Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Wê gelê me li ser esasê xweparastinê bersivê bide her cure êrîşan

Edîtor: Çekdar Amed
22/11/2022 - 10:42
di nav Daxuyanî, Giştî, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK: Wê gelê me li ser esasê xweparastinê bersivê bide her cure êrîşan
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên mêtînger û qirker ên dewleta Tirk a faşîst ku bi salan li dijî gelê Kurd dimeşîne û hate gotin dewleta Tirk ligel ku çekên kîmyewî li Zap, Metîna û Avaşînê bi kar anî jî nekarî berwedana gerîlayan bişikîne û dewleta Tirk encameke serkeftî bi dest nexist.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk di 20’ê Mijdarê de li pêş çavê hemû cîhanê bi armanca bêmirovkirina Kurdistanê, kûrkirina dagirkeriyê û qirkirina dest bi êrîşa li ser Rojava kiriye.

Di daxuyaniya KJK’ê de ev tişt hate diyarkirin “Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê ji bo ser têkçûna xwe ya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bigire cenazeyê leşkerên xwe şewitand û hate wê astê ku li Taksîmê hemwelatiyê xwe qetil bike. Hikumeta faşîst a AKP û MHP’ê ji bo desthilatdariya xwe senaryoya polîtîkayeke xetere û qirêj amade kiriye û ev senaryo bi ser neketiye.

Em êrîşên hewayî yên di 20’ê Mijdarê de bi fermana Erdogan a faşîst li dijî Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê pêk hatin şermezar dikin. Em zarokên hêja yên gelê xwe yên di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û ji gelê me yê di êrîşan de birîndar bûne jî şîfayê dixwazin. Em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re, di şexsê malbatên xwe yên ku xizmên xwe ji dest dane re dixwazin. Desthilatdariya çete ya faşîst AKP-MHP li pêşberî bilindbûna nirxên aştî, demokrasî û azadiyê yên ku bi paradîgmaya Rêbertiya me li welatê me, li herêmê û raya giştî ya cîhanê tengijiye.Hikumeta çete ya AKP û MHP tu carî dev ji polîtîkayên xwe yên qetlîamker bernedaye. Di çarçoveya van polîtîkayan de bi meşandina polîtîkaya tecrîd û îşkenceya li ser Rêbertiya me, weke ku tola nirxên azadiyê yên ku Rêbertiya me li Kurdistanê û li tevahiya cîhanê afirandiye, şer dimeşîne.

HÊZÊN NAVNETEWEYÎ DESTÛR DAN ÊRÎŞAN

Dewleta Tirk a faşîst li hemberî girtiyên siyasî yên nexweş li gorî hiqûqa xwe jî tevnegeriyaye, êşkence, sirgun û zexta xwe zêdetir kiriye, xwezaya me talan kiriye, li hemberî berxwedana efsanewî ya şervanên azadiyê bi bikaranîna çekên kîmyewî jî tê de gelek metod bi kar aniye. Dewleta Tirk di van êrîşan de bi organîzekirina êrîşa li Taksîmê xwest destûrê ji hêzên navneteweyî werbigire. Vê desthilatdariya faşîst a ku dixwaze li ser xwîna gelan têkeve hilbijartinê û bi ser bikeve, dikare her cure xerabiyê bike.

Li Tirkiyeya îro ku dewlet bi hemû dînamîkên xwe veguheriye dewleta çeteyên narkotîkê, ji ber krîzên aborî gel ji ber xizaniyê gel nikare bêhnê bistîne, bi qanûnên qedexe û sansurê civak tê bêdengkirin, di encama qirkirinê de jin bi awayekî sîstematîk tên qetilkirin. Yên ku polîtîkayên qetlîamker ên hikûmeta AKP-MHP’ê xurt dikin û êrîşên wan dipejirînin hêzên navneteweyî ne. Beriya van êrîşan dihat fêmkirin ku di naveroka hevdîtinên Rûsya û DYA yên li Stenbolê de ev mijar dihat nîqaşkirin. Em hemû hêzên hevkar û îttîfaqê yên ku di pêkanîna qirkirina Kurdan de û di warê valakirin û ji nû ve dîzaynkirina herêmê de rol lîstine şermezar dikin.

Gelê me dizane ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê amadekariya şerekî berfireh dike. Çawa ku di êrîşên dawî de jî hat dîtin, ev şer bi haydarî û destûra Rûsya û Amerîkayê tê pêşxistin. Gelê Kurd wê qet qetlîama dewleta Tirk a ku bi êrîşên bi şahidî û erêkirina Rûsya û dewletên NATO’yê pêk tîne, qebûl neke. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku nikare şoreşa Rojava bifetisîne ya ku li ser mîrateya watedar û bi nirx a dîroka me ya têkoşînê ya 40 salî pêş ketiye û nirxên ku Kurdan bi dest xistine hedef digire.

HETA KU AKP Û MHP HEBE WÊ POLÎTÎKAYÊN QETLÎAMKER BIDOMIN

Kobanê weke cihê şoreşa jinê ya destanî navê xwe di dîrokê de nivîsand. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku nikare vê rastiyê qebûl bike, tinekirina vê îradeya rêxistinbûyî weke sedema hebûna xwe nirxand. Ev klîka faşîst, Şoreşa Rojava ji bo desthilatdariya xwe xeternak dibîne, ji yekîtiya azad û demokratîk a gelan ditirse. Êrîşa wê nîşaneya tirsa wê ya ji vîna jinê ya rêxistinkirî û hêza hevpar a gelan e. Di rewşa niha de desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê li welatê me, Tirkiye, Rojhilata Navîn rîskê çêdike, xwe li ser xwîn, zayendperestî û nijadperestiyê ava kiriye û ji van tiştan sûdê werdigire.

Heta ku ev desthilatdariya zalim hebe, dawî li polîtîkayên xwînxwar û qetlîamker ên li welat û herêma me nayê. Ji ber vê yekê dem hatiye ku em vê desthilatdariya mêtinger a faşîst a hov a ku belaya serê mirovahiyê, gelan û jinan e, bi têkoşîneke hevpar a ku em ê bi ruhê seferberiyê bilind bikin, têk bibin. Di hebûna rejîma faşîst a AKP-MHP’ê de cîhadîzm, tarîtî, zayendîperestî, mirin, her cure qirkirina civakî, qirêjî û îmha heye. Ji ber vê yekê xwedîderketina li Rojava daxwaza pêşeroja xwe ya azad, demokratîk e. Xwedîlêderketina Kobanê xwedîlêderketina maf û azadiyan e.

Jin û gelê me yê ku hêviya wan a azadiyê ji her demê zêdetir e, wê ti carî polîtîkayên teslîmgirtin û tirsandinê yên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê qebûl nekin. Hemû gel û jinên herêmê di serî de gelê me yê Rojava wê li ser esasê xweparastina rewa bersivê bidin her cure êrîşên faşîst. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê xwe û di serî de jinên Kurd dikin ku xwe bi rêxistin bikin û li dijî êrîşên faşîst helwesta xwe ya xweparastinê bilind bikin. Em bang li raya giştî ya demokratîk, sazî û rêxistinên Tirkiye, herêm û cîhanê dikin ku li dijî êrîşên çeteyên faşîst ên AKP-MHP’ê yên li her çar parçeyên Kurdistanê zêde bûne, li ber xwe bidin û têkoşîna demokratîk mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Înîsiyatîfa Zarokên Tolhildanê yên Sine yê ji bo piştgiriya Mahabadê bi molotofan çalakî kirin

Nivîsa Pêş

HPG’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
HPG’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dikin

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dikin

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.