Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Teror deshilatdar bi xwe ne

Edîtor: Nucan Serdoz
08/06/2022 - 0:09
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Teror deshilatdar bi xwe ne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îmraliyê îradeya mirovahiyê tê dîl girtin

Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR, Gulan Fehîm. Di nirxandinê xwe de rewşa Rêber Apo û çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo nirxand û her wiha hemû çalakvanên pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ silav kir û wiha anî ziman: “Em van çalakiyan girîng û pîroz dibînin, ji ber ku xwedî derketina li Rêber Apo erkekî mirovahî, exlaqî û wijdaniye. Di Îmralî de ev bi salane îşkence li ser Rêber Apo tê pêkanîn û tecrîdek girankirî hatiye dayîn. Ev tenê ne ji bo ku ev 18 sale hevdîtin bi Rêbertî re çênebûye an jî ne çûyîna malbatê li gel Rêbertî ve sînordar nîne. Ev salên dirêje ku fişarek mezin li ser Rêber Apo heye. Ji bo ku di Îmralî de îradeya mirovahiyê dîl bigrin, her cûre îşkence li ser Rêber Apo dane meşandin. Bi taybet ji sala 2018’an û vir ve ji ber ku li gor ku dixwazin nekarîn bi rêbazên xwe nîzî Rêber Apo bibin, tişta ku dixwazin di kesayeta Rêbertî de li ser gelê Kurd bidin ferzbikin, vê carê serî li rêbaz û siyasetên pir qirêj dane. Roj bi roj dijmin ji ber zi’îftiya xwe, rêbazên hê dijwartir li ser Rêber Apo pêk tînin. Ji xwe ev cihê metirsiyê ye ku ev demeke dirêje ku tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Pêwîste her kes xwe li himber mafê mirovan berpirsyar bibîne

Gulan Fehîm, Hevseroka Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê KODAR di berdewamiya axaftin û nirxandinê xwe bal kişand ser bê dengiya saziyê peyîwendîdar mîna saziyên mafê mirova kir û wiha anî ziman: Saziyên mafên mafên mirovan ku xwe wek parêzerê mafê mirovahiyê dibînin lê belê ji ber ku êdî ketiye bin siya deshilatdariyê bi erkê xwe ve ranebe berovajî vê yekê li gor berjewendiyên deshilatdaran tev digere. Ev mijar mijarek lêpirsîn, hesab xwestin û tekoşînê ye. Ji bo vê yekê di roja îro de ev çalakiya ku ji aliyê 29 rewşenbîr û siyaset medaran bi geştiyê ji Îtalyayê heya Yûnanistanê meşek çêdibe, ev yek astan xwe berpirsyardîtin û exlaqê wan kesan ve girêdayî ye. Em jî seknek bi vî rengî ji hemû rewşenbîr û siyasetmedaran hêvî dikin. Her wiha em vê hêviyê ji hemû beşên civakê jî hêvî dikin. Ji ber ku li himber vê bê edaletiya ku tê meşandin tu deng ji deshilatdaran dernekeve, her wiha ji hêzên ku xwe li himber mafên mirovan berpirsyar dibîne jî tu deng dernakeve. Ji ber vê yekê de pêwîste ku ji aliyê saziyên sivîl, jin, ciwan, rewşenbîr û kesên azadî xwaz çalakiyan pêş bixin û serî li himber van kiryarên qirêj yên dijminên mirovahiyê rabin ser piyan.

Yên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide li ber xwe didin

Hevseroka KODAR, Gulan Fehîm di dirêjiya nirxandinên xwe de bal kişand zext û zoriyên ku gelê Kurd û dostên xwe ji aliyê rejîmên faşîst ve rû be rû tên kir û wiha dirêjî li nirxandinên xwe anî: “ yên ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide çiqas zext û zorî jî li ser wan were meşandin dîsa jî serî natewînin û li ber xwe didin. Li ku derê dibe bila bibe her kes dikare bi şêwazên cûr be cûr çalakiyan pêş bixe û li vê berxwedanê xwedî derkeve û bibe parçeyek jê. Li Îran û Tirkiyê û li her derê gel li gor ku dixwaze dibe ku nikaribe derkeve kolanan ji ber ku rejîmên faşîst rê ji vê yekê re nadin. Lê li beramberî vê yekê dîsa jî ji bo tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya Rêbertî ya fîzîkî gel di malên xwe de namîne û her dem li berxwe dide, çiqas ji aliyê deshilatdaran û bi tayber ji aliyê dewleta Tirkiyê ve sînordarkirina van çalakiyan jî heye, lê dîsa gel ser natewîne. Li her derê cîhanê hêzên deshilatdar ku bi xwe jî di nava komploya li dijî Rêber Apo de cih girtibûn bi tu awayî naxwazin ku ji bo azadiya Rêbertî çalakî werin lidarxistin. Yek ji wan dewletan jî Îrane, naxwaze ku gelê Kurd xwedî li Rêber Apo derkeve. Lê dîsa jî gel dikare çalakiyên xwe pêş bixe.

Bi tekoşîna PKK’ê re gelê Kurd hişyar bû, rabû ser piyan

Gulan Fehîm di derbarê teror û kî teror bi xwe ye nirxandin kir û wiha da zanîn: “ Di roja me ya îro de ji ber ku deshilatdar dixwazin ku xwe di her warî de serwer bikin her cûre siyasetên qirêj pêk tînin. Êrîşên dûrî mirovahiyê li ser civakê pêk tînin. Komkujjiyan pêk tînin, mafên mirovan dixwin. Ji ber vê yekê mirov pir bi rehetî dikare bêje ku ev bi xwe terore, jin ber ku êrîşên pêk tîne û her wiha kiryarên ku li ser civakê pêk tînin teror bi xwe ye û dij mirovahiyê ye. Lê gava ku mirov temaşe dike dibîne ku ji berya ku tevgera Apocî derkeve jî gelê Kurd her dem di nava tevgerê de bû. Ji parçekirina Kurdistanê heya roja me ya îro her dem ji bo azadiyê gelê Kurd li berxwedaye. Lê ev 40 sale bi derketina Rêbertî re gelê Kurd hê zêdetir daxwaza azadî û mafên xwe dike, ji bo axa xwe ya ku hatiye dagirkirin tekoşîn dide meşandin. Tevger û gelek bi vî rengî çawa dibe ku bi teror werê pênasekirin, lê belê hêzên deshilatdar ji bo ku êrîşên xwe rewa bikin her dem tevgera azadiyê û gelê Kurd wer terorîst daye pênasekirin. Bi salane ku tevgera PKK’ê di bin hindek navan de xistine lîsteya terorê. Tiştên ku PKK’ê nekirine ABD xiste ser navê PKK’ê ta ku wek terorîst di cîhanê de bidin qebûlkirin û heya ji bo ku bighêjin armanca xwe û derewên wan derneke, bi tu şêweyî ev mijar nexistin nava nîqaşê de.

Em ji bo rêxistinkirina gel û azadiyê xebat dikin

Hevseroka Komelgeha Demokaratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê di dawiya axaftinên xwe de da zanîn ku wek KODAR û him jî KJAR di nava xebatên girîng de ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ em dixwazin bi sîstemeke konfedralîzin tevahî pirsgirêkên civakê çareser bikin. KJAR ji ber ku bi rastî jin di nava civakê de pêirsgirêkên pir kûr di aliyê nasname û hebûna xwe de jiyan dike. Ji ber vê jî KJAR ji bo xebat û rêxistinkirina jinan rolek mezin dilîze û jinan li ser hebûna wan perwerde dike. Her wiha di warê rêxistinkirina me ya giştî de her ku diçe sîstema hevserokatî her ku diçe pêş dikeve. Hemû hewildana me ewe ku di her qadeke jiyanê de jin û mêr bi hevre bikaribin kar bikin û jiyanan xwe bidomînin. Di vir de tenê cinsek naba xwedî nêrîn berovajî vê yekê herdû cins dibin xwedan nêrîn û hevpar jiyankirin. Lê dîsa ev jî dikeve ser milê jinan de jin bi yekîtî û rêxistinkirinê dikare vê yekê ava bike.

Awyer Sine

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla: Ez hê jî bi jiyanê re diaxivim lê hûn?

Nivîsa Pêş

Mexmûriya şehîd Amara bi bîranîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Mexmûriya şehîd Amara bi bîranîn

Mexmûriya şehîd Amara bi bîranîn

Li Reqayê operasyona li dijî hucreyên DAÎŞ’ê

Li Reqayê operasyona li dijî hucreyên DAÎŞ'ê

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.