Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 20, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mûzaffer Ayata: PKK’ê partiyeke berxwedêr e

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata got; "Li Amedê bi giranî îxanet û îtiraf li ser PKK’ê hat ferzkirin. Ji ber ku difikirîn ku ger li Amedê PKK’ê bişkê, têk biçe, tasfiye bibe, yên din wê nikaribin li ber xwe bidin. Yanî ji PKK’ê ya ku di nav Kurdan de ya herî xurt e, herî berxwedêr û xwedî bingeheke herî fireh bû, dest pê kirin. PKK’ê li ber xwe da. Ji ber ku PKK’ê li ser bingehên fikrên Rêber Apo ku hêza cewherî esas digire, bi awayek fedaî li her derê û her demê li ber xwe dide teşe girt.

Edîtor: Nucan Serdoz
20/09/2022 - 11:24
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Mûzaffer Ayata: PKK’ê partiyeke berxwedêr e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata diyar kir qehremaniya di nav PKK’ê de ji berxwedana Kemal, Hayrî, Akîf û Alî Çîçekan hatiye û li gel ku 40 sal derbas bûye jî di têkoşînê de dijîn û pêşengiyê dikin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûzaffer Ayata pirsên ANF’ê bersivand. Beşa yekemîn a hevpeyvînê wisa ye:

Em di 42’yemîn salvegera darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî de ne. Têkiliya di navbera bûyerên ku ji wê demê heta niha hatine jiyîn de çi ye?

12’ê Îlonê li Tirkiyeyê wêraniyeke mezin çêkir. Dema mirov li paş xwe dinêre mirov dikare bibêje ku bingeha polîtîkayên qirkirinê yên faşîzma Erdogan ya îro bûn. Erdogan û siyaseta wî ji wir sûd girt û xizmeta wî kir. Îro hêj Tirkiye bi makezagoneke nîjadperest-faşîst ku Kurdan înkar dike û qirkirina li ser wan rewa dike tê birêvebirin. Ev feraseta dewletê ya ku xwe dispêre koka Îttîhad – Terakkî, bi makezagona 1924’an li Tirkiyeyê bû rewşek asayî. Zagonên wan ên bingehîn bi gelemperî ji aliyê hêzên leşkerî ve hatin amadekirin. Her tim mudaxeleyî civakê kirin. Di dînamîkên civakê de rê nedan pêşketina, têkoşîn, rêxistinbûn û hevsengiya hundirîn. Ji bo derketina 12’ê Îlonê gelek xwîn hat rijandin. MHP’ê, kampên komando, kuştin, komkujî, ev hemû ji aliyê dewletê ve hatin kirin. Bêyî desteka dewletê, bê erêkirin û perwerdekirin, li Tirkiyeyê tevgerên bi vî rengî qet nikarin derkevin holê û pêş bikevin. Li Tirkiyeyê ne tenê tevgerên nijadperest, bêyî hay û erêkirina dewletê jî tu tevgerên olî nehatine avakirin. Hîzbullah a ku hat îdia kirin ku bi navê Kurdan derketiye holê, li ser vê bingehê weke piyon hat bikaranîn û herî zêde bû rêxistina xwînmij. Di 12’ê Îlonê de herî zêde ew xurt bû

Di heman demê de 12’ê Îlonê destpêka pêvajoya ku senteza Tirk-Îslamê polîtîkaya dewletê dike fermî ye. Erdogan wek berhema vê polîtîkayê 12’ê Îlonê derket holê.Desthilatdariya ku wê demê newêrîbû rejîma faşîst û yek rengî damezrîne, îro hat avakirin. Niha jî serokê faşîst Erdogan tişta ku wan neqedandiye hewl dide temam bike. Erdogan dibêje, “Li dijî wesayeta leşkerî em derketin, me ji holê rakir” Lê derew e. Berovajî vê wesayetê li hemû qadên sivîl û saziyên olî belav kir. Dewletê nikarîbû ew qas wesayet ava bike. 12’ê Îlonê dijminatiya her tiştê ku aîdî Kurdan û mirovahiyê ye. Stratejiya niha ya hikûmeta AKP/MHP’ê jî heman e. Ev desthilatdariya faşîst a AKP/MHP’ê bi “plana hilweşînê” radigihîne ku wê Kurdan û tevgerên Kurdan tasfiye bike. Dibêjin “Di sala 2023’an de wê Kurd namînin, em ê wan bitepisînin, em ê tune bikin.” Di 12’ê Îlonê de jî bi vî rengî êrîş kir.

Dema mirov dibêje 12’ê Îlonê zindan û birînên kûr tên bîra mirov. Di wê demê de navenda êrîşan li gorî çi hate diyarkirin?

Zindan bûn qadên şerê mezin. Faşîzm û zîhniyeta mîlîtarîzm ku xwe dispêre fikrê netew-dewletê, bi destek û tecrûbeyên NATO’yê yên Emerîkayê êrîşê zindanan kirin. Bi hezaran milîtan û qadro xistin girtîgehan. Girtîgehên wekî Mamak, Metrîs û Amedê girtîgehên navendî bûn. Li Edene, Erzirom û Elezîzê girtîgehên fermandariya leşkerî hebûn. Lê cihên ku herî zêde têkoşîn lê pêş ket, cihên ku herî zêde girtî lê hebûn, girtîgehên Mamak, Metrîs û Amedê bûn.

-Xweseriya Amedê çi bû?

Xweseriya Amedê ji têkoşîna PKK’ê û paytexta dîrokî ya Kurdan tê. Ji bo vê jî Amed wek hedefek taybet hat hilbijartin. Li girtîgehên din jî zext û zordarî hatin kirin, lê bi taybetî li Amedê plana nîjadperest û îmhaker ji bo ji holê rakirina rêxistinên neteweya Kurd hate meşandin. Li dijî vê planê bi awayek xwezayî di serî de qadroyên PKK’ê û hêzên din li ber xwe dan. Lê li Amedê bi giranî îxanet û îtiraf li ser PKK’ê hat ferzkirin. Ji ber ku difikirîn ku ger li Amedê PKK’ê bişkê, têk biçe, tasfiye bibe, yên din wê nikaribin li ber xwe bidin. Yanî ji PKK’ê ya ku di nav Kurdan de ya herî xurt e, herî berxwedêr û xwedî bingeheke herî fireh bû, dest pê kirin. PKK’ê li ber xwe da. Ji ber ku PKK’ê li ser bingehên fikrên Rêber Apo ku hêza cewherî esas digire, bi awayek fedaî li her derê û her demê li ber xwe dide teşe girt.

-Hûn dikarin mînakê bidin?

Nimûne û nûnerê vê yê herî berbiçav hevrêyên mîna Kemal, Xeyrî û Mazlum bûn. Beriya ku ev heval bên girtin, di avakirin û pêşxistina PKK’ê û rêxistinbûna gel de ya li Kurdistanê roleke mezin lîstin. Ev heval di nava hemû pêkhateyên PKK’ê de dihatin hezkirin û mirov rêz û hurmetê li wan digirt.  Ev hezkirin û rêz bi ked, hişmendî, fedekarî û bi dilnizmiyê ve hat ava kirin. Wê demê li holê ne hêza aborî hebû ne jî kariyer hebû. Her wiha piştgiriyek jî nebû. Wan ji xwe dest pê kir û afirandin. Bûn afirîner, bûn damezrîner.

Li dijî faşîzma 12’ê Îlonê Rojiya Mirinê ya Mezin ku di 14’ê Tîrmehê de dest pê kir, şehadeta lehengan dikeve meha Îlonê. Mazlum di Newrozê de çirûska berxwedanê pêxist. Wek Kawayê hemdem, li Kurdistanê bûye ronakbîr û rêber. Bi pêşengiya Xeyrî û Kemal di 14’ê Tîrmehê de boruya faşîzmê xitimî. Berxwedaneke mezin a dîrokî hat nîşandan. Bê guman, çalakiyên wekî rojiya mirinê hêzek mezin ya vînê dixwaze.

Ji bo vê jî; Yek, ramana saxlem, Du, hêza biryargirtinê, Sê, berxwedan pêwîst e.

Ji ber ku Rojiya Mirinê berxwedaneke zehmet e ku heta dawiyê were girtin. Rojiya mirinê ya ku di 14’ê Tîrmehê de dest pê kir, di nava şert û mercên giran de dewam kir. Êşa helînê roj bi roj hembêz kirin. Ev mirovên mezin ên ku ew qas bi jiyanê ve girêdayî bûn,  mirin hilbijartin ji bo wan ne biryarek hêsan bû. Bê guman Kemal ev yek anî ziman û got, “Dibe ku hin kesên ji rêzê bêjin, ev kes li dijî êşkence û zextan tehemûl nekirin û ji bo vê yekê mirinê tercîh kirin. Lê ne wisa ye. Em ewqas ji jiyanê hez dikin ku ji bo wê em ê bimirin jî.” Girêdan û rêzdariya li hember jiyanê ya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê û Kemal encax bi van gotinan mirov dikare vebêje. Ji ber vê yekê wan dizanibû ku ew çi dikin. Hayê wan ji dîrok û civakê hebûn. Dizanibûn ku faşîzm dixwaze çi bike. Ji ber wê jî mal û canê xwe dan ku pêşî li ber vê projeye bigirin. Û çalakiya wan encamên dîrokî derxist.

Vê berxwedana mezin çi derxist holê?

Wan di nava PKK’ê de asta milîtantî, fedakarî û fedaîbûnê nîşan dan. Wan nîşanî me da ku şertên berxwedan, şer û milîtaniyê bi dem û cih nayê sînordarkirin. Li cihê ku herî zêde hatiye dorpêçkirin, herî zêde hatiye sînordarkirin û herî zêde hatiye qedexekirin nîşanî me dan. Ji ber vê yekê asta milîtaniya PKK’ê diyar kirin. Lehengî û milîtaniya ku îro tê nîşandan ji wir tê. Ew ne tiştek e ku ji ber xwe ve derketiye. Milîtaniya Rêbertiya PKK’ê, Xayrî, Kemal û Mazlum asta fikir û giyana lehengiya îroyîn e. Kî çi dibêje bila bibêje, nikare vê rastiyê berovajî bike.

Kemal Pîr di 7’ê Îlonê de şehîd bû. Yekemîn hevalê şehîd bû, ew bû. Xayrî di 12’ê Îlonê de, Akîf Yilmaz di 15’ê Îlonê de, Alî Çîçek jî di 17’ê Îlonê de şehîd bûn. Ev dîrok di heman demê de salvegera şehadeta hevalan in. Di navbera 1982’an û 2022’an de 40 sal derbas bûn. Lê di têkoşîna me de, di dîroka me de, di şerê me de û di berxwedaniya me de ew hêj zindî ne û dijîn.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê di dîroka PKK’ê û têkoşînê de çawa cih girt?

Ji ber ku Tirkiyeyê dest ji armancên xwe berneda, PKK’ê jî dest ji berxwedanê berneda. Ew derbas nabe. Şerê dîrokî berdewam dike. Heta ku li Tirkiyeyê zîhniyeta înkarker bi dawî nebe, heta projeya tinekirina gelê Kurd bi dawî nebe, şer û berxwedan wê bidome. Ev ne biryareke keyfî ye ku em ewqasî hewl bidin, li ber xwe bidin û canê xwe feda bikin. Divê baş bê zanîn. Pêdiviyek dîrokî ye. Em bi dildarî beşdarî vê têkoşînê dibin. Lê nayê wê wateyê ku em ê wisa xweş û rehet bijîn. Ji ber pêwîstiyê zerûrî ye. Ji ber ku em dizanin şer, mirin, zindan û êşkence tê de heye. Fikir, îdeal û wijdanê me dixwaze ku em li hember zilm û neheqiyê bisekinin. Em li ser vî esasî bi dildarî beşdar bûn. Û Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê nîşan da ku beşdarên dildar di dîrokê de çiqasî rol lîstine, dikare rê li ber faşîzmê bigire, wê baweriyê bide gelan û wê rê veke.

Yanî faşîzm di zindanan de têk çû. Dewleta Tirk, cûntaya 12’ê Îlonê neçar ma dawî li êşkence, îtîraf û teslîmiyetê li zindana Amedê bîne. Bi vî awayî wan têkçûna xwe qebûl kirin. Yên têk neçûne û bi civakbûnê re heta roja îro hatine Kemal, Mazlum û Xeyrî ye.

Li Kurdistanê îro navê gelek gerîla Mazlum, Kemal, Xeyrî ye. Di 40’emîn salvegera şehadetê wan de di şexsê wan de gerîla, milîtanên PKK’ê û gelê welatparêz ên ku xwendekar û şopdarên hemû berxwedêrên zindanan in, li ber bîranîna şehîdan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Em deyndarê wan in û em ê bi minetdarî deynê xwe bidin wan.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dîmena çalakiyê ya Girê Şehîd Pîrdogan hate weşandin

Nivîsa Pêş

Zerîn Rûken: Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê bi berxwedana xwe êrîşên qirkeriyê rawestînin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Zerîn Rûken: Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê bi berxwedana xwe êrîşên qirkeriyê rawestînin

Zerîn Rûken: Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê bi berxwedana xwe êrîşên qirkeriyê rawestînin

Konferansa Parastina Rawa ya ciwanên herêma Cizîrê destpêkir

Manşet

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Êrişa Li Dijî Leyla Zana Êrişa Li Hemberî Rûmeta Jinan û Gelê Me Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîna Ciwanan a Şehîd Egîd Saroxan Daran Diçîne Ji Bo Keskkirina Taxê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Gelek Bajaran Xwendekar Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera Perwerdehiya Alîkariya Yekem ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve li bajarê Hesekê hat lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êlih ê “Leyla Zana Rûmeta Me Ye”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.