PAJK’ê. Hevrêya me Sorxwîn ku bi felsefeya Rêber Apo xwe bi pêş ve biriye, li ser xeta azadiya jinê xwe kûr kiriye û bûye yek ji hevala me ya ku xwe ji nû ve ava kiriye. Her tim li ser hevrêtiya PKK’ê ya pîroz tevgeriyaye û her tim hewl daye ku wê bi rûmet bike. Hevrêya me ya ku bi kesayeta xwe ya milîtanî li her qada ku maye rola xwe ya pêşengiyê ya gerîlaya YJA Starê bi rêk û pêk tîne, mîrateya têkoşîna pîroz a şehîdên me her tim parastiye. Hevrêya me Sorxwîn ku ji bo kûrkirina Rêber Apo û felsefeya PKK’ê di her şert û mercî de xwe pêş xistiye. Hevrêya me ya di Gerîlaya Modernîteya Demokratîk de pispor e, tiştên ku hîn bûye xistiye pratîkê û di xeta fermandariyê de hatiye qonaxeke girîng. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrêya me Sorxwîn li pey xwe hişt û bûye yek ji milîtaneke mînak a PKK û PAJK’ê wê her dem pêşiya me ronî bike.

ÇIYAGER AMED

Hevrêyê me Çiyager li navenda welatparêzî û paytexta welatê me Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi tevna civakî û çanda welatparêziya Amedê mezin bû. Hevrêyê me Çiyager ê ku di folklorê de jêhatî ye û bi kedkariya xwe balê dikişîne, di madenan de weke kedkar xebitî û diyardeya kedê nas kir. Hevrêyê me yê ku bi keda xwe hînî hebûnê bûye, hîn bûye ku êşa hemû mirovan di dilê xwe de hîs bike. Hevrêyê me Çiyager ku têkoşîna gelê xwe ya ji bo hebûn û azadiyê jî dizane, di bin bandora birayê xwe û kurê mamê xwe de tevlî nava refên gerîla bûye. Tevgera Apoyî ji nêz ve nas kir, her çiqas nas kiriye ketiye ferqa erk û berpirsyariyên xwe û bi vê hişmendiyê beşdarî xebatên şoreşgerî bû. Demekê karê milîsî meşand. Dewleta Tirk a mêtinger, qirker ku di bin navê Plana Hilweşînê de biryara qirkirina topyekûn li ser gelê Kurd da, di sala 2015’an de bi awayekî bêperwa êrîşî gelê me û bajarên welatparêz kir. Li hemberî van êrîşan berxwedana xwerêveberiyê bi pêşengiya ciwanên Kurd pêş ket û destanên berxwedanê yên di dîrokê de hatin nivîsandin. Hevrêyê me Çiyager ji berxwedana xwerêveberiyê ya li Sûrê navenda Amedê ku gelek hevrê şehîd bûn û gel êşên giran jiya, pir bandor bû. Bi taybetî Cemîle Çagirga ya ku di wê serdemê de di sarincê de hate veşartin û bîra her kesî girt weke ku careke din neyê jêbirin, Hacî Lokman Bîrlîk ê ku li pişt panzerê hate kaşkirin û Taybet Înan ku bedena wê bi rojan li naverasta kolanê hate hiştin, gelekî bandor li hevrêya me Çiyager kirin. Di sala 2016 ‘an de ji bo tola van êşên nayên vegotin ên li ser gelê Kurd hatine kişandin hilîne û ji bo gelê me bibe xwedî paşerojeke azad, bi biryardarî beşdarî têkoşîna şoreşgerî bû û di sala 2016’an de tevlî refên partiyê bû.

Dema ku tevlî nava refên partiyê bû, navê fermandarê me yê efsanewî hevrê Çiyager ku di Berxwedana Serdemê ya Xweser a Sûrê de gotibû, “çi dibe bila bibe wê dawiya wê bi heybet be” li xwe kir. Hevrêyê me Çiyager piştî ku tevlî nava refên têkoşînê bû, bi lez û bez hînê pratîkê bû û bi armanca tolhildana êşên gelê xwe, bêyî ku dem winda bike, bi awayek çalak tevlî şer bû. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de li gelek qadan şer kir, beşdarî çalakiyan bû, bi lehengiya xwe ya bilind derket pêş û serkeftinên girîng bi dest xist. Li gel ezmûna ku bi dest xistiye, di dibistana operasyonê û akademiya pisporiya leşkerî de perwerde dît, di qadê taktîkê de pispor bû û di gerîlatiya serdema nû de kûr bû. Hevrêyê me Çiyager ji bo gelê me bibe xwedî siberojeke azad û jiyaneke bi rûmet li her derê bi fedaî têkoşiya. Bi vê bawerî û biryardariyê hevrêyê me Çiyager dema li qada Metîna şer dikir, di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Çiyager ku heqîqeta herî şênber e ku wê ti carî Çiyager neqedin û hêviya jiyana azad ti carî ji holê ranebe, di yek ji axaftinên xwe de ji hemû ciwanên Kurd xwest ku biherikin çiyê û banga tevlîbûna li nava gerîla kir. Em di wê baweriyê de ne ku hemû ciwanên Kurd di serî de ciwanên welatparêz ên Amedê wê bersivê bidin vê banga hevrêyê me Şehîd Çiyager Amed û têkoşîna wî hembêz bikin. Weke hevrêyan em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdareke bêeman a xeta şehîdan, em ê armancên şehîdan bi ser bixînin û bîranînên wan bi Rêbertiya Azad re li Kurdistana Azad zindî bihêlin.

WELAT BOTAN

Navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji salên destpêkê yên têkoşîna me ya azadiyê heta roja me ya îro, ev dilsozî bi sedan ewladên herî leheng û şehîdên ku wan şandine nav refên gerîla, bi welatparêziya xwe ji bo hemû Kurdistanê bûye qadeke mînakdar. Hevrêyê me Welat li herêmeke wisa ku kevneşopiya welatparêziyê lê xurt e, di malbateke welatparêz de hatiye dinê, bê guman di bin bandora hawîrdora ku tê de ji dayik bûye û mezin bûye û partiya me PKK’ê ji biçûkatiya xwe de nas kiriye. Hevrêyê me yê ku bi çîrokên lehengiya gerîla mezin bû, xeyal dikir ku bibe parçeyek ji van çîrokên lehengiyê û bêsebir li benda roja ku tevlî gerîla bibe bû. Ji ciwantiya xwe ve eleqeya wî bi têkoşîna me ya azadiyê re zêde bûye û her dem di nava lêgerînê de bûye. Zêdebûna êrîşên li dijî gelê me û Tevgera me vîna hevrêyê me Welat xurtir kiriye û ji bo tevlî nava refên gerîla bibe bi hevrêyekî xwe re berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêyê me Welat ku xwedî kesayeteke kedkar e, di jiyana gerîla û çiyayî de ku ked pîroz e û her tişt bi ked tê afirandin, ti zehmetî nejiya. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya ku dîtî bi ser ket, tevlîbûna xwe ya hestyarî veguherand tevlîbûneke bi zanebûn, roj bi roj pêngava xwe ya tevlîbûna xwe zêde kir û bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me yê ku biryar daye ku xwe di felsefeya Apoyî de bi pêş bixe û bandora pergala kapîtalîst a li ser kesayeta xwe ji holê rake, di vê hewldana xwe de bi giraniya xwe ya kûr bi ser ketiye. Hevrêyê me ku weke gerîlayekî azadiyê li dijî êrîşên dijmin ên li dijî gelê me ku zêde dibe bi erk û berpirsyariyên xwe zane, bi kelecanî li benda roja ku wê li dijî dijmin şer bike û di vî alî de hewldanên xwe zêdetir kiriye. Hevrêyê me Welat ku li ser taktîkên gerîla yên serdema nû xwe kûr dike, li ser vê bingehê dibe pisporê çekên otomatîk ên navîn. Hevrêyê me Welat ê ku bi perwerdeya ku dîtî xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve zêdetir pêş xistiye, berê xwe da qada Metîna û li wir bi xurtî beşdarî pratîkê bû. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna xwe ya sade, kedkarî û fedekar bandorek mezin li hemû hevrêyên xwe kir, di êrîşên dijmin de gihişt şehadetê û tevlî karwanê nemiran bû.

SÎPAN RÊBER

Bedlîs bajarekî ku çanda Kurdî tê de bi kûrahî tê jiyîn û bi dehan alim û mirovên zana lê mezin bûne. Ji ber van taybetmendiyan her tim li hemberî êrîşên dijmin hesas bûye. Gelê me yê Bedlîsê ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca qirkirinê pêk hatine, her tim di nava berxwedanê de ye, ti carî ji jiyan, ziman û çanda xwe ya bi rûmet tawîz nedaye. Gelê me yê li Bedlîsê bi têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku di pêşengiya partiya me PKK’ê de pêş ket, di demeke kin de helwesta xwe ya azadiyê diyar kir û ewladên xwe yên herî bi qîmet li refên têkoşînê zêde kirin. Hevrêyê me Sîpan li navçeya Adilcewaz a Bedlîsê ku kevneşopiyeke wisa kûr lê serdest e, di malbateke welatparêz de hat dinê. Hevrêyê Sîpan bi kesayeta welatparêzî û kevneşopî ya derdora xwe û malbata xwe, Partiya me û têkoşîna me ya gerîla ji biçûkatiya xwe de nas kiriye. Hevrêyê me Sîpan ê ku tevî li YÎBO’yan xwendiye jî, ku dijmin ji bo armancên şerê taybet pêşxistibû û zarokên Kurd asîmîle dikir, di parastina cewherê xwe de bi ser ket, polîtîkaya qirkirinê ya dijmin di kesayeta xwe de tine kir. Hevrêyê me Sîpan ku bi vê taybetmendiya xwe xwedî kesayeteke mînak e, ji ciwaniya xwe ve xwestiye tevlî nava refên têkoşînê bibe. Hevrêyê me yê ku bi jiyankirina rastiyê hîn bû ku polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê me tenê bi têkoşîneke radîkal dikare bê şikandin, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bi vê hişmendiyê tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Sîpan ku bi bawerî û îradeya xwe ya têkoşînê bal kişandibû ser xwe, di demeke kin de xwe bi jiyana çiya û gerîlatiyê re adapte kir. Hevrêyê me yê ku hemû zehmetiyên jiyana çiyê bi wate kirinê derbas kir û bi ser ket, bi perwerdekirina xwe ya leşkerî û bîrdozî hêza xwe ya wateyê roj bi roj zêde kir. Bi perwerdeyên ku dîtî re, rastiya gelê me, politikaya dijmin a qirkirinê û têkoşîna partiya me PKK’ê li dijî vê polîtîkayê derxist zanebûnê. Hevrêyê me Sîpan tecrûbe ji perwerdehiyê derxistiye û ji bo ku taybetmendiyên pergala serdest di kesayetê wî de ava kiriye derbas bike, ked daye. Dîsa di pêvajoyekî ku dijmin di dîrokê de êrîşên herî berfireh li dijî gelê me û tevgera me pêş xistiye de hevrêyê me Sîpan ê ku difikire divê li dijî van êrîşên dijmin bibe bersiv ji xwe re esas girtiye û di şêwaz û taktîkên serdema nû de xwe pêş xistiye. Ji bo vê jî di serî de ji tecrûbeyên şer ên hevrêyên xwe yên xwedî ezmûn sûd wergirt. Hevrêyê me yê ku bi demê re hînê taktîk û hunera gerîla bû, ji bo têkoşîneke layiqî hevrêyên xwe yên şehîd bimeşîne pêşniyar kir ku biçe qadên têkoşînê yên herî dijwar. Hevrêyê me Sîpan ku armanca xwe ya herî bingehîn misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo diyar kiriye, li ser vê bingehê roj bi roj têkoşîna xwe mezin kiriye. Hevrêyê me Sîpan, milîtanekî Apoyî ku bi tevlêbûna xwe ya rast, kedkar û fedakar ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve tê hezkirin û rêzgirtin, bi jiyan û têkoşîna xwe ji hemû ciwanên Kurd re bûye mînak.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KDP alikariyên mirovî ji bo mexdûrên erdhej li Sûriyeyê asteng dike

Nivîsa Pêş

Artêşa Tirk a dagirker 74 caran bombe li Sîda û Çemçoyê barandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Artêşa Tirk a dagirker 74 caran bombe li Sîda û Çemçoyê barandin

Artêşa Tirk a dagirker 74 caran bombe li Sîda û Çemçoyê barandin

Erzîncan: ‘Divê Gelê Me Xaka Xwe Neterkîne’

Erzîncan: 'Divê Gelê Me Xaka Xwe Neterkîne'

Manşet

  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.
  • Ciwanan Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk Xwendin: “Divê Em Rola Xwe ji bo Civaka Demokratîk Bilîzin”
  • Karwanê cenazeyê fermandar Nûredîn Sofî ber bi Qamişloyê ve bi rê ket
  • Cenazeyê yek ji pêşengên şoreşê Nûreddîn Sofî tînin Qamişloyê
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”
  • Nivîskar Firaz Baran Bangek li ser Dîroka Meşa Dirêj Dike
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Halebê Civîna Xwe ya Şeş Mehî Lidarxist

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG: Em pêşengê neteweya Kurd Nûreddîn Sofî û hevrê Bahtiyar Gabar bi hurmet bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Qamîşloyê Perwerdehiya Xweparastinê Dibînin: “Em Amade ne ku Civaka xwe biparêzin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Nivîskar Firaz Baran Bangek li ser Dîroka Meşa Dirêj Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata “Dewlet, desthilatdarî û demokrasî” bi encamnameyekî bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê pêşbirka Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Endonezyayî: Armanca me ew e ku paradîgmaya ku ji hêla Ocalan ve hatî pêşxistin li her derê belav bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Rêber Apo banga dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Çalakiyên Li Dijî Polîtîkayên Şerê Taybet Berdewam Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.