Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê du gerîlayên ku di 2021’an de şehîd bûne bi bîr anî

HPG'ê 2 gerîlayên ku li qadên Cûdî û Xerzanê di sala 2021'an de şehîd bûne, bi bîr anî û got; "Hevalên me Amara û Canfeda, bi berxwedana xwe ya mezin pêşengtî ji têkoşîna li Bakurê Kurdistanê kirine."

Edîtor: Nucan Serdoz
05/08/2022 - 11:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
HPG’ê du gerîlayên ku di 2021’an de şehîd bûne bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniya Hêzên Parastina Gel “HPG”, daxuyanî da û 2 gerîlayên ku di sala 2021’an de şehîd bûne bi bîr anî û got; “Hevalên me Amara û Canfeda li qadên Cûdî û Xerzanê têkoşiyane û di çalakiyên xurt ên li dijî dijmin de cih girtine û xwestine têkoşîna azadiyê ya gelê me bi serfiraziyê tacîdar bikin. Wan bi berxwedana xwe ya mezin pêşengtî ji têkoşîna li Bakurê Kurdistanê kirine.”

Daxuyaniya ku hatî dayîn bi vê rengî ye;

“Gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet ê dewleta Tirk li her dera Kurdistanê têkoşîna xwe bi îrade û biryardariyeke mezin didomîne. Di têkoşîna azadiyê de hêzên me yên li Bakurê Kurdistanê wekî her carê mîsyona xwe ya dîrokî bi cih tîne. Dema ku têkoşîn di şertên dijwar de didome û dijmin hemû derfetên xwe seferber dike û êrîşan dike, ev tişt dibe sedem ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê têkoşîna xwe geştir bike. Ji ber vê têkoşîna ku tê kirin jî gelekî dijwar e. Sala 2021’an jî bûye saleke ku li Bakurê Kurdistanê têkoşîna me geştir bûye û derbên giran li dijmin hatiye xistin. Bêguman berdêla vê têkoşînê jî tê dayîn. Hevalên me Amara û Canfeda li qadên Cûdî û Xerzanê têkoşiyane û di çalakiyên xurt ên li dijî dijmin de cih girtine û xwestine têkoşîna azadiyê ya gelê me bi serfiraziyê tacîdar bikin. Wan bi berxwedana xwe ya mezin pêşengtî ji têkoşîna li Bakurê Kurdistanê kirine. Em van hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin, malbatên wan ê hêja di serî de, ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye;

 

Nasnav: Amara Rojbîn
Nav û paşnav: Cemîle Çîftçî
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dê û bav: Dewlet – Cûma
Dîrok û cihê şehadetê: 22’ê Îlona 2021’an / Cûdî

 

 

Nasnav: Canfeda Gever
Nav û paşnav: Adnan Olmez
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Qazê – Cemal
Dîrok û cihê şehadetê: 23’ê Mijdara 2021’an / Xerzan

 

AMARA ROJBÎN

Hevrêya me Amara li navçeya Westan a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata hevrêya me ji destpêka salên 90’î ve sempatiyek û eleqeyek wan a bi têkoşîna me re hebû. Ji ber vê çendê malbat tevlî gelek karî dibe û bi vê hişmendiya welatparêziyê zarokên xwe mezin dike. Hevrêya me Amara di nava malbateke wisa welatparêz û Kurdistanî de mezin bû, kesayeta wê bi vî awayî teşe girtiye. Di ciwantiya xwe de zêdetir bi têkoşîna me ya azadiyê re eleqedar bû û hewl da ku fêm bike. Hevrê Amara ku hewl dide partiya PKK’ê ji çavkaniyê hîn bibe, biryardariya xwe ya têkoşînê roj bi roj bi awayekî zelaltir nîşan da. Hevrêya me Amara ku berê gerîla dîtibû û ji jiyan û têkiliyên hevrêtiyê bi bandor bibû, di bin bandora gerîlayên jin ên dîtî de ma û ew ji xwe re kir mînak. Hevrêya me Amara ku ji hevrêyên xwe yên jin ên ku ber bi azadiyê ve gav avêtin bandor bû, rêbaza têkoşîna xwe jî bi vî rengî diyar kir. Di sala 2012’an de li qada Garzanê şehadeta 15 hevrêyên me yên jin ku di nav wan de gerîlayên jin ên dîtî hevrê Amara jî hebûn, bû sedema hêrsa li dijî dijmin mezintir bibe. Gihîşt wê baweriyê ku tola van hevalan ancax bi rakirina çekê û mezinkirina têkoşîna li dijî dijminê qirker dikare were hildan û di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêya me Amara ku li herêma Garzanê tevlî nava refên gerîla bû, demeke kin li vê qadê ma û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Her çiqas demeke dirêj li herêma Bakurê Kurdistanê nemîne jî tecrûbeyek mezin bi dest xist. Ji ber vê yekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, zêde zehmetî nekişand. Hevrêya me Amara ku nêzî 2 sal li herêma Garê xebat da meşandin, xwest bi perwerdekirina xwe ya leşkerî û bîrdozî bibe gerîlayeke jin a jêhatî.

Di nîveka sala 2015’an de bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker re, derbasî herêma Cîlo bû, ku hemû gerîla dixwest biçe wir. Hevrêya me Amara ku demeke dirêj li Cîlo gerîla bû, li vir tecrûbeyek mezin a leşkerî bi dest xist. Hevrêya me Amara ku li herêma Cîlo ya bi çiyayên xwe yê dijwar tê naskirin, bi şerekî mezin ê îradeyê li ber xwe da, di gelek çalakiyên li dijî dijmin de hate pêşxistin de cih girt û di serkeftina van çalakiyan de erkên girîng girt ser xwe. Hevrêya me Amara ku li herêma Cîlo ezmûna xwe ya yekemîn a fermandariyê bi dest xist, bû yek ji fermandara pêşeng a YJA Starê.

Hevrêya me Amara ji bo têkoşîna dijwar a li Bakurê Kurdistanê bide meşandin amade bû û gihişte wê baweriyê ku ji bo vê pêwîste xwe zêdetir di warê îdeolojiyê de pêş bixe. Ji ber vê sedemê hevrêya me Amara ku di Akademiya Şehîd Bêrîtan de ku akademiya jinên azad e perwerde dît, ligel bi dehan hevalên xwe yên jin re perwerde dîtin, weke şanseke mezin dît. Di tevahiya pêvajoya perwerdehiyê de baldariyek kûr jiya. Hewl dida ku bandorên jiyana serdest a mêr li ser jinê derbas bike û bi vî rengî rêgezên jin a azad di kesayeta xwe de bi cih bike û di warê leşkerî de jî xwest xwe bi pêş bixîne da ku taktîkên gerîla yên serdema nû bi kar bîne.

Hevrêya me Amara ku bi kûrbûna xwe ya li her du qadan de serketinek mezin bi dest xist, berê xwe da Botanê, herêma Cûdî ya ku hemû gerîlayên azadiyê dixwestin biçin. Hevrêya me Amara ku li qada Cûdî gelek caran operasyonên dijmin vala derxistibû, beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin bû. Û weke Fermandara YJA Starê erka xwe ya pêşengtiyê bi serketî bi cih anî.

Hevrêya me Amara ku bi xwezayîbûn, sadebûn, hevrêtiya xwe ya jidil û tevlîbûna bênavber di nava xebatên şoreşgerî de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak, di 22’ê Îlona 2021’an de di şerê li qada Cûdî de heta nefesa xwe ya dawî şer kir û gihişt şehadetê. Em soz didin ku em ê layiqî hevrêtiya xwe ya germ û ji dil a hevrêya Amara bin ku ku mîraseke mezin a têkoşînê ji me re hiştiye.

CANFEDA GEVER

Hevrêyê me Canfeda li Geverê di nav malbateke ji eşîra Qaşûrî ya welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbat û derdora wî welatparêz e hevrêyê me Canfeda hê di zaroktî de têkoşîna me ya azadiyê nas kiriye. Ji ber ku li Geverê mezin bûye, wî rastiya dijmin û berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kiriye. Ji ber vê hevrêyê me Canfeda ne xerîbê têkoşîna azadiyê ya li Kurdistanê ye. Hevrê me Canfeda xwe li hemberî gelê me berpirsyar dîtiye û ji ciwaniya xwe şûnde di qadên cihê yên têkoşînê de cih girtiye. Wî bawerî pê aniye ku azadiya gelê me bi mezinkirina têkoşîna çekdarî dikare pêk were û di sala 2013’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye.

Dema ku tevlî nav refên gerîlayan bûye ji ber ku li Kurdistanê jiyabû, zû hînî jiyana çiya û gerîla bûye. Wî bi heyecan û moralekî mezin perwerdehiya şervanên nû temam kiriye û xwestiye ji şerê li Kurdistanê re bibe bersiv. Dema ku êrîşên hovane yên DAÎŞ’ê gelekî zêdetir bû, li hemberî çeteyan li gelek qadan şer kiriye û di warê leşkerî de xwe bi pêş xistiye û tecrubeyên mezin bi dest xistiye. Di şer de carekê bi giranî birîndar bûye û bi îradeke xurt pak bûye û têkoşîna xwe domandiye. Hevrê Canfeda 4 salan li dijî DAÎŞ’ê bi awayekî çalak şer kiriye û di warê têkbirina van çeteyên dijminên mirovayetiyê jî kedeke mezin daye. Hevrê Canfeda li akademiyên leşkerî tevlî xebatên perwerdehiyê bûye û di perwerdehiyan de xwe di warê leşkerî û îdeolojiyê de pêş xistiye û xwe tevlî nav projeya avakirina ji nû ve ya gerîlayan kiriye. Hevrê Canfeda kesekî jîr û xebatkar bû û di her kêlîka jiyana xwe de ked daye û dizanibû ku azadî bi kedeke mezin dikare pêk were. Hevrê Canfeda demekê li qada Heftanînê maye û di eniyên pêş de şer kiriye, tevlî gelek çalakiyên xurt bûye. Wî tecrubeya pêşîn a fermandariyê li qada Heftanînê bi dest xistiye, bi tarz û tempoya xwe bûye fermandar û milîtanekî pêşeng.

Piştî pratîka xwe ya serketî ya li Heftanînê wî pêşniyaz kiriye ku biçe qada Bakur û li ser vî esasî derbasî Xerzanê bûye. Ew tevlî çalakiyên xurt ên di sala 2021’an de li Xerzanê bûye û tarza xwe ya encamgir li vê derê serketî pêk aniye. Hevrê Canfeda bi israra xwe ya di têkoşînê û bi helwesta xwe ya bi îddîa wê her dem ji me re bibe mînak. Em soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarekî baş ê hevrê Canfeda û ji bo ku em xeyalên wan bi cih bînin, em ê bi hemû hebûna xwe têkoşîna xwe bidomînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Cezayê hucreyê li Fatma Ozbay a bi nexweşiya pençeşêrê hate birîn

Nivîsa Pêş

Girtiyên Behdînanê yên li dijî bê heqiyê di grava birçîbûnê de ne, rewşa wan giran e

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Girtiyên Behdînanê yên li dijî bê heqiyê di grava birçîbûnê de ne, rewşa wan giran e

Girtiyên Behdînanê yên li dijî bê heqiyê di grava birçîbûnê de ne, rewşa wan giran e

Dîmena hovîtiya li dijî penaberan derket holê

Dîmena hovîtiya li dijî penaberan derket holê

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.