Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

QSD: Li dijî sîxûr û ajanana me “Operasyona Sond” destpêkir

Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî sîxur û ajanan ên ku bûne sedema şehîdxistina hejmareke şervan û fermandarên pêşeng li seranserê herêmê, “Operasyona Sond” dest pê kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
31/07/2022 - 12:42
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Hewldana dagirkinê ya sê çeteyan vala hate derxistin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî têkildarî mijarê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya QSD`ê ya têkildarî mijarê wisa ye:

“Dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe dixwaze aramî û ewlehiya herêmên Sûrî bi giştî û bi taybet jî Bakur û Rojhilatê Sûrî hedef bike. Armanca xwe ew e ku bêistiqrarî û kaosê çêbike, bi vî awayî jî zemîn û şertên dagirkeriyê ava bike.

Ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne, gelek rêbazan bi kar tîne. Yek ji van rêbazan alîkariya eşkere û ya veşartî ji bo DAIŞ’ê ye. Herêmên dagirkirî yên di bin serweriya Dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, ji bo DAIŞ’ê bûye herêmên herî bi ewle ku xwe têde rêxistin bike, perwerde bike û êrîşî herêmên me bike. Kuştina herdû xelîfeyên DAIŞ’ê û gelek emîrên wê yên payebilind li herêmên dagirkirî îspata herî mezin a vê yekê ye. Heger ku herêmên dagirkirî ji bo xwe herêmên herî bi ewle nedîtiba, wê xwe li van herêman bi cîh nekiribana û wê ev der nekiribana biryargehên xwe.

Lê belê ji bilî destekdayîn û amadekirina DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker bi xwe jî yekser bi riya saziyên xwe yên îstixbaratê ji bo avakirina bê istiqrarî û aloziyan di nava liv û tevgerê de ne. Artêşa Tirk a dagirker û saziyên wê yên ewlekariyê di herêma me de xebateke berfireh a çêkirina sîxur û ajanan ava dikin. Ji bo vê xebatê bûdçeyeke mezin cûda kirine. Bi pêşxistina van xebatên sîxurtî û ajantiyê dixwazin ji hêlekê ve yekîtî û baweriya di nava civaka me de xirab bikin. Bê bawerî û gumanê çêbikin û wan ji nirxên herî pîroz ên civakî dûr bixin. Ji hêla din ve bi van rêbazên qirêj ên sîxurtiyê dixwazin fermandar û şervanên QSD, hêzên ewlekariyê, her wiha kesayetên ku di Rêveberiya Xweser de cîh digrin bixin hedef. Li ser vê bingehê heya niha bûne sebebê şehadeta gelek heval û şexsiyetên welatparêz û civakî yên nas kirî.

Li hember vê siyaseta dijminahî û qirêj a Dewleta Tirk ev demeke QSD tevî alîkariya saziyên Ewlekariyê xebateke berfireh dimeşîne. Ev xebat bi sebir, bi awayekî veşartî û bi asteke profesyonel tê meşandin. Di encama vê xebata lêpirsîn û şopandinê de gelek şaneyên ajan û sîxuran hatin tespîtkirin, bi îspat û belge sûcê wan hate belgekirin. Wek Hêzên Sûriya Demokratîk di çarçoveya vê xebatê de me “Operasyona Sond ê” dest pê kir. Ji ber dema ku hevalên me, fermandarên me yên hêja Rênas Roj, Sosin Bîrhat û Egîd Girkê Legê şehîd ketin, me soz dabû ku emê hesab ji faîlên wan bixwazin û van hemû êrîşan derbixin holê. Li ser vê bingehê me “Operasyona Sond” destpê kir. Ji bajarên Qamişlo, Til Temir, Hesekê, Şeddadê, Dêrazor, Reqa, Minbic, Til Temir û Kobanê 36 kesên ku di van şaneyên sîxurtiyê de cîh digrin hatin binçav kirin. Qismekî mezin ji vana ji ber ku belge û îspat di destê me de hebûn, di dema lêpirsînê de neçar man ku li sûcên xwe mikur werin. Qismekî hindik ji vana jî lêpirsîna wan berdewam dike. Van şaneyên sîxur û ajanan zirareke gelek mezin dane xelkê heremê û bûne sebebê şehadeta gelek însanên me. Destê vana di êrîşa hewayî ya li bajarê Til Temirê ku di dîroka 19 Tebaxa 2021’an de pêk hatî hebû û bûn sedema şehadeta rêheval Sosin Bîrhat, Egîd Girkê Legê, Rênas Roj û hevalên wan. Ango bi giştî bûne sedema şehadeta 6 hevalan. Her wiha sîxurên ku destê wan di şehadeta rêheval Dilar Heleb û 2 hevalên wê ku di dîroka 20 Nîsana 2022’an de li bajarê Kobanê şehîd bûne û ajanên ku di dîroka 20’ê Cotmeha 2021’an de bûne sedema şehadeta heval Hecî û rêhevalên wî jî di destê me de ne.

Di heman demê de ajanê ku li Herêma Dêrazorê, di dîrokên cuda de bûye sedema şehadeta 11 şervanên QSD’ê. Her wekî din gelek sîxurên ku agahî, vîdeo, wêne û kordînat ji Dewleta Tirk a dagirker re şandine bi riya çalakiyên cur be cur ve hatin girtin niha di destê me de ne.

Ev şaneyên sîxuran ên ku hatine girtin û lêpirsîna wan bi dawî bûye, sewqî saziyên edaletê hatine kirin. Qismê din jî lêpirsîna wan berdewam dike. Her wiha kesên xayîn ku van şebekeyên sîxuran tanzîm kirine û bi rêve birine piraniya wan li Herêmên Dagirkirî dimînin. Ango li cihên weke Serêkaniyê, Efrîn, Cerablûs û Bab, Ezaz û li bajarên weke Mêrdîn, Riha û Dîlokê dimînin. Di vê pêvajoya operasyona Sondê de hinek ji van kesên ku şebeka sîxurtiyê rêxistin dikin û bi rêve dibin, hatin ceza kirin.

Weke QSD me sond dabû şehîdên xwe ku emê kiryar ango faîlên wan deşîfre bikin û ji berpirsiyaran hesab bixwazin. Me ew sond pêk anî û xebata me, tekoşîna me ya li dijî rêbazên qirêj û gemar ên Dewleta Tirk wê hîn xurtir berdewam bike. Çi kesê ku îxanet li erd, welat, gel û civaka xwe bike, ji Dagirkeriya Tirk re sîxurtî bike, nêzîk an jî dûr wê hesab jê were xwestin. Wê cezayê ku heq kiriye bixwe.

Bi vê wesîleyê banga me ji hemû gelê me, bi taybet ji gelê me yê herêma Bakur-Rojhilatê Sûrî re ewe ku li hember van xebatên şerê taybet ên Dewleta Tirk û xebatên rêxistin kirina sîxurtiyê hişyar bin, bi saziyên me yên ewlekariyê re alîkar bin. Ji bo ku em aramî û ewlehiya herêmên xwe biparêzin, her hemwelatiyekî/e vê herêmê divê xwe berpirsiyarê vê yekê bibîne û erka xwe ya welatparêzî û civakî pêk bîne. Daxwaz û hêviya me ji gelê me eve; bila gelê me heya dawiyê bi QSD bawer be û alîkar be. Bi vî awayî emê bikaribin hewldanên dijmin ên dagirkerî û avakirina bê istiqrariyê bê encam bihêlin û herêma xwe bi awayekî xurt biparêzin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 510’an de dewam dike

Nivîsa Pêş

Li Îranê di nava mehekê de 54 kes hatin darve kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Îranê di nava mehekê de 54 kes hatin darve kirin

Li Îranê di nava mehekê de 54 kes hatin darve kirin

LEZGÎN: Gerîla ji bo tolhildana zarokên Şengal û Bamernê lêda – 62 leşkerên dagirker hatin ceza kirin

LEZGÎN: Çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê dewam dikin - 6 dagirker hatin ceza kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.