Enter your email Address

Perşembe, Aralık 4, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Em bang li tevahî Kurdistaniyan dikin ku bi şoreşa jinê ya li Îranê re bibin yek

Koordînasyona PAJK'ê: Em bang li jinan û gelê xwe yên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat dikin, ku bi şoreşa jinê ya li Îranê re bibin yek û çalakiyan geş bikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
23/09/2022 - 11:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
PAJK: Têkoşîn li ser xeta Zîlan, ziman û çalakiya serdemê ye
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê got, “Dirûşma JIN, JIYAN, AZADÎ ku manîfestoya sîstema demokratîk a nû û jiyana azad e, ji Kurdistanê bilind bû, li tevahiya Rojhilata Navîn deng veda.”

Di daxuyaniya PAJK’ê de wiha hate gotin:

“Em Jîna Emînî, Şilêr Resûlî û şehîdên şoreşê yên di serhildanên gel de jiyana xwe ji dest dan hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, rejîma Îranê ya dîktator şermezar dikin. Kuştina jinê tiştekî nû nîne; Şîrîn Elemholî û bi sedan şoreşgerên Kurd, jin û mêr ên siyasetmedar ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, bi sedan jî hîn girtî ne.

Rejîma Îranê ku sîstemeke zayendîperest, baviksalar û zordar e, ne tenê bi kiryarên xwe yên polîtîk bi pirsgirêk e, weke rejîm bi temamî pirsgirêk e. Dijminê jinê ye, dijberê azadî û demokrasiyê ye. Êrîşên ku di şexsê jinê de têne kirin, li hemberî temamiya Kurdan, gelê me yê Îranî ye. Jin û gelên ku piştî kuştina Jîna Emînî bi dirûşma JIN, JIYAN, AZADÎ rabûn ser piyan, bi berxwedana topyekûn li bingeha sîstemê dipirsin û daxwaza guhertina demokratîk dikin. Em sekn û îradeya azadiyê ya jin û gelên me yên Rojhilatî-Îranî silav dikin.

DIRÛŞMA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ MANÎFESTOYA AVAKIRINA SÎSTEMA DEMOKRATÎK E

Gelên me yên Kurd, Fars, Azerî û Belûc ku bi têgihiştina ‘azadiya jinê azadiya jiyanê ye’ bi pêşengiya jinan rabûne ser piyan, xwedî wê hêzê ne ku çarenûsa xwe ya demokratîk bi xwe diyar bikin. Serhildanên gel ên bi lez belav bûn, di asteke bilind a dîrokî de hêja ne. Ya ku pêk tê; şoreşa jinê ye, her wiha nîşaneya pêkhatina şoreşa civakî ye. Serhildanên gel ên ji Rojhilatê Kurdistanê ber bi gelemperiya Îranê ve belav bûn, li dijî rejîma Îslamî ya Îranê ya dîktator raperîna azadiyê ye. Dirûşmên ‘JIN, JIYAN, AZADÎ!’ û ‘MIRIN JI DÎKTATOR RE’ ku li Îranê bilind dibin, pêngaveke dîrokî ya azadiyê ye. Dirûşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ku bi têgihiştina ‘kuştina jinê kuştina civak û jiyanê ye’ tê qîrîn, manîfestoya avakirina sîstemeke nû ya demokratîk e ku veger jê nîne.

PÊVAJOYA AZADIYÊ DESTPÊ KIRIYE

Pêvajoyeke azadiyê destpê kiriye ku êdî veger jê nîne. Tevgera gel a civakî ya bi pêşengiya jinê destpê kir, heta encamê bi dest bixe wê dewam bike. Li Îranê bi serhildana civakî ya bi pêşengiya jinê re pêvajoya azadî û demokrasiyê destpê kiriye. Dem ew dem e ku bi şoreşa jinê, şoreşa demokratîk a Îranê bê misogerkirin. Li dijî êrîşên rejîma zordar, ya esasî berxwedana heta serketinê ye. Lewma gelekî girîng e ku qad neyê terikandin, berxwedan bê geşkirin.

Qîrîna azadiyê ya li Îranê bilind bû, ji niha ve li Rojhilata Navîn û cîhanê deng vedaye. Jinên li gelemperiya Rojhilata Navîn, vê raperîna şoreşgerî weke şoreşa xwe dibînin, jê îlhamê werdigirin û ber bi şoreşên nû ve dimeşin. Li ku dibe bila bibe, jin bi biryar in ku li dijî rejîmên zayendîperest, dîktator û statukoparêz ala têkoşînê bi hev re bilind bikin û sedsala 21’ê bikin sedsala jinê. Ji ber vê yekê em bang li jinan û gelê me yên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku bi şoreşa jinê ya li Îranê re bi xurtî bibin yek, çalakiyan geş û dewam bikin. Bi navê Partiya Jin a Azad a Kurdistanê (PAJK), em bi jinan re ne, em bi gelê xwe re ne. Jinên Rojhilatê Kurdistanî û Îranî bi tenê nînin.

Coşa azadiyê ya gelên me û jinên me yên Rojhilatî-Îranê li tevahiya Kurdistanê belav bûye. Xwedîderketina li vê yekê ku li Rojava û Bakur tê kirin, helwesta welatparêzî û azadiyê ye. Yek ji deverên ku herî zêde pêwîstiya xwe pê heye ku jin bi jiyanê re, jiyan bi azadiyê re bibe yek, Başûrê Kurdistanê ye. Em bang li jinên li Başûrê Kurdistanê dikin ku hîn bi xurtî xwedî li jinên Rojhilatî û Îranî derkevin, bibin dengê wan, tevlî çemê demokrasî û azadiyê bibin, bi helwesta yekîtiyê ya jinê berpiryariyên xwe bi cih bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HRE jî li dagirkeran da – 9 leşkerên dagirker û 4 çete hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Ji YPS’ê çalakî: ‘Ev şer şerekî welê ye ku wê teqez hesab ji dijmin û nokeran bê xwestin’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – YPS’ê li Amedê li dijî tîmên taybet çalakiya bombeyî li dar xist

Ji YPS'ê çalakî: 'Ev şer şerekî welê ye ku wê teqez hesab ji dijmin û nokeran bê xwestin'

Ji bo çûyîna Îmraliyê ji hêla malbatan ve serlêdan hate kirin

Ji bo çûyîna Îmraliyê ji hêla malbatan ve serlêdan hate kirin

Manşet

  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir
  • 8 Xwendekarên Jin Li Dîvandere ya Îranê Bi Jehrê Ketin
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Turnuvaya Taxên Gel li Bajarê Reqayê Dest pê dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 8 Xwendekarên Jin Li Dîvandere ya Îranê Bi Jehrê Ketin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Berpirsyariya Me Girtiye Ser Milê Xwe Nîşaneya Armanca Me Ya Jiyana Hevpar e

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê Ji Îmraliyê Vegeriya

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.