Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

KT’yê pergalek mîrateya şûr dewr girtî ye

Edîtor: Nucan Serdoz
17/09/2022 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê nasnameya kurd a hemdem
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji Dahorandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan…

Sepênerê herî dawî yê pergalek wisa serdest Komara Tirkiyê ye. KT’yê li ser bermahiyên Osmaniyan hatiye avakirin. Hemû damezrênerên wê paşayê Osmanî ne, walî waliyên Osmaniya ne. Heta Wahdettîn, destûr dide M. Kemal, wî bi çend erkên kolordî û mufetîşiyê erkdar dike. Paşayên din jî wisa ne. Jixwe hemû kesên vî şerî dimeşînin paşa ne. Ti amûrek sivîl, partiyek siyasî û felsefeyek siyasî nîne. Gelo partiya şerê rizgariyê dabe heye? Îttîhatparêz hene, lê pêwendiya wan jî bi Osmanîparêzan re tê zanîn. Girêdana wan bi darbeya leşkerî re pir vekiriye. Îttîhatparêziya M. Kemal jî bi şêweyekî oportonîstî ye. Ne îttîhatparêzekî wisa bi wate û duriste. Komplogere, fersendparêze. Em li damezrandina komarê binêrin; partiyek xwe nîne. Bizava gel a Komarî di sala 1924’an de hat damezrandin. Qaşo damezrandin piştî şoreşê ye. Bernameyek siyasî nîne, felsefe nîne, birdozî nîne. Dîsa dixwazin jiyanek çawa pêş bixin, ne diyare. Bitemamî li gorî kêfa paşa, bi taybetî jî li gorî meyla şexsî ya M. Kemal derketinek hatiye çêbûye. Li gel vê çawaniya wê ya leşkerî û burjuwa vekiriye. Çawa ku mîrên Selçûqiyan tên û Îslamiyetê nezok dikin û heta dawî vediguherînin despotîzmek çewsîner û bi vî rengî 600-700 salî li ser gelê Rojhilata Navîn serwer dikin; M. Kemal jî bîrdoziya kapîtalîst, bi taybet xisletên erênî yên Şoreşa Fransa li Ewrûpa belav kirine, hinek daneyên şaristaniya kapîtalîst bi dest dixe, xwe divê çarçoveyê de bicih dike, bi despotizma Osmanî re dike yek û raveya herî berevajî pê dide qezenckirin.

Herî kêm di kapîtalîzmê de demokrasiya burjuwa heye. Bi M. Kemal re demokratiya burjuwa jî nîne, berevajî înkarkirina wê heye. Jixwe despotîzma KT’yê xwe dispêrê derfet nade vê. Wek kes jî demokratîkbûnek M. Kemal nabe mijara gotinê. Bitemamî dîktatoreke. Di linavbirina derdora xwe ya herî nêzîk de bi rêbazên despotîk ve jî kesekî qet fikara jiyan nake û xwedî xisletek wisa ye. Nemaze li gorî pergala serdestiya burjuwa komar, demokrasî, partiyên siyasî, kesayetiya vê pergalê û jiyana wan di safoka M. Kemal re tê derbaskirin. Mînak dibêje; “ Di rojekê de em bi komarê fikirîn û me ragihand.” Li Fransa di oxira komarê de sed salî şer hat kirin. Dîsa li Almanya, li Îngîltere di oxira komarê de sed sala şer hat dayîn. Lê di rastiya M. Kemal de êvara 28’ê Cotmehê bi çend kesa dişêwire û tê gotin; “Em ê sibê komarê ragihînin.” Mînaka vê li ti welatên din nîne. Komar encamê şerê mezine. Di encamê şerê bîrdozî, polîtîk, felsefa Komarê, şêwazê jiyanê de partî derdikevin û di encamê şerê van de Komar tê damezrandin. Lê di Komara M. Kemal de berevajî vê heye. Navê Komarê ji bilî wî kesî din nizane. Jixwe dibêje; “Min ev mîna nihîniyekê di dilê xwe de girt.” Her tim vedişêre û herî dawî roja 29’ê Cotmehê Komarê radigihîne. Partiya wî nîne, felsefe nîne; wê çawa bibe Komarek demokratîk! Berevajî, wê ji bilî demokrasiyê bişibe her tiştî. Heta dawî pergalek despotîk, faşîst ku em dikarin bêjin profaşîst jî, ango pergalek pêşfaşîzmê ye. Komara Tirkiyê bi pêşketinên paşê re eşkereye ku dê veguhere serdestiyek faşîst.

Em vê jî mubalexe nakin. Tiştên em dibêjin kêm ango zêde tiştê her kes dizanine. Hemû damezrênerên wê paşa ne; ew bi xwe jî bitemamî bi rêbazên leşkerî kar dike; kesayetiya fermanfermandare. Di kesayetiya ferman fermandarî de demokrasî nîne, dîktatorî heye. Her tişt berevajî komarê ye, lê mîna Komara Tirkiyê bi her kesî dane pejirandin. Kumê rejîmê Komare, yê wê li serê xwe dike jî pir cuda ye. Ruh û nerîna xwe ya cîhanî pir cuda ye. Ev, bi awayekî pir xedar li ser gelê Tirkî, kêm netewan û li ser gelê Kurd dayîne rûnişkandin. Weke ku zirxê Selçûqî û Osmaniyan derbasî serê gelan kiriye têr nake, li ser vê rêbazên tineker ên kapîtalîzmê jî zêde dikin û bi şêwazekî pir nebaş li ser gelan ferz dikin. Bi çewsînerî; hem ji aliyê fîzîkî hem jî ji aliyê manewî ve pergalek tine dike ye. Komarparêzî li aliyekî, girêdana xwe bi xisletên rejîma faşîst re pir vekirî ne. Aliyê herî balkêş ê vê komarê jî bi şêwazê Hîtler jî bibîr neyîne hatiye damezrandin. Belavbûna vê li ser gel ji gelik modelên faşîst ên din baştir serxistiye û rejîmek wisa ye. Li gorî xisletên xwe kesayetek mirov afirandiye û xwedî karekterê pêşxistina jiyanek wisa ye. Komarek berevajî, bi ferasetek seqet a demokrasiyê, sazîbûnek komarparêzî û demokrasiyê tine dike tê afirandin. Partiya Gel a Komarê raveya vê ya bi sazîbûyî ye.

Partiyên pişt re tên damezrandin jî qaşo partî ne, lê diyardeyên têgeha partîbûnê berevajî dikine. Mîmarê vê jî di destpêkê de M. Kemal û demokrasiya leşkerî ya ku wî pêş xistiye. Di rastiyê de jî tiştek wisa ne mijara gotinê ye. Ji ber ku demokrasî û leşkerî têgehên ji hev cuda ne. Ev şêwaza demokrasiyê, ya herî zêde dûr ji mafê netewî, mafê mirov, dij bi komarparêziyê, dij demokrasiyê ye û şêwaza herî berevajî ya kapîtalîzmê ye. Ya demogojiya wê heye, lê ew bi xwe nîne, saziya wê heye, lê naveroka wê nîne, navê wê heye, lê ew bi xwe nîne, dibe ku gewda wê hebe, lê şêwazê serdestiya ku ruhê wê nîne ye. Ji raveya leşkerî wêdetir neçûna wê jî ji ber vê sedemê ye. Guncawbûna Kemalîzmê ji faşîzmê re pir eşkere ye. Ya rast bi qasî faşîzma Hîtler, Mussolînî, Franco, Salazar vekirî nebûna wê, ne faşîst nebûna wê, ji ber ku xwedî çêkerek faşîst a veşartî û xeteriya wê nîşan dide. Zêdetir bexîl û veşartiye.

Li Tirkiyê ji vê re tê gotin faşîzma veşartî. Vê rejîmê rûyê xwe yê rast bi qasî xwe bi sazî dike û darbeyan dike ji wan re tê gotin darbeyên faşîst ên leşkerî- rûyê xwe yê rast derdixîne holê. Bi vê wateya xwe corekî rejîma mînakê wê kêm tê dîtin derdikeve holê. Heta dawî girseyên gel şîlo dihêle, hemû têgehan serûbin dike, naveroka hemû têgehan vala dike û wek rejîmek wisa teşe digire.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 17’Ê ÎLONA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 18

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîlayan êrîşên dagirkeriyê pûç kirine – 16 dagirker hatin ceza kirin

Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 18

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Navenda Qada Siyasî – 18

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Navenda Qada Siyasî - 18

Manşet

  • Li Edenê Ji Bo Rojava Xwepêşandan
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in
  • Ciwanên Welatparêz Li Geverê Ji Bo Rojava Çalakî Lidar Dixin
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”
  • Nasnameyên 2 Şehîdên YATˊê Hatin Ragihandin
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Hamburgê Bi Hezaran Kes Daketin Kolanan û Daxwaza Statuya Rojava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Wateya Xwezayê De Rexistinbûna Jin û Şoreşa Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bangek Ji Ciwanên Hesekê Ji Bo Ciwanên Bakur Ji Bo Seferberiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.