Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Egîdiya mirov bi soza xwe ye

Edîtor: Nucan Serdoz
04/08/2022 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
Egîdiya mirov bi soza xwe ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Ji dahûrandinên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan….

Em dixwazin di vê salvegerê de sozekê bidin. Bi ketina sala 20. re em soza yekîtiya partiyê bidin. Lê bi vê nelîzin. Ger hûn rast soz bidin, mirina we nîne. Dê ew sozên ku êş didin we, tiştên we tengav dikin tev ji holê rabin. Bi vî rengî nirxa soza ku em di salvegerê de bidin heye. Heta niha we soz da, lê we nemeşand. Niha bidin. Piştî bîst salan em dîsa jî razî ne. Lê ger hûn soz bidin, nikarin devjê berdin. Carek din dibêje; “Silav”, soza ku dayî jî ji bîr dike diçe. Ger hûn wisa bikin, hûn minafiqên mezinin û rast jî nabin. Çima Kurd sererast nebû? Ji ber xwedî li soza xwe derneket, xwe xapand û bi xwe kenî. Hemû cîhan bi we keniya. Mezinbûna min çiye? Mezinbûna min, xwedî li soza xwe derketine. Lê belê li ser bingeha rast bi soza xwe ve girêdayî me. Ne ji bo keyfa min wisa dixwest, mezin bibim an jî baştir li xwe binêrim bû. Ez bi soza milet û siyaseta mezin re me. Di radeya hêza xwe de bi xebata xwe heme, ez bi soza xwe re heme. Mezinbûna min di vir de ye û ez di vê mijarê de jî duristim. Ne xwe nexweş dibînim, ne jî weke we dinalim û digirîm. Bi vî rengî jî sedema evqas mezinbûna min, li ser bingeha van rastiyan çêbû. Niha hûn jî mezinbûnê dixwazin û elbet ev jî mafê we ye. Lê bi wêrekî û duristî li ser rastiyan rawestin. Hûn çima evqasî biçûk dimînin? Nexasim vê ji hevalan re dibêjim. Hûn tev ritbe dixwazin, dixwazin bibin fermandarek mezin. Nexwe bi soza xwe re bin, bi soza partiyê re bin û mezin bibin. Li ser hevalên xwe zehmetiyan ferz bike, bixapîne û bi derfetên partiyê bilîze, paşê jî bêje; “Ez bûm fermandar, nizanim bûm fermandarek çawa!” Na, misoger hûnê dev ji vê hesabê berdin. Ger hûn bikarin bi soza partiyê û esasên partiyê re bi vî rengî xebatan bi hev ve girê bidin û her tiştî li gorî vê berçav bigirin û pêk bînin, wê demê hûn mezinin. Hingê hûn dikarin hemû xebatan bikin û xwe bigihînin serkeftinên mezin. Êdî bese, van xalên vedibêjim fêm bikin. Vê kesayeta sivik û nerim a dijmin dayî we berdin û nêzî min nekin. Dîsa van bi taybet ji hevalan re dibêjim. Hûn têne vir, em bi salan ji we re xizmetê dikin. Egîdiya mirov bi soza wî re ye. Min ji deh saliya xwe ve dayîk û bavê xwe terikandin. Ez alîgirê egîdî û rastiyame. Bi salan min xwe bi tena serê xwe xwedî kir. Em evqasî alîkarî û pişgiriya we dikin. Ger hûn nikarin vê bikin, em nikarin we bipejirînin. Hûn nikarin azadiya çewt ji me bixwazin. Bi nêzîkbûnên weke gotinên; “Keyfa min dixwaze, dixwazim wisa bijîm” ve ne hûn dikarin wisa xwe bidin jiyîn, ne jî şerek wisa tê pejirandin. Ji bo me kargerî û cidiyet hewce ye. Dijmin beramberî te çiqas cidî û rehete? Cendirmeyek çiqas cidî ye? Em li cendirmeyek Tirk ê beramberî fermandarek me binêrin: Tevî ku ew bîst û çar demjimêran li ser kargeriya xwe radiwestin, yê me rojekê jî li ser kargeriya partiyê ranaweste, vêca dibêje; “Ez fermandarim, hema hema ez jî bûm rêber.” Vaye divê mirov dijminê xwe bibîne û beramberî wî jî xwe binase. Hûn çima xeflet û xapandinê dipejirînin? Dev ji vê berdin. Misoger ev ne karê me ye. Ger hûn rêzdariyê ji me dixwazin, dev ji van xalên ne rast berdin. Mirov bi fêlbaziya gundîtî ve nagihe ti cihî û sererast nabe. Hemû xalên destnîşan dikim, hûn tev jî fêm dikin. Yên nakin, misoger durist nabînim. Yê nake li gorî min sextekare, xafile û zerarê dide. Nabe mirov li beramberî vê rewşa we rêzdar be. Çiqas tu bigirî û tika jî bikî, beramberî vê rêzdarî naye raberkirin. Ma pêkane hûn min bixapînin? Hûn tenê dikarin mirovên cahil bixapînin. Çima di salvegera damezirandina partiyê de van vedibêjim? Bi rastî jî partiya me xwedî şehîdên mezine. Her şehîdek wê abîdeyeke. Em neçarin bi navê van şehîdan baxivin. Em neçarin bi hinek rastiyan re bin. Niha bi hezaran hevalên me di zindanê de ne. Em neçarin bi êşa wan ve girêdayî bin. Li serê çiyan bi hezaran hevalên tî û birçî hene. Em neçarin beramberî van durist bin. Soza PKK’ê eve. Li aliyê din, soza dijminê me jî mezine. Her roj dixwaze me tine bike. Em neçarin beramberî dijmin rawestin. Em nikarin di mijarê de xwe sist bikin. Mafê me nîne. Van xalên destnîşan dikim, her kes fêm dike. Ev zanista PKK’ê, siyaseta PKK’ê û rastiya PKK’ê ye. Ez çima heta niha teng bûm? Ne pir zehmet bû ku, rastiyan bigirim. Nexasim li welat, di nav şer de bi wan rastiyan lîstin. Şaşiyên ku dijmin fêrî we kirine, niha we ji xwe re kirine jiyan û ji me jî azadiyê dixwazin. Tiştên ku di xizmeta dijmin de ne nabin ên we. Nezantî, seresertî û tevlîhevî, ne xisletên we yên dijminin. Xeflet û îxanet ne ya jiyana we, ya dijmine. Dîsa ketin, her tim ketin ne ya we, ya dijmine. Bi mebesta van xwe nedin ber mirinê, xwe nexapînin. Bi rihek teng ve, jiyanek bê armanc ji dijmin maye û dîsa tiştekê nade we. Tenê leşkelêşiya we dide. Ev bêçaretî, ferdperestî û ev girî tev bermahiyên dijminin. Ev ji bo we nabe jiyan û dev ji vê berdin. Mirovê pêşketî, li gorî rastiyên civakê û rastiyên siyasetê ye; Dîn û îmana wî li ser rastiyane. Dixwazin vê ji destê we derbixin. Hûn jî van bixwazin û li ser van rawestin. Ev ji bo we jiyaneke. Dîsa jî ger hûn li vir bêjin; “Na nabe, ekît hinek ji vir, hinek ji wir”, hûnê gêjek bin û sererast jî nabin. Bi girî mirov ji jiyanê re nabe bersiv. Nexasim di vê demê de qet nabe. Dersa esasî dayîna mirovan nawestim. Derdê min ne eve. Derdê min eve: Emê perwerdeyek evqasî mezin bidin, lê hûnê jî vê negirin! Nexasim ev ji bo hevalên me yên xort wisa ye. Ev di nav partiye de bûne çete û eşqiya. Min eşkere ev vegot. Ger israr bikin, ezê wan zêdetir rezîl bikim. Mafê kesî tine vê bike. Nêzîkbûna dibêje; “Şer dikim, lê dimirim” ne raste. Şer ji bo jiyanê ye, ne ji bo mirinê. Mirin tê, lê hûn ne di ferqa hatina wê de ne. Şer, şerê jiyanê ye. Hûnê heta dawî şer wisa fêm bikin. Bi navê PKK’ê gavavêtin, ne ji bo nexweşiyên wisa ne di nav xeternakiyê de dana jiyîne. Ger we destpê kiriye bi navê PKK’ê bijîn, hûnê jiyanê li derdora xwe belav bikin. Hûnê jiyana milet û hevalên xwe tengav nekin. Berovajî hûn bi navê PKK’ê rêya jiyanê vedikin û jiyanê bilind dikin. Rastiya PKK’ê wisa ye. Ez di nav milet de jî fitne-fesadiyê napejirînim. Mafê we nîne hûn bi navê PKK’ê fesadiyê bikin. Ev derewin û berjewendî ne. Hûnê li ser bingeha adet û kevneşopiyên berê êl û binemaliyê nekin. Ger wisa bikin, hûn minafiqin. Ev nayê pejirandin, hûnê dev ji van berdin. Hûn di heftî saliya xwe de jî bin, wê ti nirxa giriyên we nebe. Rastî rastiye û ji bo me tevan derbasdare. Rastiyên Xweda ne, rastiya nebiyane, rastiyên xwediyên zanistî, feylesof û fermandarên mezinin. Hûn neçarin li cem van bin. Lê mixabin helwesta we ya herî mezin, weke jinan girî ye. Zanista we ya herî mezin, zanista fesadiyê ye. Kî bi vê mezin dibe û em çiqas mezin bûn? Ji bo we jî biryara PKK’ê, biryarek mezine. Biryara herî mezin jî, jiyana ku îro îflas kiriye ji xwe dûrkirine. Belê salvegera 20. a damezirandinê li ser bingeha van rastiyane. Ger hûn dixwazin tevlî bibin wisa ye. Ji bo hemû miletê Kurdistanê dibêjim. Ez wisa tevlî dibim, bi kesên wisa tevlî dibin re me. Ger hevalên me jî dixwazin xebat û şer bikin, rastiya PKK’ê wisa ye. Şênbere, li ber çavên we ye. Ger hûn wisa nêz bibin bi we re me, lê ne wisa bin hûnê rezîl bibin. Ger hûn bilîzin, dê hûnê bikevin. Hûn jî dibînin, Rêbertî mezine, lewra nikarin wî bixapînin. Hûn nikarin li gorî keyfa xwe jî bimeşin. Ma mirov bi qanûnek wisa dilîze? Kî bi vê qanûnê bilîze, wê destê wî bi xwe bişewite. Qanûna Rêbertiyê, ji qanûnên din ne lewaztire. Qanûnên Rêbertiyê, ne qanûnên bavê mine. Ev qanûnên şoreş û mirovahiyê ne. Ev qanûnên, qanûnê ne. Hûn neçarin bi van re bin. Ger hûn bi van re nebin, wê dest û serê we biçe. Ji bo rêzdariya we beramberî jiyanê çêbe, vê bangê dikim. Tê gotin; “Miletê me tevlî jiyanê nabe, ji jiyanê dûr ketiye, ji dîn û îmanê derketiye. Ji rastiya felsefe û siyasetê dûr ketiye. Ji rastiya kapîtalîzm û sosyalîzmê derketiye. Ti rastî nemaye.” Ji bo we jî tişta herî xirab eve. Rêbertî jî ji vê re dibêje; “Êdî bese.” We xwe xapand û hinek jî bi vê lîstin. Lê êdî bese! Vaye ji vir û şûn de rastiya PKK’ê heye. PKK berê lewaz bû, lê niha xurte. Mirov têr dike, her tiştî dide dest û mejiyê wan têr dike. Kurtasî her kesî têr dike. Lewra weke berê negirîn. Mafê we, ji vê re nîne. Bi derbasbûna sala 20. re xebat û şerê me li ser bingeha van rastiyane. Bendewariya me hûn xwe xurt bikin. Xwe rast çêbikin û xurt bikin. Van bikin, daku em ser bikevin. Hûn çima nakin? Hûn çima van nexweşiyan ji bo xwe jî, ji bo me jî dikin çavkaniya êşek mezin? Nexasim hevalên PKK’yî re dibêjim. Evqas sale em we îdare dikin, ma hûn evqasê ji me digirin, dîsa jî nikarin tiştekê li ser bingeha hevaltiyê bidin me. Hûnê bigirin, ger hûn negirin vaye emê jî we çete îlan dikin. Çete çiye? Betal, bêxêr, di nava PKK’ê de jiyanek erzan domandine. Na, ev ji bo ti kesî nayên pejirandin. Van ji bo hemû hevalên kevin ên PKK’yî ku dibêjin; “Navê min heye, şana min heye” dibêjim. Gelo tu bi xebata xwe ve sûdmendî yan na? Nirxê te heye yan na? Hevaltiya te li ser van bingehane. Rastiya PKK’ê eve. Rastiya Partiya Karkeran eve. Rastiya sosyalîzmê eve. Hûnê van tevan di mejiyê xwe de bicîh bikin. Ger hûn bicîh nekin encam şere. Wê şerê di nava partiyê de hîn mezintir bibe. Heta ku Rêbertî heye, hûn nikarin me bixin. Ya rû bide jî hûnê li xwe bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 04’Ê TEBAXA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla – Bîranînek pîrozbahiya 8’ê Adarê li Şengalê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla – Bîranînek pîrozbahiya 8’ê Adarê li Şengalê

Ji Pênûsa Gerîla - Bîranînek pîrozbahiya 8’ê Adarê li Şengalê

Rastiya civakî û rewşa jinan li Şengalê

Rastiya civakî û rewşa jinan li Şengalê

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.