Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – HPG: 12 dagirker hatine ceza kirin, derb li helîkopterekê hatiye xistin

Tîmên bi tevger ên gerîlayên HPG’e li Zap, Avaşîn, Metîna û Avaşînê di çalakiyan de 12 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin û derb li helîkopterekê dan. Dagirker li hemberî gerîlayan neçar man, çekên kîmyewî û bombeyên nukleer bi kar anîn.

Edîtor: Nucan Serdoz
29/07/2022 - 15:01
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Di pêşengtiya gerîlayên YJA STAR’ê de çalakî hatin li darxistin – 20 dagirker hatin ceza kirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kir:

“Berxwedana destanî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û çalakiyên wê yên encamgir ên ku bi ruhekî fedaî dike, bi awayekî çalak didome. Tîmên me yê gerok li Zap, Avaşîn, Metîna û Heftanînê derbên giran li dagirkeran dane. Di çalakiyên tîmên me yên gerok de 12 dagirker hatine cezakirin, derb li helîkopterekê hatiye xistin, dronek hate îmhakirin û 4 kîlo teqemenî hate desteserkirin.

Artêşa Tirk a dagirker çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê 16 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk ên nukleer, 5 caran bi balefirên şer, 8 caran bi helîkopterên êrîşê û bi sedan caran bi tank, hawan, obus û çekên giran bombe kirine.

Çalakî û êrîşên ku hatine kirin, wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê;

Di 27’ê Tîrmehê de saet di 23.00’an de dema ku helîkoptera Skorsky xwest ji ser qada Mervanosê biçe Zapê, hêzên me derb li helîkopterê dan.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

28’ê Tîrmehê saet 10:30’î li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê bi çekên ferdî û bombeyên destan li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ve bi pêş ve biçin hat werdan. Piştî destwerdana hêzên me, dagirker gavekê paşde vekişiyan.

28’ê Tîrmehê di saet 08:00 û 12:00’an de hêzên me li dagirkerên ku dixwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Adil ên Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin xistin û ew derbkirin.

Di 28’ê Tîrmehê saet 13:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Adil ên li Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, hêzên me ve bi çekên giran û taktîkên sûîqestê li wan dan û 3 dagirker hatin cezakirin. Heman rojê di saet 17.00’an de hêzên me yên YJA Starê bi taktîka sûîqestê dagirker hedef girtin û li wan xistin û dagirkerek jî hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Mereş ya Cenga Xabûrê de;

Tîmên me yên bi tevger di 1’ê Hezîranê de li Heftanînê çalakiyek lidar xistin, lê ji ber şert û mercên şer nû karîn agahiyên çalakiyê bidin. Dagirkerên li Girê Koxê Melle Yahya yên li herêma Keşan a Heftanînê ji aliyê tîmên me yên bitevger ve bi taktîka çekên giran hatin hedefgirtin û li wan hat xistin. Di vê çalakiyê de ku bi awayeke serketî li hedefên diyarkirî hatin xistin 7 dagirker hatin cezakirin.

Di 27’ê Tîrmehê saet 05:30’î de tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dan. Heman rojê di saet 21.00’an de dronek a dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin.

27’ê Tîrmehê saet 21:30’an bi taktîka sûîqestê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatiye xistin û dagirkerek hatiye cezakirin.

Di 28’ê Tîrmehê saet 19:30’an de, dagirkerên ku xwestin tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombebaran bikin, ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve hatin gulebarankirin. Dagirkerên ku derb li wan ket, 4 kîlo teqemeniya ku bi xwe re anîbûn hiştin û reviyan. Ev teqemenî ji aliyê hêzên me ve hatiye desteserkirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên taktîkî kiriye;

Di 27 û 28’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê Cûdî, Girê FM, Karker û Girê Amediyê û çeperên şer ên Şehîd Umît 16 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên taktîkî hatin bombekirin.

Li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî di teqînên ku artêşa Tirk a dagirker ên li tunelên şer pêk anîn de; Hat tesbîtkirin ku dûyê gewr, spî û reş ên tarî derdixe, bêhna dermanê cilan jê tê û dema bêhngirtinê di qirikê de tahma tal dihêle û bêhna mirov diçikîne.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, hawan, obus, helîkopter û balafirên şer kiriye;

Di 28’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Çemo bi dehan caran bi obus, hawan û çekên giran hatin bombekirin.

Di 28’ê Tîrmehê de li Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê balafirên keşfê geriyane.

Di 28’ê Tîrmehê de Qadên  Berxwedanê yên Girê Hakkarî, Girê Amediyê, Sîda û Saca 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Di 28’ê Tîrmehê de Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Sîda, Saca, Werxelê û Çemço 8 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 29’ê Tîrmehê de ji qereqolên sînor qadên Girê Şekîf, Girê Şehîd Axîn, Girê Şehîd Kamûran ên Xakurkê bi obus û hawanan hatin bombekirin.

Di encama êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şewata li herêma Çemço didome.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Nobeta Edaletê ya 508’an – Bê hiqûqiyeke pêşçav û bê edaletiyeke mezin tê kirin

Nivîsa Pêş

Kobaniyan şehîdên xwe oxir kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kobaniyan şehîdên xwe oxir kirin

Kobaniyan şehîdên xwe oxir kirin

ROJEVA 29’Ê GELAWÊJA 2022’YAN

ROJEVA 30’Ê GELAWÊJA 2022’YAN

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPGê li Lêlîkanê lê da, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.