Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hêzil Ozgur: YJA STAR’ê bi îradeya xwe rengê berxwedanê xurt kiriye

Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir hêzên YJA-Starê xeta fedaî ya Zîlanê û berxwedana Bêrîtanê di helwesta xwe de şênber kirine û di şer de rola xwe ya pêşeng bi cih tînin.

Edîtor: Nucan Serdoz
06/08/2022 - 12:01
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Hêzil Ozgur: Hilma dawî ya dijminê birîndar di sala 2022’an de qut bikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir hêzên YJA Starê ji bo bidestxistina azadiyê û jiyana watedar berxwedaneke xurt û şerekî mezin dikin û got “Bi çalakiyên gerîla yên wekî sûîkast, sabotaj, vedizî, kemîn, derblêdan û gelek taktîkên din derb li leşkerên Hûlûsî Akar tên xistin.”

Endama Konseya Fermandariya YJA Starê Hêzil Ozgur ji ANF’ê re axivî. Ozgur di şexsê Mahsûm Korkmaz de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û bi bîr xist ku têkoşîna ji bo azadiya gelê Kurd hatiye destpêkirin bi fîşeka pêşîn a di 15’ê Tebaxê de ketiye pêvajoyeke giran.

Ozgur diyar kir têkoşîna ku 40 sal in didome gelê Kurd ji bo xwe nas bike û rêxistin bike geşedanên mezin pêk aniye û got “Fîşeka pêşîn a ku li Dihê û Şemzînanê hatiye avêtin, îro ji Behra Reş heta Şaho, ji Dêrsimê heta Avaşînê, ji Amedê heta Zapê didome. Bi domandinê re asta têkoşînê jî zêde dibe. Gerîlatiya modern û profesyonel a ku li ser mîrateya 15’ê Tebaxê hatiye avakirin, îro li çiya û deştên Kurdistanê ji aliyekî ve li hemberî artêşa Tirk a dagirker tola sedsalan distîne û ji aliyê din ve jî ber bi serfiraziyê ve dimeşe û mîsogeriya azadiyê di têkoşîna xwe de şênber dike.”

EV ÇEK LI HEMBERÎ DAÎŞ’Ê NEHATIN BIKARANÎN

Ozgur diyar kir konsepta tunekirinê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd, gelê Kurdistanê û hêzên parastinê li dinyayê tu mînakeke wê tune û got “Hemû hêzên NATO’yê teknîka şer û derfetên maddî dide dewleta Tirk. Bi hemû qirêjî û bêhiqûqtiya xwe şerekî dermirovahiyê dike. Di vî şerî de TC û hêzên xwefiroş di konsepta îmhayê de israr dikin û dixwazin encamekê bistînin. Hêzên navneteweyî li ser esasê berjewendiyên xwe tevdigerin û şirîkatiya van sûcan dikin. Ligel ku DAÎŞ ji bo hemû mirovayetiyê xetere bû, li hemberî DAÎŞ’ê jî çekên nukleer, kîmyewî û fosforê nehate bikaranîn. Li ser gerîlayên azadiyê yên ku li hemberî DAÎŞ’ê şer kiribûn, ev çek tên bikaranîn û her kes bêdeng e.

DIJMIN DERBÊN GIRAN DIXWE

Îro li qada şer dijmin ligel ku piştgiriyeke xurt werdigire jî hesap û planên xwe bi dest nexistiye û rastî berxwedana gerîlayan hatiye. Dijmin ketiye nav rewşeke giran û her ku gavekê diavêje bêtir têk diçe. Her roj dibêjin ew ê encamekê bistînin û PKK’ê biqedînin lê niha li cihê ku hatinê ne û di şer de derbên giran dixwin. Ji ber ku bi teknîka xwe nikarin encamekê bistînin bi çekên nukleer, termobarîk, çekên kîmyewî dixwazin encamekê bistînin.

NIKARIN XWEDÎ LI CENAZEYÊN XWE JÎ DERKEVIN

Li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîlayan ve şerekî giran tê meşandin. Gerîla bi tarza tevgerê ya nû û modern li her derê û her demê çalakiyan dikin. TC dixwaze van derbên giran veşêre û ji bo ku hejmara leşkerên xwe yên mirî veşêre dibêje ‘Ji kendal ketiye, ketiye avê, pêyê wî şemitî, mozê pê ve da’ û hincetên beredayî dike. Di destê gerîlayan de cenazeyê leşkeran heye lê dewlet xwedî li van cenazeyan jî dernakeve. Gerîla bi dîmen îspat kiribû ku cenaze di destê wan de ye lê dewlet hê jî qebûl nake

BAWERÎ Û ÎRADE ŞER DIKIN

Leşkerên Tirk ên ku nikarin ji nêz ve şer bikin, çekên fosforê yên qedexe bi kar tînin. Dema ku tiştek bi dest nexist, vê carê bi kepçe û wesayîtên zirxî xwest tunelên şer hilweşîne. Leşkerên Tirk cesareta wan tuneye ku têkevin tunelên şer û kûçikên ku perwerde kirine û kontrayan bi darê zorê diajon tunelan. Gerîla Tv dîmenê vî tiştî par ve kir. Ev jî diyar dike ku TC têk çûye. Hevalên me li hemberî teknîka pêşketî ya sedsala 21’emîn li ber xwe didin û bi baweriya ji bo jiyana azad, îradeya ruhê Apoyî şer dikin. Ji bo ku di vî şerî de bi ser bikeve, gerîla canê xwe dide. Ev şer bi hêsanî nayê kirin. Heval tî, birçî û bê xew bi derfetên biçûk rojê 24 saetan şer dikin. Li Zapê, li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara Skorsky hatin xistin û tank hatin îmhakirin, li Qada Berxwedanê ya Mam Reşo ya Avaşînê dijmin îddîa kiribû ku gerîla qedandiye, lê gerîlayan çalakî kirin, çûn ser leşkerên dijmin û çek rakirin. Li Xakurkê li cihê ku berê operasyon hatibû kirin heval çalakiyan dikin û derbên giran li dijmin dixin.  Li rojavayê Zapê, li qada Metîna ya ku berxwedana mezin a Zendûra lê pêk hatibû û li Botanê çalakî tê kirin ev jî diyar dike ku dijmin nikare tevbigere û tu serkeftin bi dest nexistiye. Gerîlayên azadiyê di tunelên şer de bi tarza lêdanê û bi taktîkên xurt ên tîmên me yên bi tevger, bi çalakiyên sûîkast û sabotajê bûne kabûsên dijmin. Di nav leşkerên TCyê de sendromeke nû ava kirine. Gerîlayên azadiyê him li qadê û him jî li tunelan, bi pozîsyona berxwedan û êrîşê gerîlatiya modern pêş dixe û bi ruhê Apoyî derbên giran li dijmin dixe. Şer çiqasî kûr bibe jî wê gerîla li her derê hebe û têkoşîna xwe bidomîne.

YJA STAR DI ASTA PÊŞENG DE ROLA XWE BI CIH TÎNE

Di vî şerî de hêzên me yên YJA Starê xeta fedaî ya Zîlanê û berxwedana Bêrîtanê di helwesta xwe de şênber kirine û di şer de rola xwe ya pêşeng bi cih tînin. Heta niha bi dehan çalakiyan li hemberî konsepta îmhakirinê ya dijmin bûn asteng. Hêzên YJA Starê bi tîmên bi tevger û li tunelên berxwedanê bi îrade û rengê xwe berxwedanên xurt kiriye. Bi çalakiyên gerîla yên wekî sûîkast, sabotaj, vedizî, kemîn, derblêdan û gelek taktîkên din derb li leşkerên Hûlûsî Akar tên xistin.

BERXWEDANA XURT A KU WÊ DI DÎROKÊ DE CIH BIGIRE

Şerê ku hêzên YJA Starê dikin ji bo têkoşîna berxwedanên hemû jinên dinyayê wê bibe çavkaniya moral û tecrubeyek mezin derxistiye holê. Berxwedaneke xurt tê kirin. Ruhê êrîşê yê heval Mizgîn Ronahî, ruhê fedaî yê heval Avzem, tarza heval Viyan a ku li ber dijmin bû asteng, cesaret û fedakariya heval Şervîn, armanca serkeftinê ya heval Şaristan û bi çalakiyên xwe yên ruhê Apoyî mohra xwe li dîroka têkoşînê dane.  Çalakiyên YJA Starê yên li ser xeta van hevalên me geş dibe, careke din nîşan dide ku dijmin bi ser neketiye. Şer bi giranî didome. Em hêzên HPG û YJA Starê jî em ê li ser xeta fedaî li ber xwe bidin, serkeftinê bi dest bixin, bi Rêbertiya xwe li Kurdistana azad alaya berxwedanê ya ku şehîdan ji me re mîrat hiştine, em ê vê têkoşînê bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Divê xwepêşandan ne li dijî parlemento, li dijî navendên Tirk be!

Nivîsa Pêş

KJK: Divê jin û tevahî civak, li ber êrîşên qirkirinê bê deng nemînin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
KJK: “Bi saya berxwedana grevên birçîbûnê, deriyekî nû hate vekirin”

KJK: Divê jin û tevahî civak, li ber êrîşên qirkirinê bê deng nemînin

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li Sîrê li dagirkeran dan

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo li Sîrê li dagirkeran dan

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.