Enter your email Address

Salı, Şubat 3, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Jinên Reqayê ji bo piştgiriya berxwedana jinên Efganistanê çalakî li darxistin

Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, bi armanca piştevaniya bi berxwedana jinên Efganistanê li Reqayê çalakiyek li darxist.

Edîtor: Nucan Serdoz
08/06/2022 - 18:36
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Jinên Reqayê ji bo piştgiriya berxwedana jinên Efganistanê çalakî li darxistin
ParvekeTweet

REQA – Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, bi armanca piştevaniya bi berxwedana jinên Efganistanê li Reqayê çalakiyek li dar xist. Çalakî di çarçoveya “Rêxistin bibe, li ber xwe bide, azad bibe” de hat li darxistin. Sekreterê giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Sîham Dawûd, endamên partiyê yên Meclîsa Jin û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tev li çalakiya ku li ser rêya Neîm hat li darxistin, bûn. Jinan di çalakiyê de bênavber dirûşmeyên “Talîban û DAIŞ yek in” berz kirin û pankartên li ser “ Bes e ji qetilkirina jinan re” û “Na ji kolekirina jinan re” hat nivîsandin hildan.

Tevgera Talîbanê ku di nîvê Tebaxa par de Efganistan kontrol kir, qanûnan li ser jinan ferz dike, nahêle jin li dibistanên amadeyî bixwînin, bi tenê nabe bi cihekî de biçin, li cihên giştî divê laçikan li xwe bikin, her wiha di vê dawiyê de jî rûyê pêşkêşên kanalên nûçeyan digirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û cîgira Meclîsa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Semîre El Ezîz xwend.

‘LI SER JINAN SIYASETA QIRKIRINÊ DIMEŞÎNIN‘

El Ezîz anî ziman ku ji dema tevgera Talîbanê ya terorîst erdnîgariya Efganistanê kontrol kiriye û rewabûna nixumandî jê re hatiye dayîn û vir ve siyaseta qirkirin û çewisandinê dimeşîne, dest bi kiryarên hovane û dermirovî li dijî gelê Efganî kir, ji nû ve serdema cehalet, nezaniyê vegerand û vîn û mafên rewa têk bir.

QANÛNÊ TAYBET

El Ezîz destnîşan kir ku ev kiryar li dijî qanûnên mafên mirovan û jinan in û got “Li dijî jinan zilm û qedexekirina ji mafên xebat, perwerde, ewlehî û dûrxistina ji jiyana giştî hatin ferzkirin. Jin hatin neçarkirin ku laçikan li xwe bikin, ev yek jî nîşaneya zihniyeta paşketî û terorîstî nîşan dide.” El Ezîz bi domdarî ev tişt got: “Jinên Efganistanê ku hîna jin di xwe birêxistinê û yekitiyê de berdewam in ku azadiya xwe bistînin û mafên xwe mîsoger bikin. Ew jî tevî ku bi hemû şêweyan rastî qirkirin, hemleyên girtin û darvekirinê tên. Ev yek ne tenê bandorê li ser jinên Efganî dike, lê belê wê bandorên wê li ser tevahî Efganiyan hebe.

BANGA PIŞTEVANIYÊ

El Ezîz bilêv kir ku baweriya wan bi rêgezên bingehîn û armancên wan yên pîroz ku doza jinan li ku derê dibe bila bibe dozek e, divê hemû bi jinên li cîhanê re hevgirtî bin û piştgiriya wan bikin. El Ezîz anî ziman ku peywîrekî exlaqiye ku piştevaniya bidin jinên li Efganistanê û wiha pê de çû: “ Ji ber azarên wan ên îro me berê di dema DAIŞ’ê de kişand. Divê jin bi hev re têbikoşin û hevgirtî bin, da ku rola xwe ya xwezayî aktîf bikin, pişta xwe bidin hêza xwe ku parastina xwe li dijî siyasetên çewisandinê bikin, her wiha jiyan, fikir, hêvî û berjewendiyên xwe ji êrişên rejîmên destoptî û zîhniyeta baviksalariyê biparêzin.“

Çalakî bi dirûşmeyên piştevaniyê bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Medya Haberê bertek nîşanê destgîrkirina rojnamevanan da

Nivîsa Pêş

Gerîlayan li Metîna li dagirkeran dan – 5 dagirker hatin ceza kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
LEZGÎN: Gerîla dagirker tarûmar kiriye – Dîsa 23’ê dagirker hatine ceza kirin

Gerîlayan li Metîna li dagirkeran dan - 5 dagirker hatin ceza kirin

ROJEVA 4’Ê PÛŞPERA 2022’YAN

ROJEVA 9’Ê PÛŞPERA 2022’YAN

Manşet

  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Êzidî û Ereb Ji Bo Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Şengalê Turnuvaya Futbolê ya Şehîd Hogir Nûhat Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.