Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şîmal Ulkem Guneş: Dewleta Tirk armanc kiribû ku komkujiyê mezintir bike

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş bertek nîşanî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxoyê da û got, “Divê gelê Iraqê yek al, sazî û komeleya dewleta Tirk li ser xaka Iraqê nehêle.”

Edîtor: Nucan Serdoz
24/07/2022 - 13:58
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Şîmal Ulkem Guneş: Dewleta Tirk armanc kiribû ku komkujiyê mezintir bike
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş, têkildarê komkujiya dewleta Tirk a li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê pêk anî ji ANF’ê re axivî.

Guneş bi bîr xist ku dewleta Tirk bi salan e qetlîamên bi vî rengî pêk tîne û diyar kir, “Dewleta Tirk herî dawî li Zaxo komkujî pêk anî. Di komkujiyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, mixabin gelek birîndar hene. Di serî de li ser navê PAJK’ê ji malbatên hemû şehîdan re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim. Helbet ev tiştekî pir xerab e. Dewleta Tirk bi salan e li ser gelên herêmê polîtîkayên qirkirinê birêve dibe. Di serî de li dijî gelê Kurd û gelê Ereb ev polîtîka bi her awayî kûrtir kiriye. Dîsa li hemberî gerîlayê azadiyê, di serî de çekên kîmyewî, her cure çek bi kar anî û gelek komkujî pêk anî. Wek tê zanîn ev rewş di raya giştî de bû sedema bertekên mezin. Lê ji ber ku li dijî van qetlîamên dewleta Tirk a faşîst em ne yek in, roj bi roj êrîşên xwe zêde dike. Em dikarin êrîşa Zaxo jî di vê çarçoveyê de binirxînin. Dewleta Tirk hebûna xwe li ser tunebûna gelan û çandan ava kiriye.

Tevgera Azadiyê ya Kurd bi pêşengiya Rêber Apo 50 sal in li dijî van êrîşên qirkirinê têdikoşe. Ji bo vê bi hezaran şehîd hatin dayîn. Gelê herêmê di serî de gelê Ereb tevgera me baş nas dike. Bi salan e di navbera gelê Kurd û Ereb de têkiliyeke kûr heye. Bi Şoreşa Rojava re gelê Kurd û Ereb tifaq kirin. Ev tifaq jî bi taybet rastî berteka dewleta Tirk hat. Ji ber ku dewleta Tirk naxwaze ti gel bi Kurdan re tifaqê bike. Tifaqa dewleta Tirk a bi PDK’ê re li ser vê bingehê pêk tê. Bi taybetî jî ji bo ku rê li ber tifaqa ku dikare di navbera PDK û PKK’ê de çêbibe bigire, dixwaze hevsarê PDK’ê di destê xwe de bigire. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi tundî li dijî tifaqa ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket. Jixwe li ser vê bingehê operasyona dagirkeriyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rojevê de ye.”

DEWLETA TIRK ARMANC KIRIBÛ KU KOMKUJIYEKE MEZINTIR BIKE

Guneş anî ziman ku divê komkujiya li Zaxoyê bi gelek awayan bê destgirtin û wiha pêde çû, “Divê di aliyê siyasî, leşkerî û dîplomasiyê de baş bê xwendin. Komkujî di 20’ê Tîrmehê de pêk hat û di 19’ê Tîrmehê de Erdogan û Pûtîn li Îranê lûtkeya sê kesî pêk anîn. Weke raya giştî jî dizane dewleta Tirk ji vê lûtkeyê nekarî hin encaman bi dest bixe. Di rastiyê de, wan nekarîn li li wê derê ji bo hin biryaran destûr bigirin. Piştî hevdîtinê di nava 24 saetan de welatiyên Iraqê yên li xaka Başûr bûn hedef. Armanca wan ev bû ku komkujiyeke mezintir bikin. Xwestin dersekê bidin gelê herêmê. Dixwestin hem ji bo gelê Başûr ê ku piştgiriyê didin gerîla û hem jî ji gelê Ereb re peyameke siyasî bidin. Gelek kesiman bertek nîşan dan û komkujî şermezar kirin, lê ev têrê nakin. PDK’ê ew herêm bi awayekî bêsînor ji dewleta Tirk re vekiriye. Dewleta Tirk Başûr dagir kiriye, lê heta niha ti rayedarên PDK’ê bersiv nedaye vê dagirkeriyê. Ji ber ku wan bi xwe dewleta Tirk anîn axa Başûr. Dixwazin vê komkujiya bixin stûyê PKK’ê, lê hem rêbaz, hem teknîk û hem jî hedefgirtina sivîlan dide xuyakirin ku ev êrîş bi tevahî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Çima? Ji ber ku dewleta Tirk heta niha li ser van axan gelek komkujî kirine. Wêneyên Komkujiya Kortekê, qetilkirina pitika 11 mehî Solîn hê jî di bîra her Kurdekî de ye. Komkujiyên li Zergelê, Kanîmasî, dîsa li Bakur, qetlîamên dewleta Tirk ên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê her kesî ve tên zanîn. Niha jî li Zaxo komkujiyeke bi vî rengî kirine. Tevgera me bertekên herî mezin li hemberî vê komkujiyê da. Çima em ewqas hêrs û bi bertek in? Ji ber ku herî zêde em ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Em vê êşê baş dizanin. Kes ji me baştir êşên gelê Ereb fam nake. Em li cem gelê Ereb in. Ji ber vê yekê ez bang li jinan û ciwanan dikim; dakevin qadan û yek al, sazî û komeleyên dewleta Tirk li ser axa Iraqê nehêlin.”

PDK DI VAN ÊRÎŞAN DE CÎH DIGIRE

Şîmal Ulkem Guneş, bal kişande ser daxuyaniya dewleta Iraqê ya “Em hebûna dewleta Tirk a li van xakan weke dagirkerî dibînin, bila demildest ji axa me derkevin” û got, “Tevî bertekan jî çima dewleta Tirk axa Iraqê terk nake? Ji ber ku hin hêz naxwazin. Ew kî ne? Beriya her tiştî PDK naxwaze. Heta niha ji dewleta Tirk re negotin we ev komkujî kir, hûn ê bersivê bidin, an çima hûn îzah nakin. Dibêjin ev komkujî ji ber bûyerên ku di navbera PKK û dewleta Tirk de derketine pêk hatiye. Yanî PKK kî ye? PKK Kurd e. PKK li ser navê hemû gelên herêmê têkoşîna azadî û demokrasiyê birêve dibe, ji niha û pê ve jî wê bidomîne. Em ê li hemberî hemû êrîşan kêliyekê jî nesekinin, em ê têkoşîna xwe hîn zêdetir bilind bikin.

Ev komkujî wê hêrs, kîn û berxwedana me mezintir bike. Dema dewleta Tirk van qetlîaman dike, difikire ku em ê derb bixwen û têk biçin, lê berovajî wê têkoşînek hîn rêxistinkirî, hîn radîkal, mezintir pêş dikeve. Ne gelê Kurd, ne jinên Kurd, ne jî ciwanên Kurd weke berê nînin. Dîsa tevgera me li ser mîrateya 29 serhildanan derket holê. Ji ber vê yekê me gelek ders girtin, helbet em gav paşde navêjin. Berovajî van komkujî hê zêdetir me hêrs dike. Di heman demê de derdikeve holê ku em çiqasî di têkoşîna xwe de mafdar in.

Dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar tîne. Li hemberî van êrîşan heta niha kê bertekek mezin nîşan daye? PDK ya ku îdia dike 4 parçeyên Kurdistanê temsîl dike, çima bertek nîşan nade? PDK çima hemû belgeyên kîmyewî yên ku li dijî gerîla hatine bikaranîn ji raya giştî re eşkere nake? Ji ber ku ew jî di van êrîşan de cîh digirin. Ji ber vê jî komkujiyan vedişêrin. PDK dixwaze komkujiya Zaxo ya malbata Barzanî jî veşêre. Ji bo wê hewl didin. Di serî de CHP partiyên ku xwe muxalefet bi nav dikin, li ser vê bingehê li ser neteweperestiyê li dora AKP’ê kom bûn. Dibêjin ev komkujî ji aliyê artêşa me ve nehatiye kirin. Di vê rewşê de gelê Kurd û hêzên demokrasiyê wê çawa ji mûxalefeta Tirk bawer bikin? Yan ji niha û pê de gelê Kurd wê çawa bi Barzaniyan bawer bike? Hemû jî li dora AKP’ê bûne yek. Lewma ji xeynî xeta 3., xeta demokrasî û azadiyê ti muxalefet nîne. Divê gelê me vê baş bibîne.”

ROJEK TUNE YE KU KURD NEHATIBE QETILKIRIN

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş destnîşan kir “Dewleta Tirk li Bakur ewqas qetlîaman dike, rojek jî tune ye ku Kurd neyên qetilkirin, zarokên Kurdan di bin panzeran de parçe bikin, ciwanên Kurd di zindanan de bên qetilkirin, her roj cenazeyek ji zindanan derdikeve. Roj nîne ku jin neyên îstîsmarkirin” û got, “Gelê Kurd li 4 parçeyên Kurdistanê rastî van êrîşan tê, lê belê bi taybetî li Bakur ev êrîş ji aliyê dewleta Tirk ve bi plankirî û bi awayekî sîstematîk tên kirin. Li hemberî van êrîşan divê bertek bê nîşandan, ev yek jî bi çend meş û çalakiyan nabe. Li hemberî vê dewleta faşîst divê bertekek mezintir bê nîşandan. Her kes dibêje gerîla li berxwe dide, gerîla wê hê zêdetir li ber xwe bide, lê divê ev gerîla hîn bêhtir bê xurtkirin. Gerîla di nava şert û mercên dijwar de li dijî teknîka dewleta Tirk berxwedaneke mezin nîşan dide. Careke din derket holê ku gerîla hêza parastina hemû jin, ciwan û gelên bindest ên herêmê ye.

Divê gelê Iraqê jî li dijî faşîzma dewleta Tirk zêdetir bertek nîşan bide. Çi ji destê wan tê bila bikin. Mînak hemû baregeh û saziyên îstîxbarata dewleta Tirk ji Başûr bên derxistin û şewitandin. Divê mirov ti berhemên Tirkî bi kar neyne. Niha behsa boykotê tê kirin, lê divê ev yek bikeve pratîkê. Divê hem zextên siyasî hem jî aborî li dewleta Tirk bê kirin. Dubare şehîdên Zaxoyê bi rêzdarî bi bîr tînim. Di wê baweriyê de me ku wê bi pêşengiya jin û ciwanên Kurd û Ereb tola şehîdan bê hilanîn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Panoramaya Ciwanên Şoreşger ji sala 2010’an heya sala 2022’an

Nivîsa Pêş

Dewleta Tirk êrîş bir ser Til Temirê – Di êrîşê de kesek şehîd bû û 4 kes jî birîndar bûn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Dewleta Tirk êrîş bir ser Til Temirê – Di êrîşê de kesek şehîd bû û 4 kes jî birîndar bûn

Dewleta Tirk êrîş bir ser Til Temirê - Di êrîşê de kesek şehîd bû û 4 kes jî birîndar bûn

HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Wanê şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Wanê şehîd bûne eşkere kir

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.