Enter your email Address

Perşembe, Aralık 4, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Di dîroka me ya têkoşînê de yek ji zivistanên herî çalak hatiye jiyîn

Navenda çapameniya HPG di bilançoya çilê eşkere kir, di meha çile 31 dagirker hatin cezakirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
01/02/2023 - 10:34
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 7 mins read
A A
HPG: Di dîroka me ya têkoşînê de yek ji zivistanên herî çalak hatiye jiyîn
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Gelê Kurd ê ku li ser wê qirkirin heye, ziman, çand û dîroka wê hatiye paşguhkirin û li ser hebûn û nebûna wê nîqaş tê kirin, bi felsefeya Rêber Apo dîsa zindî bûye û bi berxwedaneke mezin derketiye ser dika dîrokê. Meşaleya berxwedanê ya ku li Zindana Amedê hatiye vêxistin, pêş bi pêl li her dera Kurdistanê belav bû û gelê me yê bindest bi serhildanên di dîrokê de nedîtî hatin, ev berxwedan silav kiriye. Xeta berxwedanê ya ku Rêber Apo bi ked û hewldaneke bêhempa û bi sebir kiriye, ji aliyê zarokên Kurdistanê ve xwedîtî lê hatiye kirin û vê hewldana pîroz a Rêbertiya me bûye haveynê têkoşîna me. PKK ku navê têkoşîna bêhempa ye ku ev nîv sed sal in bênavber tê meşandin, bûye navê berxwedan, parastin û misogerkirina azadiya gelê xwe. Têkoşîna me ya Azadiya Kurdistanê ku bi fedakariya şehîdên me yên nemir heta roja îro hatiye, li ser xeta şehîdan bûye temînata ku têkoşîna wan bigihîne serfiraziyê. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku pratîka xeta berxwedanê ya PKK’ê û cewhera wê ya serkeftinê ye, her bihusta axa Kurdistanê bi fedaî diparêze û li hemberî dagirker û nokeran têkoşîna xwe her dem û şertand e bênavber didomîne.

ARTÊŞA TIRK BI HEZAR CARAN SÛCÊ ŞER KIR

Artêşa Tirk a dagirker ku bi piştgiriya teknîkî ya herî pêşketî ya NATO’yê dest bi operasyona dagirkeriyê ya berfireh li dijî xaka Başurê Kurdistanê kir. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî îrade, tarza şerê fedaî û berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, careke din têk çûye. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedan û çalakiyên xurt ên hêzên me derbên giran xwar, tevgera xwe ya dagirkirinê berfirehtir kir û ligel ku xwestiye ji vê rewşa xerab derkeve jî, nekariye bi ser bikeve. Dewleta Tirk a ku bi avakirina serkeftinên derewîn li ser maseyê hewl da civakê bixapîne da ku têkçûna xwe veşêre lê tevî hemû hewldanan jî nikare vê rastiyê veşêre ku li qada şer nikare li hemberî gerîlayên me bisekine. Artêşa Tirk a cenazeyên leşkerên xwe li qadê hiştibû, ji bo cenaze nekeve destê gerîlayan bi balafirên şer û topan bomberdûman kir. Artêşa Tirk cenazeyê leşkerên xwe xistiye kîsikê çopê û ji kendalan avêtiye, bi vê re jî careke din derketiye holê ku tu nirxeke exlaqî ya artêşa Tirk tune. Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê negihiştiye armanca xwe û li ber çavê hemû cîhanê bi hezaran caran sûcên şer pêk tîne da ku hedefên xwe yên qirêj pêk bîne. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî gerîlayên azadiya Kurdistanê derbên giran xwariye û li hemberî hêzên me êrîşên ku di dîrokê de tune kiriye, bi bombeyên qedexe (bombeyên fosfor, bombeyên termobarîk, bombeyên taktîk nukleer) çeperên şer ên hêzên me bombe kirine. Artêşa Tirk a dagirker a di bin fermandariya Hûlûsî Akar de hinek sûcên din ên şer kiriye. Ligel van hemû êrîşên dijmirovahî jî, hêzên me dev ji berxwedana xwe bernedan û bi fedakarî li hemberî dagirkeran li ber xwe dan. Dema ku artêşa Tirk a dagirker xwestiye gelek deran dagir bike jî vê miraza wê ya qirêj di qirika wê de maye. Artêşa Tirk a dagirker  a ku nekarî li hemberî îradeya gerîlayan bisekine, neçar maye ji hinek qadan vekişe û têkeve pozîsyona parastinê. Bêguman vê encama dîrokî, ligel şertên zehmet jî di encama îradeya Apoyî ya gerîlayên me yên qehreman derketiye holê. Gerîlayên azadiya Kurdistanê yên ku her dem berdêl dane, çûne ser dagirkeran, bi felsefeya fedakariyê rûmeta gelê me parastiye û hêviya siberoja azad zindî hiştiye.

TÊKOŞÎNA GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ BÊNAVBER DOMIYA

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku tevî erdnîgariya dijwar û şert û mercên giran ên zivistanê yên Kurdistanê xwe di Gerîlaya Modernîteya Demokratîk de kûr kir, di tevahiya meha Çileyê de têkoşîna xwe bênavber berdewam kir. Gerîlayêna azadiyê metodên xwe yên asayî guherand û xwe li gorî şertên serdemê ava kiriye. Di vê serdemê de ku şer bi giranî lê tê jiyîn, xwe guherandiye û bi tîmên gerîla yên profesyonel, tevî tunel û çeperên şer, kûrahiya erdnîgariya şer bi awayekî bandor bi kar aniye û li cihên ku wekî qet ne mumkun e derbên giran li dagirkeran xistiye. Di dîroka me ya têkoşînê de yek ji zivistanên herî çalak hatiye jiyîn û rastiya gerîla ya ku di her demsalê de û di her şert û mercî de dikare li dijmin bixe derketiye holê. Bi vê re rewşa ku gerîla dikare di her meh û her rojê çalakiyan bike û derban li dijmin bixe derketiye holê. Hêzên me bi tarza şerê nû û taktîkên xurt ên gerîla bêhna dagirkeran çikandiye; li Zap, Metîna û Avaşînê destan nivîsandiye û di têkoşîna gelên bindest de, rûpelekî nû vekiriye.

Gerîlaya Azadiya Kurdistanê ku li Bakurê Kurdistanê têkoşîna xwe ya bi bandor û dîrokî bi performansa xwe ya bilind a gerîla didomîne, bi hezaran operasyonên artêşa Tirk a dagirker pûç kiriye û di heman demê de derb li êrîşên dijmin daye û gerîlatiya ku berxwedaneke bêhempa kiriye, xistiye pratîkê. Hêzê me yên ku li Botanê li hember dagirker û hevkaran rîskên mezin stendin û bi fedakarî çûn ser dijmin, li dil û mejiyê dagirkeran dane û careke din eşkere kirine ku wê teqez ji mêtinger û nokeran hesap were pirsîn.

Zarokên leheng û qehremanên nemir ên gelê me ku ji bo pêkanîna xeyalên xwe yên siberojeke azad bi parastina rûmeta gelê xwe û parastina xaka pîroz a Kurdistanê, li ser xeta Egîd û Zîlan peywira xwe ya dîrokî bi cih anîne. Hevalên me alaya berxwedanê ji me re hiştine. Di vê berxwedan me ya dîrokî de di Çileya 2023’an de 10 hevrêyên me şehîd bûne. Em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser xeta şehîdan berxwedana xwe geştir bikin û bîranîna şehîdên xwe yên nemir bi serfiraziyê tacîdar bikin.

BÎLANÇOYA MEHA ÇILEYÊ

Bîlançoya şerê di navbera 1-31’ê Çileyê de wiha ye:

Çalakiyên hêzên me:

– 120 çalakiyên bi sabotaj, sûîqest, çekên giran, pevçûn-lêdan û taktîkên koordîne yên gerîla hatin kirin.

Di encama çalakiyên hêzên me de;

– 31 dagirker hatin cezakirin.

– Dagirkerek birîndar bû.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

– Bi qasî ku hêzên me tespît kirin, Herêmên Parastinê yên Medyayê bi taybet Çeperên Berxwedanê 134 caran bi balafirên şer û 38 caran jî bi helîkopterên êrîşê ve hatin bombekirin. Her wiha bi sedan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatine bombekirin.

– Çeperên Berxwedanê yê hêzên me 252 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bombekirin.

Amûrên leşkerî û wesayîtên ji aliyê hêzên me hatine rûxandin

– Çeperek

– 2 Pergala kameraya mobese

– Çekeke bombeavêj

– Konekî leşkerî

– Teleskopek

– Dronek

– Kepçeyek hatin rûxandin.

Alavên leşkerî yên ku ji aliyê hêzên me ve hatine rûxandin

-Konteynerek”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Baregeha Zîlkan bi 20 fûzeyan hatiye bombekirin

Nivîsa Pêş

Li Efrîn her roj xwîna jiyanê tê rijandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Efrîn her roj xwîna jiyanê tê rijandin

Li Efrîn her roj xwîna jiyanê tê rijandin

Bazên Metropolan li navçeya Sûr a Amedê dijî nokeran çalakî kir

Bazên Metropolan li navçeya Sûr a Amedê dijî nokeran çalakî kir

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Berpirsyariya Me Girtiye Ser Milê Xwe Nîşaneya Armanca Me Ya Jiyana Hevpar e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.