Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Di çalakiya gerîlayên YJA STAR’ê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30'ê Hezîranê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de 1 jê payebilind 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
24/06/2022 - 16:24
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Di çalakiya gerîlayên YJA STAR’ê de 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser rewşa dawî ay şer daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hêzên me bi pêşengiya tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê ji bo silavkirina Roja Fedaîtiyê ya 30’ê Hezîranê çalakî lidar xistin. Di encama van çalakiyan de yek jê payebilind 11 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, 2 çeper û kamerayeke mobesseyê hatin îmhakirin. Dagirkeran 4 caran bi teqemeniyan êrişî tunelên şer kirin. Her wiha Herêmên Parastinê yên Medyayê 26 caran bi helîkopteran, 15 caran bi balafiran û bi dehan caran jî bi obusan bombe kirin. Li Amedê 2 hevrêyên me yên li ser xeta fedaîtiyê şer kirin, şehîd bûn.”

Li gorî daxuyaniyê agahiyên berfireh ên li ser çalakî û êrîşan wiha ne:

NASNAMEYA GERÎLAYÊ LI AMEDÊ ŞEHÎD BÛ HATE EŞKEREKIRIN

“Li herêma Amedê;

16’ê Hezîrana 2022’an artêşa Tirk a dagirker li qadên Apê Mûsa û Şehîd Kawa yên navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyoneke hevdemî kir. Li qada Apê Mûsa di navbera 2 hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî. Herdu hevrêyên me bi saetan li dijî dagirkeran şer kirin, li vê derê herî kêm 2 dagirker ceza kirin û dagirkerek birîndar kirin. Hevrêyên me yên leheng ku heta fîşeka xwe ya dawî şer kirin û gelek dagirker ceza kirin, ji bo bi saxî nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe ve teqandin û bi rengekî fedaî şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Dilşad eşkere bû, agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê din ê şehîd bû dema eşkere bû wê bi gelê me û raya giştî re bêne parvekirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Dilşad wiha ne;

 

Nasnav: Dilşad Dijwar
Nav paşnav: Mehmet Suleymanoglû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Hanim-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 17’ê Hezîrana 2022 / Amed

 

Hevalê me Dilşad li Hezroya Amedê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbatê berdêleke mezin daye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heval Dilşad partiya me PKK nas kiriye. Li hemberî têkoşîna destanwerî ya hevalên me yên şehîd bêdeng nemaye û roj bi roj Rêber Apo, partiya me û rastiya şehîdan fêm kiriye. Dema ku ev lêkolîn dikir ketiye bin bandora têkoşîna heval Mazlûm Dogan. Wî helwesta Mazlûm Dogan a ku li hemberî dijmin qet tawîz nedaye, ji xwe re wekî mînak stendiye û meşa xwe ya şoreşê li ser vî bingehî domandiye. Piştî ku partiya me nas kiriye, xebatên ciwanan di serî de di gelek qadan de têkoşiyaye. Heval Dilşad di nav hevalên xwe gelekî dihat hezkirin û bi taybetiya xwe ya rêxistinkariyê bûye sedem ku gelek ciwanên Kurd xwe nas bikin. Heval Dilşad li Zanîngeha Dîcleyê di Fakulteya Tibê de dixwend  û him jî xebatên ciwana dimeşand. Heval Dilşad kesekî jîr bû, dema ku firsend ji xebatên şoreşê didît, diçû zanîngehê û gelekî serkeftî bû. Di dema xebatên ciwanan de wî rastiya dijmin baş nas kiriye û têkoşîna xwe ya li hemberî dijmin jî xurttir û geştir kiriye. Ji rêxistinkirina ciwanên Kurd  ên ji bo lidarxistina çalakiyên radîkal, heta bicihanîna pêdiviyên tendirustiyê yên gelê me, di gelek qadan de têkoşiyaye. Heval Dilşad dîtiye ku dijmin tu carî dev ji siyaseta xwe ya qirkirinê berneda û di sala 2013’an de di pola duyemîn de dev ji Fakulteya Tipê berdide û tevlî nav refên gerîlayan dibe.

Bi qasî sê salan li Amedê xebatên cihê dimeşîne û di xebatên xwe de bala wî li ser dîsîplînê û veşartîbûnê bû. Li qadên ku têkoşiyay ligel ku di nav dijmin de bû, bi saya bihistyariya xwe ya mezin, dijmin tu carî bi wî nehesiyaye. Heval Dilşad di salas 2016’an de derbarê Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye û 2 salan li Fermandariya Sewq û Îdare ya Bakur de xebitiye û piştre çûye li Heftanîn û Metînayê xebat meşandiye. Ligel ku 2 salan Tip wendiye wekî bijîşkekî bi tedawiya hevalên xwe eleqedar bûye , hevalên xwe di warê tipê de rêxistin kiriye. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê wî bala xwe ya ser qelsî û kêmasiyên xwe û ji bo ku têkoşîneke xurttir bimeşîne, di warê îdeolojîk de perwerde bûye. Ji bo fêmkirina Stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî ya Rêber Apo ketiye nav lêhûrbûneke mezin. Ji bo ku pîvan û rêgezên gerîlatiya Modernîteya Demokratîk pêk bîne, di sala 2019’na de wekî fermandarekî gerîla yê pêşeng çûye qada Amedê. Li qada Amedê pêşengtî ji gelek çalakiyên li hemberî dijmin kiriye û ligel ku dijmin antîpropaganda kiriye jî wî her dem li dijmin daye. Herî dawîn li Licêya Amedê operasyona dijmin bi saya jîrbûna xwe veguherandiye çalakiyê, bi awayekî fedaî çûye ser dijmin û derb li dijmin daye. Heval Dilşad piştî ku birîndar dibe, ji bo ku nekeve destê dijmin bombeya xwe, bi xwe de diteqîne û şehîd bûye. Heval Dilşad ê ku bi sadebûn, dirustbûn û hevaltiya xwe ya dilsoz , milîtanekî mînak ê PKK’ê bû. Em ê peywira şoreşê ya ku heval Dilşad ji me re hiştiye, teqez pêk bînin.

Di serî de malbata hêja ya fermandarê me yê hêja û milîtanê pêşeng ê Apoyî hevrêyê me Dilşad, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare kirin ku her roj tola gelê xwe hilînin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin

Nivîsa Pêş

TCŞ û TekoJIN ji bo meşa Dusseldorfê ya sibe bê li darxistin bang kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TCŞ û TekoJIN ji bo meşa Dusseldorfê ya sibe bê li darxistin bang kirin

TCŞ û TekoJIN ji bo meşa Dusseldorfê ya sibe bê li darxistin bang kirin

ROJEVA 1’Ê PÛŞPERA 2022’YAN

ROJEVA 25’Ê PÛŞPERA 2022’YAN

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.