Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

PKK’ê li hember nêzîkatiyên PDK’ê yên bexîl amade ye!

Edîtor: Nucan Serdoz
19/10/2022 - 0:10
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PKK’ê li hember nêzîkatiyên PDK’ê yên bexîl amade ye!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…..

Wê ev çi encamî bi xwe re bîne? Pêşketinên rojane wê vê nîşan bidin. Em ji kîjan alî ve lê dinêrin binêrin, ev  rewşeke nû ye. KT’yê dixwaze statukoya herêmî tengav bike û statukoya kevin ji nû ve ava bike. Ji bo vê jî ser bixe, divê desthilatdariya bi rêbertiya Saddam di gelemperiya Iraqê de serwer bike. Ev serwerî ji bo KT’yê her çiqas di çewsandina tevgera Kurd de zemînekî baş bafirîne jî, çi ji bo hêzên herêmî, di serî de jî DYE’yê ji gelik dewletên mezin û biçûk jî be wê di heman astê de bi sûd nebe. Berjewendiyê van dewletan di xeteriyê de ye. Niha ev rewşek nakokiyê ya pir cidî ye. Jixwe ev nakokî hinekî derdikeve holê û wer diyare ku wê pêş bikeve. Ya herî girîng jî gavek hat avêtin. Xwestin vê bi PDK’ê bidin kirin. Gelo rewşa PDK’ê ya serxistina vê heye nîne? Ji bo bi ser bixe divê ji nişkê ve biçewsîne yan jî bibe yekane desthilatdarî. Nêvenga pêwendiyên heyî û ya herî girîng jî rewşa me qebûlnekirina vê ye. Ji ber ku em pir baş dizanin, li Başûr PDK ya hatiye çewsandin, bi temamî di çarçoveya desthilatdariyek nû de bi Tirkiyê, Iraq û heta bi Îranê re hevgirtiye, bi rastî jî dixwaze tevgera welatparêz a Kurd, bi taybet jî pêşketina bîst-sîh salên dawî ya tevgera serbixwe ber bi tinebûnê ve bibe.

Wê hemû destkeftiyên tevgera hemdem a rizgariya netewî tine bike. Bêguman wê ev bibe windakirinek pir mezin. Bi taybet jî wê pêşketinên di bîst salên dawî de bi pêşengtiya PKK’ê derketine holê darbeyek mezin bixwe. Pir eşkere ye ku wê ev bi asanî neyê pejirandin. Li hemberî pîlanekî wisa bexîl ku wê destkeftên bîst salên dawî ji dest me bigire, tevgera şoreşger, hêzên welatparêz, bi taybet dixwaze bila reformîst, dixwaze bila şoreşger bin, hemû hêzên ku ne noker, ên demokratên netewî wê helwest nîşan bidin. Di salên dawî de bi van hêzan re pêşketin jî çêbûn. Di despêkê de jî rêbertiya PKK’ê rê li ber pêşketinên di asta pêş de vekir. Lewra ya ku divê bê fêmkirin; ev pîlan pîlanekî li dijberî meyla PKK’ê ya şoreşger, welatparêz û serxwebûnê ye. Hedefa wan a sereke ev e.

KT’yê, ya rast li ser vî bingehî di asta stratejîk de bi hêzên mêtinger û emperyalîst re lihev kiriye. Bi gelemperî di asta stratejîk de li hevkiriye. Lê dema ku dor tê rojane pratîzekirina vê, nakokî ewqas belav bûne, ewqas aloz bûne ku, gelek pirsgirêk derdikevin holê. KT’yê ji aliyê stratejîk ve dixwaze bi hemû cîhanê bide qebûlkirin ku “PKK terorîste” û dixwaze vê jî bi Ewrûpa bide erêkirin. Dîsa PKK, dixwaze Kurdistanekê derxîne holê. Li beramberî vê KT’yê dixwaze dewletên mêtinger ber bi statukoya herêmî ve bikişîne. Du tezan her tim bikar tîne û dixwaze gavên vê yên pratîkî ber bi her derê ve veguhezîne. Di Ewrûpa de qelîştok derdikevin. Ji ber ku ji binî ve înkarkirina tevgera Kurd ji aliyê KT’yê ve û nêzîkatiyek komkujiyan mijara gotinê ye. Em vê derdixînin holê. Heman tiştî
dixwaze bi dewletên mêtinger re bidomîne. Em ji van re jî dibêjin; “KT’yê dixwaze bi xwe serwer bibe, dixwaze li ser Kurdistana Iraqê serweriyê ava bike.” Lewra rejîma Iraqê, Sûrî û Îran jî zêde baweriya xwe pê nayînin. Bi giştî li hemberî xeteriya Kurd hevgirtinek ferasetê hebe jî, ev lihevkirin di pratîkê de bi awayekî şênber ji jiyanîkirinê pir dûre.

Bêguman taxtîkên şoreşgerî tam jî di vê xalê de dikevin meriyetê. Rojanebûna ku em jê re dibêjin qada taxtîkî, wate dayîna wê û rewşa bi serdeçûnê derdikeve holê. Herweha hinek ezmûnên PKK’ê jî di vê mijarê de hene. Em li beramberî van nêzîkatiyên PDK’yê yên bexîl amade ne. Ev bîst sale em bi pêşxistina helwestên bîrdozî, siyasî û pratîkî ve erkdarin. Her çiqas milîtan vî taxtîkî serkeftî jiyanî nakin yan jî bi taybet ên ku di xebatê Başûr de ne vê ser nexin, taxtîkê me di cewherê xwe de bi şêwazê rêgirtin li nokeriya PDK’ê derdikeve holê. Rewşa her tim bersiv dayînê heye. Di şerê Başûr de ev bi awayekî bandorker derxist holê. Ji aliyê bîrdozî ve zelalî jî her tim di rojevê de ye. Ji aliyê pratîkî ve jî, em rê li ber rewşên bikeve bin bandora wan venakin. Qad girtinên bi însiyatîf û serbixwe, ango di şênberiya Kurdistanê de qadên gêrîla derxistina holê wê bandor û taxtîkên xwe dispêrin PDK’ê vala derxin. Herweha gelek serlêdanên Tirkiyê yên wisa vala hatin derxistin. KT’yê di encamê xwe sipartina PDK’ê de cerdevanî pêş xist, cerdevaniya Qileban û Colemergê pêş xist. Lê belê ev jî ji bo KT’yê ji hemû aliyan ve ji pêşxistina çareseriyê dûre. Dibe ku hinekî em asteng kiribin, gelek zirar jî da me, lê di asteke girîng de rê li ber pêşketina me negirt. Herweha têkoşînek pir mezin didome. Heta niha jî yên ku li ser sînor tên girtin û hêz kom dike emin. Bi pîlana herî dawî ya rast wê heftê qereqol pêş xistibana, lê nekarîn pêş bixin. Wê herêma tampon ava kiribana, nekarîn ava bikin. Ev pêkneanîna wan, ew ber bi şêweyekî harbûyî sepandina vî pîlana dawî ve birin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Bi gazên jehrî û çekên kîmyewî kurdan qir dikin!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Bi gazên jehrî û çekên kîmyewî kurdan qir dikin!

Bi gazên jehrî û çekên kîmyewî kurdan qir dikin!

Li Mexmûrê êrîşên bi çekên kîmyawî hatin protesto kirin

Li Mexmûrê êrîşên bi çekên kîmyawî hatin protesto kirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.