Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Hevrê Delîl Welat felsefeya Rêber Apo di jiyanê de zindî girt

Komîteya Hevgirtina bi Malbatan Şehîdan a re ya PKK’ê Delîl Welat (Hasan Mahmûd Bozo) yê ku di 19'ê Îlona 2019’an de şehîd bibû, bi bîr anî.

Edîtor: Nucan Serdoz
04/08/2022 - 9:18
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
PKK: Hevrê Delîl Welat felsefeya Rêber Apo di jiyanê de zindî girt
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Komîteya Hevgirtina bi Malbatan Şehîdan a re ya PKK’ê diyar kir gerîlayê azadiya Kurdistanê Delîl Welat (Hasan Mahmûd Bozo) di 19’ê Îlona 2019’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketiye.

Komîteya Hevgirtina bi Malbatan Şehîdan a re ya PKK’ê derbarê şehadeta Delîl Welat ev daxuyanî da.

“Li hemberî êrîşên dewleta Tirk, mêtingeriya modernîteya kapîtalîst û hevkariya xayîn ji bo gelê Kurd qir bike û Kurdistanê dagir bike, gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zap, Avaşîn, Metîna û Botan di serî de li her axa welatê me berxwedaneke destanwerî dike ku qehremaniya deman derbas dike. Di vê serdema dîrokî bîranîna şehîdên me yên nemir, parçekirina qirkirinê ya li ser rêberiya wan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe pêdiviya sereke ya girêdana bi bîranîna wan. Şehîdên me afirînerên sereke yên jiyaneke bi rûmet in. Li ser vî esasî di her kêlîka jiyana xwe de divê em li hemberî qirkirin û dagirkeriyê têkoşînê geştir bikin, em şehîdên xwe bikin jiyanê û têkbirina dijmin çawa ku ji bo me rêgezeke exlaqî ye, bi qasî wê jî peywireke mezin a rêhevaltî û welatparêziyê ye. Wan di şertên herî giran de canê xwe li hemberî qirkirin û dagirkeriyê kirin mertal.

Li her bihusteke axa Kurdistanê ya ku mala gelan e, wan xwîna xwe herikandin, bûn hêvî û ruhê jiyaneke azad.Gelê me yê welatparêz zarokên xwe yên herî bijart ji bo azadiya welat ber bi nemiriyê ve şandin. Em serbilind in ku em hevrêyê wan in. Em bawer in malbatên hêja yên şehîdên me yên qehreman wê hemû gelê me yê welatparêz baweriya jiyana azad a ku wan ji me re mîrate hiştine û li hemberî bawerî û qirkirinê israra wan a berxwedanê, bidomînin û ji ber vî tiştî serbilind in. Li ser vî esasî di 19’ê Îlona 2019’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hevalê me Delîl Welat (Hasan Mahmûd Bozo) tevlî nav karwanê nemiran bûye. Em di şexsê hevrê Delîl de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata Bozo û gelê xwe yê welatparêz re dişînin.

DI SALA 2012’AN DE DI NAV XEBATÊN ÇANDÊ YÊ ŞOREŞÊ DE CIH GIRT

Hevrê Delîl Welat di sala 1993’an de di nav malbateke welatparêz de ji dayik dibe. Di salên pêşîn ên geşedana têkoşîna azadiya Kurdistanê ya ku bi pêşengiya PKK’ê hate destpêkirin, malbat û derdora wî têkiliyê bi têkoşîna azadiyê re datîne. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de piştî pêngava gerîla ya mezin li her dera Kurdistanê tevlêbûna nav refên gerîlayan çêdibe, ji Rojava jî ya ku hêviya jiyana azad a dinyayê ye jî bi hezaran jin û mêr ji bo ku Kurdistan ji dagirkeriya dijmin rizgar bibe, tevlî nav têkoşînê bûne.

Ji bajarê Amûdê jî yê ku berê berxwedaneke mezin tê de hebû, gelek kes tevlê bûne û zarokên nû ji dayik bûne bi van çîrokên tevlêbûnê mezin bûne. Heval Delîl Welat di nav rastiyeke wisa de mezin bûye.  Li ciha ku lê mezin bûye bi taybetiyên xwe yên li ser biryara xwe, ji bo baweriyên xwe heta dawiyê têbikoşe bal kişandiye ser xwe. Dema ku gihişt ciwaniya xwe, axa ku ew lê ji dayik bûye malovanî ji şoreşeke mezin a civakî re kiriye. Şoreşa neteweya demokratîk a Rêber Apo li Rojava zindî dibe. Di sala 2012’an de dema ku li Rojava pêvajoya şoreşê dest pê kir, hevalê me Delîl Welat jî tevlî nav xebatên çandê yên vê şoreşê bû. bi hezkirin, hêviya jiyana azad, coş û kenê li ser rûyê xwe bû kessê herî bi biryar û ciwan ê şoreşê.

DI PÊNGAVA ŞEHÎD RÛBAR QAMIŞLO DE CIH GIRT

Heval Delîl ji bo rizgarkirina welatê xwe û ji bo ku gelê wî di hewirek azad de bijî, ji Rojava tevlî dibe û kedek mezin dide. Xwişka wî ya mezin beriya wî tevlî têkoşîna azadiyê dibe.Her çiqas ev coş bandor li Delîl kiribe jî, bandora sereke girêdana wî ya mezin a ji bo Şehîdan bû. Di wê baweriyê de bû ku divê ji bo her şehadetê tol bê hildan û li gorî wê jiya. Li ser vê bingehê şehadeta hevalê me Delîl Hesekê bû sedema herî mezin ku hevrêyê me Delîl di nava têkoşîna azadiyê de cih bigire. Piştre di sala 2013’an de dema ku hevalê Welat Botan ê ku pê re xebitî şehîd ket, biryar da ku bibe têkoşerê azadiyê û navê xwe weke Delîl Welat diyar kir. Heval Delîl ê ku di hemû jiyana xwe de karîbû bibe kesekî cuda, bi tevlîbûna xwe jî ferqeke mezin çêkir. Heval Delîl ê ku bûye nîşaneya girêdanbûna bi şehîdan û welat re, tevlîbûna xwe ya PKK’ê, bi coşek mezin tevî malbata xwe pîroz dike. Coşa ku wî ji bo tevlîbûnê hîs kir, di meşa wî ya pêş de jî tu carî neguherî.

Hevrêyê me Delîl Welat di sala 2013’an de li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk a dagirker û mêtîngerên modernîteya kapîtalîst ew xwedî kirine, bi awayek çalak tevlî Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo bû û ji bo rizgarkirina Rojava rolek mezin di têkbirina çeteyan de lîst. Hevrêyê me Delîl ku piştî di şer de birîndar bû di qada tenduristiyê de dest bi xebatê kir, bû xwediyê pratîkeke ku di rêhevaltiyê de kûr bû, li ser esasê kûrbûna di felsefeya Rêbertiyê de jiya û têkoşîna li dijî dijmin ji xwe re weke erkeke bingehîn dît. Ji bo heval Delîl rast jiyîn, her tim bûye pîvan ji bo wî. Ruhê wî serkeftinê ku tu astengiyan nas nake, bi jêhatiya xwe yê pratîkî gelek pêşketinan pêk tîne.

LI XINÊRÊ BÛ GERÎLAYEKÎ SERKEFTÎ

Heval Delîl Welat ku di sala 2017’an de ji bo bibe têkoşerek azadiyê yê bi hêztir, di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibe û PKK’ê baştir nas bike, li Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan perwerde dibîne. Hevrêyê me Delîl Welat ê ku encamên xurt ji perwerdeyê girt, ruhê mezin ê 15’ê Tebaxê qezenc dike û li Qada Xinêrê dibe gerîlayekî jêhatî.

Heval ku ji kêliya yekemîn heta şehadeta xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt, felsefeya Rêber Apo di jiyanê de zindî girt. Hevrêyê me Delîl Welat ku heta Îlona sala 2019’an bêyî ku ji coş, heyecan û meşa xwe ya biryardar paşve biçe, bi hezkirineke mezin ber bi her xebatê meşiya. Di 19’ê Îlona 2019’an de di encama êrîşa hewayî ya ji aliye dewleta Tirk a dagirker li Herêma Parastinê yên Medyayê pêk anî, tevlî karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên têkoşer em careke din di şexsê rêhevalê xwe Delîl Welat de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin û bi têkbirina dijminên qirker ên faşîst re bigihêjin Rêbertiya azad û Kurdistana azad.”

Agahiyên nasnameya şehîd Delal Welat wiha ne:

Navê kod: Delîl Welat

Nav paşnav: Hesen Mehmûd Bozo

Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1993/Amûdê

Navê Dayikê: Alya

Navê Bav: Mehmûd

Dem û Cihê Beşdarbûnê: 2013 /Amûdê

Dem û Cihê Şehadetê: 19’ê Îlona 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rastiya civakî û rewşa jinan li Şengalê

Nivîsa Pêş

Di pêşengtiya ciwanan de fermana 3’ê Tebaxê hate şermezar kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Di pêşengtiya ciwanan de fermana 3’ê Tebaxê hate şermezar kirin

Di pêşengtiya ciwanan de fermana 3'ê Tebaxê hate şermezar kirin

Milîsên HBDH’ê ji bo silavkirina Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî kirin

Milîsên HBDH'ê ji bo silavkirina Pêngava 15'ê Tebaxê çalakî kirin

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.