Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Bîranînek pîrozbahiya 8’ê Adarê li Şengalê

Edîtor: Nucan Serdoz
04/08/2022 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Bîranînek pîrozbahiya 8’ê Adarê li Şengalê
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Bajarê Şengal ,bajareke kevnare, piraniya şêneyên wê ji bawermendê Êzidî pêk tên. Lê di heman demê de gelê Kurd ê ku bûne misliman jî di bajêrî de dijîn. Lê belê gelê Êzîdî di 74 komkujiyan de derbas bûne, ev yek bandorek gelek mezin li ser wan çêkiriye. Bi taybet dema gelê Şengalê dibin desthiladariya rejîma Sedam da bûn, bi êrîşên gelek dijwar re rû bi rû mabûn. Li ser gelên herêmê ev êrîş hatibûn çêkirin. Ev yek bandorek neyênî û gelek mezin li ser wan dabûn çêkirin. Bi taybet ev yek di nava gelê Şengal de bertekên gelek tûnd dabû çêkirin. Beramberî desthiladariya BAAS ev bertek dihatin jiyankirin. Bê guman di warê dayîn û sitandinê de bi têkiliyên gelê herêmê re gelek teng hiştibûn. Ev di bû sedem ku di nava xwe de bi awayekî xwezayî bijîn. Mirov dikare bêje ku civakeke komînal û sade bû.

Di nava xwe de rêzdarî, mêvanperwerî, xwedî bawerî û girêdana bi axa xwe re di asta herî jor de bidest girtin di nava gelê Êzîdî de wek taybetmendiyên civakî dihat jiyankirin. Dilsoziya Gelê Êzîdî bi welat re gelek bihêze. Rexmê ku gelek di gelek demên zehmet re derbas bibûn ev dilsoziya wan bi awayeke bihêz berdewam dikir. Lê di heman demê de di warê civakî de zihniyeta zayendperestî gelek serwer bû. Heşmendiya zilamsalarî gelek bihêzbû. Çawa ku ev zihniyet li seranserî Kurdistan ê bi bandore, bi taybet li Şengal ê hîn zêdetir serwere. Ji ber kêmperwerdehî û bandora zîhniyeta desthilatdariya zilam rista jinên Êzîdî di nava civakê de gelek bi sînor bû. Êrîşên hovane li ser wan dihatin meşandin. Ji ber nezanî bandorên civaka mêr jin bê perwerde hatine hiştin. Here wiha ji dîrok, berxwedan û serhildanên jinên Kurd û cîhanê bê agahdarin. Mînak weke roja tundiya li ser jinan, roja jinên kedkar yên cîhanê û rojên taybet yên jinan di nava gelê Êzîdî û bi taybet jinên Êzîdî de nebûne mijarên niqaşê. Haya jinên vir ji van rojan çênebûye. Ev jî dibe sedem ku ev jin beşdariya xwe bi awayeke netewî û bi hestên jin tî ji van rojan re nedin çêkirin.

Lê dema Tevgera Azadiya Jin derbasî bajarê Şengal bû, ev rewş li pêş bi baldarî hatiye nirxandin û li ser mijara perwerdehî û rêxistinbûnê hatiye rawestîn. Bi taybet li ser mijara Dîroka Jin nîqaş hatine pêşxistin. Ev yek di nava jinên Şengal de bû ciyê şanazî û bexteweriyek gelek mezin. Ji ber ku em dizanin asta civaka zane û gîhandî asta zanîna bingehîn bi rêya zanîna jinê tê bidestgirtin. Lê dema em di nava jinên Şengal da di xebitîn despêkê em bi gelek zehmetiyan re rû bi rû hatin.

Jin bi xwe ne bawer bûn, herdem rexmî ku zilam gelek zehmetî jî didan wan, lê ji ber tirsa ji zilam bi wan re gelek girêdayîbûn. Ev yek di nava jinên Şengal de, di despêkê de gelek bihêz bû. Bi serê xwe nikaribûn di derbarê xwe de biryar bidana. Zilamên Şengalê ji jinan re digotin; qîçik. Bi peyva Qîçik keç û jinên xwe binavdikirin. Jinan ji zarokê xwe ê keç an jî jin re digotin; kurê min. Ev yek gelek bala min dikişand û pirsnîşanek di serê min de dida çêkirin? Gelo çima welê ji bo keçê xwe dibêjin? Lê ev mijar pêwîst bû ku bi aweyekî bingehîn li ser bihata sekinandin. Em jî wek servanên azadiya jin, bi ramanên Rêbertiya xwe Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan, me di nav bernameya xwe de bicih kir. Me hedef kir ku em di heşmendiya civaka gelê Êzîdî de guhertin û veguhertinê bidin pêşxistin. Me hewil da di destpêkê de bi dayîn û standinên têkiliyên civakî yên xwezayî ev rewş were sererastkirin. Me ev rêbaz di nava gel de da despêkirin. Gava duyemîn perwerdekirina jinan bû. Di heman demê de me ji bo qadên perwerdehiyê hinek navend hatin vekirin. Lê xala herî tirajîk û dilbiêş ew bû ku jin ne dihatin van qadan. Li şûna ku jin werin di van qadan de xwe perwerde bikin an jî bikevin nava lêgerên nû zilam dihatin navendên jinan. Dema me digot; çima jinê we nehatine: di gotin ew tiştekî nizanin hevalê! Jinên me bê heşin, ew tu tiştekî fem nakin. Dema me digot; ev navend ciyê jina ye, me bi taybet ji bo jinan vekiriye, ne ciyê zilamaye, di gotin; ma çi ferqe hevalê (!) Lê ev yek tucarî gav bi me paşve nedida avêtin. Hîn zêdetir israr û înada me zêde dikir, ji bo em vê rewşê veguherînin. Lê tê zanîn ku hertim pêdivî bi guhertina zihniyeta zilamsalarî heye.

Heta em bikaribin jin ji malê derxin nav qadên rêxistinê pêwîstî bi karekî xwurtir heye.

Gava duyemîn, me hewil dida ku em jinan bi rêya perwedekirina waneyan fêrî perwerdeya bi zimanê Kurdî an fêrî dirûtina cil dûritinê bikin. Dema liv û tevger gihîşt astekê, me xwest bi rêya Cejna Jinên Cîhanê em wan kom bikin û bînin gel hev du. Lê dema me jinên Şengal kom kirin, encax me dikaribû 50 jin kom kiribana. Bi liv û tevgerek mezin ev kar hat meşandin. Lê dema me dest bi civînkirî, ji bo em wateya 8 ê adarê bidin venasîn, em dikarin bêjin erênî derbas bû. Lê dema me jin derxistn derveyê navendê û me bi dest bernama şahiyê kir, carekê me dît ku zilam li derdora navendê kom bûne û dibêjin ma ev çiye?

Digotin; Zilam li ser xanîyan li jinê me tameşedikin!

Em vê yekê napejirînîn.

Namûsa me çû.

Bi vî rengî şer û pevçûn hate despêkirin, dengê zilaman bilind bûn, bû hêle wêla wan. Lê dema me destwerdana vê rewşê kir, cejin û bernameya me tevlîhev bû. Şahî vegeriya şer û wek ku şerê Înanna li hemberî zilamê dizek Enkî di ber çavên min re derbas dibû. Çawa ku zilamê hesûd û dizek 104 ME yên jin ji dest girtin heman rewş jiyan dibû. Zilaman li hemberî vê şahî û roja jinan xwe negirtin. Ev roja di dil û mejiyê jinan de ya ku jinûve dihat vejîn ji bo zilaman rewşeke ku nedihat pejirandinê bû.

Jinan vê carê gotin; na hûn nikarin vê roja ku salê carekê ji me re hatiye veqetandin asteng bikin.

Dema em vê rewşê binirxînin, em dibînin ku rewşekî gelek bi êş li wir heye. Çawa ku jinan li hemberî kedxwariya zilam serî hildan û serî ne tewandin, liber xwe dan mirov dikare bêje ev jî hewildana jinên Şengalê ya yekem bû ku li hemberî zordarî û astengiya zilam serê xwe netewandin. Ew roja ku bi şer û pevçûnan derbas bû, da nîşandan ku rojek jinan heye.

Belê, di despêka rojeke wisa de, jinan serî li hemberî zilaman netewandin û îro em dibînin ku jinên Şengalê, li hemberî çeteyên hovane yên DAÎŞ ê jî serî netewandin. Îro bi lehengî gelek bihêz û biheybet şerê bi wêrek û bi fêdakariyek mezin ji bo axa welatê xwe biparêzin didin meşandin. Destanê biheybet di nexişînin li ser rupelên dîroka jinan. Jinên ji baweriya Êzdanî û Şengalî Destana Derwêş û Edûlan ya ku li ser Çiyayê Şengalê didane meşandin ji bo xwe kirin nexşeya rê û li ser şopa wan têkoşiyan. Bi vî sozê serkeftinê vê tekoşîna xwe îro jî, jinên ciwan ango bi devoka Şengalî Qîçik bajarê xwe diparêzin û destanan ji nû ve dinivîsînîn. Bi dengekî bilind qîr dikin û dibêjin em ne namûsa tu kesîne, namûsa me îro axa Şengala me ye.

Ji pênûsa Dîrok Qehreman

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Egîdiya mirov bi soza xwe ye

Nivîsa Pêş

Rastiya civakî û rewşa jinan li Şengalê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Rastiya civakî û rewşa jinan li Şengalê

Rastiya civakî û rewşa jinan li Şengalê

PKK: Hevrê Delîl Welat felsefeya Rêber Apo di jiyanê de zindî girt

PKK: Hevrê Delîl Welat felsefeya Rêber Apo di jiyanê de zindî girt

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG nasnameya 5 gerîlayên ku di sala 2017’an şehîd bûn eşkerê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • EMÊ KARIBIN DEV JI 3 HEZAR ŞEHÎDAN BERDIN?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.