Enter your email Address

Cumartesi, Temmuz 26, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Pirsgirêka Şerqa Nêz; di bingeh de pirsgirêkeke kapîtalîst-emperyalîst e

Rêber APO

Edîtor: Nucan Serdoz
20/02/2023 - 0:03
di nav Giştî, Manşet, Rêber APO
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK Mozaîka Mezhebane – I
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Pirsgirêka Rojhilata Navîn, an jî bi gotineke din pirsgirêka Şerqa Nêz; di bingeh de pirsgirêkeke kapîtalîst-emperyalîst e. Dîsa bi gotineke din, bi tempoyeke pir giran ve, di sedsala 19. de ketina emperyalîzma kapîtalîst a li herêmê, cewhera pirsgirêkê bi xwe ye.

Rojhilata Navîn ji dirêjahiya dîrokê û pê ve; herêmeke ku em ji berbanga mirovahiyê bigirin heya sedsala 19., ji dewletbûnê bigirin heya împaratoriyên ku teşe didin avaniya wê ya jor-jêr û hilberînên ku giyan dide van, lewra tevahî avaniyên civakî, olî, ziman û çand bi awayek dewlemend jiyaye. Ji Sumeran heya Împaratoriya Osmaniyan, di tevahiya cîhanê de roleke xwe ya pêşeng heye. Hîn jî bi giranî tevahî xerîqayên cîhanê, li vir li ser lingan disekinin. Der barê nivîs, hesap, matematîk, fîzîk, kîmya, hiqûq, leşkerî, siyaset û wêjeyê de mînakên yekem, li vir hatine jiyîn. Teşeyên dewletan dîsa bi giranî li vir çêbûne.

Lewre ji pirsgirêkê zêdetir, bilindbûneke domdar vegotina vê rastiyê ye. Lê kengî em ber bi sedsala 16. ve tên ku Împaratoriya Osmanî di meşa xwe de, bi taybetî li hemberî Rojava sekinandinekê dijî û bi pêvajoya paş de vegerîna sedsalên 17. û 18. ve, êdî ev dîroka biheybet dest bi rewşa bûna qada pirsgirê- kê dike. Eger mirov bala xwe bide ser, di van sedsalan de êdî Rojavayî hêdî hêdî dest bi behsa pirsgirêkeke (bi taybetî şarqi- yatparêz) Rojhilata Navîn, pirsgirêka Şerqa Nêz dikin. Osmaniyên ku li hemberî Rojava bi bin dikevin, lewra rastiya Rojhilata Navîn e.

Êdî piştî ku kapîtalîzm weke şêweyeke hilberîna pêşketî li Rojava serwerî qezenc kir û feodalîzm bi Şoreşa Fransız ve bi asteke girîng di dewletê de hatibû derbaskirin, nekarîbû were hizirîn ku avaniyeke feodal û navendparest a weke Împaratoriya Osmanî bandor bike. Di avaniya jêr de jî şêweya hilberîna kapîtalîst, xwe li her devera cîhanê û zêdetir jî li Rojhilata Navîn bilez bi cih kir. Êdî ev dîrok nedikarî bersiveke dijber bide û pêngaveke dijber pêk bîne. Bo mînak; weke ku herî dawiyê Selehedînê Eyubî jî Seferên Haçperestan sekinand, bi vê boneyê li dijî Ewrûpiyan serkeftina şaristaniya li ser bingeha Îslamê jî îspat kiribû. Dema ku em ber bi salên 1200’î ve tên, serwerî mîsoger bû. Dema ku em ber bi sedsala 15. ve hatin, heta dema ku Fatih Stenbol girt jî, kêm zêde serwerî mîsoger bû.

Şêweya hilberîna kapîtalîst a ku mezinahî qezenc kiribû; dema ku dewleta xweserî xwe jî, lewra mêtingerî derxist holê, êdî vê dîroka mezin cihê xwe hêdî hêdî ji dîroka mêtingeriyê re hişt. Mêtingeriya nû, mêtingeriya kapîtalîst-emperyalîst a bi qonaxa yekdestbûna kapîtalîst veku ev dawiya sedsala 19. e, ev der bi pirsgirêkên girantir re anî pêşberî hev. Bi rastî jî, her çiqas neteweperestî û sîstema dewletên neteweyî yên bi pêş xist li Ewrûpayê rê li ber mezinbûneke girîng vekiribe jî; di parçekirin û dabeşkirina Rojhilata Navîn de roleke wê ya nebaş heye û Rojhilata Navîn kişand nav aloziyeke bîrdozî.

Li vir di baş dîtina vê de jî sûd heye: sîstema li Rojhilata Navîn, ne sîstemeke neteweyî ye. Tevî daneheveke mezin a çandî heye û dîsa cihekî ku olên herî mezin tê de derketine jî, nakokiyên neteweyî heya sedsala 20. jî nejiyaye. Vê jî rê li ber pirsgirêkên mezin venekiriye. Her çiqas têkoşîneke wê ya di nava mantixê xwe de hebe jî, li pêşiya pêşveçûnê nekiriye asteng. Ez dixwazim li vê derê bêm ser vê: neteweperestiya seretayî, neteweperestiya-şovenîst, teng û bawerhişk¹, ji bo vê herêma ku di aliyê çandî de pir dewlemend e, ku afirîneriya wê tenê di bingeha mêtingeriyê de heye, bi rastî jî xefikeke mezintir bû. Li gorî polîtîkaya emperyalîzmê ya; “dabeş bike û bi rê ve bibe” pir guncav bû. Weke ku tê zanîn, Împaratoriya Osmanî bi vê polîtîkayê ve hat parçekirin. Xwezayî di feodalî- teya navendî ya dereng maye de -ku hêza nûbûnê nîşan nedaye û ne xwedî vê hunerê ye- pirsgirêka bingehîn ev e.

Li şûna ku li ser bingeha çanda heyî û guncavî mozaîka gelan û dewlemendiya çandan çareseriyek were pêşxistin, ev neteweperestiya seretayî, neteweperestiya komprador a bûrjûwa ku di destpêkê de di nava hembêza feodalîteya Osmani de derketiye, ango Îtîhatî Terakîperestî, neteweperestiya ku di nava gelek neteweyan de weke sihên wan ên kêrnehatî bi pêş xistin, rê li ber hevketinê vekir. Polîtîkaya; “dabeş bike û bi rê ve bibe” hema bêje li dijî komcivakên kêmnetew, ango hebû- nên eşîrê jî hatin pêkanîn. Ev paşketineke pir mezin e. Em çiqas rexne bikin jî; li Rojhilata Navîn împaratoriyên mezin ên navendî, ji bo gelan zêdetir derfetên pêşketinê afirandine. Mînak; di van Împaratoriyan de -ji ber ku neteweperestiya şoven tune ye- tevahî gel zimanên xwe, heta olên xwe, hebûnên xwe yên neteweyî yên din bi pêş xistine. Li ser ziman û çandan, di wê Osmaniya ku em pir rexne dikin de jî zext tune ye. Ev pir balkêş e. Ango dema ku em li Komara Tirkiyeyê ku xwe pir pêşketî nîşan dide dinêrin, tê de tunekirina pir bixedar a ziman û çandê heye. Lê di wê Osmaniya ku pir tê rexnekirin de, ketina ferqa vê jî tune ye. Tevahî împarator wisa ne. Ev taybetmendiyeke pir girîng e; ango qedexekirina zimanê gelan nayê hişê wan. Vê yekê, li dijî mirovahiyê dibînin.

 


¹Bawerhişk: Bağnaz

 

Çavkanî: Ji pirtûka Abdullah Ocalan ya bi navê ‘Çareseriya li Kurdistanê, Çareseriyeke herî berfireh, kûr û dewlemend a Rojhilata navîn e’ hatiyê girtin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 20’Ê SIBATA 2023’YAN

Nivîsa Pêş

Şervanê YPJ Adar Fedaî: Me zihniyeta baviksalarî têkbir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şervanê YPJ Adar Fedaî: Me zihniyeta baviksalarî têkbir

Şervanê YPJ Adar Fedaî: Me zihniyeta baviksalarî têkbir

Jendirmeyan ya dagirkera tirk êrişî erdhejzedeyan li Samsûn kir

Jendirmeyan ya dagirkera tirk êrişî erdhejzedeyan li Samsûn kir

Manşet

  • Jinên Ciwan ên Heseke şehîdên pêşeng ên ciwanan bibîranîn
  • Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan
  • Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
  • Veysî Aktaş hate berdan
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO
  • Komîsyona ku dê li Meclisê bê avakirin ji 51 endaman pêk tê
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Dîroka hevdîtina Şanda Îmraliyê bi serokên partiyên siyasî re hatiye piştrastkirin

    Piştî hevdîtinê ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş hate berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bîlançoya qurbaniyên komkujiyên li Siwêdayê derket hezar û 420 kesan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê vegeriya: Hevdîtin bi Rêber APO re 6 saetan dewam kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ewropî: Em dixwazin bi Birêz Adullah Ocalan re nîqaş bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Anîmasyonek ji bo helbesta Rêber APO

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Manşêta Newaya Jin a hejmara nû: Pevçûn hat ber deriyê me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Tevgera Ciwanên Şoreşger NRW banga îşev derketina qadan kir

    1 Parve kirin
    Parve Bikin 1 Tweet 0
  • TCŞ NRW: Bê Rêber APO jiyan nabe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – Aldar Xelîl: Ciwan pêşengê şoreşa Rojava bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.