Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên ku di 19’ê Nîsanê de şehîd bûne eşkere kir û got “Em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser xeta şehîdan bimeşin û têkoşîna wan bigihînin serfiraziyê.”

Edîtor: Nucan Serdoz
28/05/2022 - 13:42
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehîdan ev daxuyanî da

“Di 19’ê Nîsana 2022’an de artêşa Tirk a dagirker li ser qada Metînayê êrişên mezin kiribû. Di van êrişan de hevalên me Arîn, Sarîna, Simko û Çiya yên ku ji sê parçeyên Kurdistanê tevlî nav refên PKK’ê bûbûn, şehîd bûne. Hevalên me yên wêrek ên ku ji sê parçeyên Kurdistanê tevlî nav Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûne, bûne asta ku PKK di azadiya neteweyî de gihiştiyê û heqîqeta berdêla ku tevgera me ji bo azadiya Kurdistanê daye. Em soza xwe dubare dikin ku em ê li ser şopa hevalên xwe yên şehîd bimeşin, em ê têkoşîna bigihînin azadiyê, em ê bîranîn û navê wan li Kurdistana Azad teqez bidin jiyîn. Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

Nasnav: Arîn Bargiran

Nav û paşnav: Riskiye Çakar

Cihê jidayikbûnê: Sêrt

Navê dê û bav: Suphiye – Abdulhamît

Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Metîna

 

Nasnav: Sarîna Amed

Nav û paşnav: Cahîde Çetîn

Cihê jidayikbûnê: Amed

Navê dê û bav: Mekiye – Bulent

Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Metîna

 

Nasnav: Simko Serhildan

Nav û paşnav: Behzat Serhildan

Cihê jidayikbûnê: Banê

Navê dê û bav: Zîbê – Hisên Omer

Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Metîna

 

Nasnav: Çiya Serêkaniyê

Nav û paşnav: Alî Hacî

Cihê jidayikbûnê: Serêkaniyê

Navê dê û bav: Lîma – Halît

Dîrok û cihê şehadetê: 19’ê Nîsana 2022’an / Metîna

 

ARÎN BARGIRAN

Heval Arîn a ku ji eşîra Alîkiyan de li Sêrtê di nav malbateke koçer û welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbat û derdora wê welatparêz e, şehîdan wan hene, heval Arîn di temenekî biçûk de têkoşîna azadiyê nas kiriye. Heval Arîn ji bo tevgera me ya ku şerê hebûnê dimeşîne, sempatiya wê çêbûye. Di sala 2014’an de dema ku xalê wê li hemberî barbariya DAÎŞ’ê ji bo parastina gelê me yê Êzidî şehîd bû, wê jî biryar daye ku rahêle çeka xalê xwe û xeyala wê ev e ku tevlî nav refên gerîlayan bibe. Heval Arîn li Gabarê tevlî nav refên gerîlayan bû. Piştî perwerdehiya bingehîn zû hînî jiyana gerîla dibe. Têkiliyên hevaltiyê yên PKK’ê û îdeolojiya rizgariya jinan a ku Rêber Apo ew ava kiriye, bandoreke mezin li wê dike. Heval Arîn bi kedkariya xwe li her qada ku lê maye, bûye pêşeng. Dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êriş kirin, ji bo ji feryada civaka Êzidî re bibe bersiv, wê pêşniyaz kiriye ku biçe qada Şengalê. Wê li Şengalê li hemberî DAÎŞ’ê şer kiriye û bi her fîşekê re tola jinan stendiye. Piştî azadkirina Şengalê wê dîsa berê xwe daye çiyayan û bi tecrubeyên xwe li Heftanînê bi qasî du salan li hemberî mêtingeriya dewleta Tirk têkoşiyaye. Ew jî tevlî wan çalakiyan bûye yên ku dewleta Tirk a dagirker derbên giran xwariye. Ew bi cewherî û fedaî tevlî mîrateya hevalên me yên şehîd yên ji Sara heta Bêrîtan, Viyan, Esmer û Mizgînan bûye.

SARÎNA AMED

Heval Sarîna li navçeya Çinarê ya Amedê ji dayik bûye. Helwesta polîtîk a bajarê Amedê li ser hevala me Sarîna bandorek çêkiriye û vê bandorê nakokiyên wê yên di nav pergalê de derxistiye holê. Her çi qas ew li Amedê mezin bûye jî ji ber polîtîkayên mêtingeriyê yên dewleta Tirk wê dîtiye ku ew nikare bi zimanê xwe yê zikmakî biaxive û ketiye nav lêgerînekê. Di encama van lêgerînan de di sala 2014’an de wê berê xwe daye çiyayên asê yên Kurdistanê û tevlî nav refên gerîlayan bûye. Bi perwerdehiyên li vir wê nasnemaya xwe ya Kurdbûnê derbasî asteke pêştir kiriye. Wê bi îdeolojî û paradîgmaya Rêber Apo hewl daye texrîbatên ku dijmin li ser wê kiriye, ji ser xwe biavêje. Di jiyana xwe ya têkoşînê de di nav hevalên xwe de wekî milîtaneke jîr, jêhatî û bi moral hatiye naskirin. Li ser esasê Rêber Apo ya ‘Kesên şer dikin azad dibin, kesên azad dibin bedew dibin, kesên bedew dibin tên hezkirin’ wê li hemberî hemû qirêjiyên pergalê şer kir.

SIMKO SERHILDAN

Rêhevalê me Simko di malbateke welatparêz de li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata xwe welatparêz e, di temenekî biçûk de bi nirxên Kurdewarî û Kurdistanî mezin bûye. Rêheval Simko li ser sînorê Başûr û Rojhilat mezin bûye û di temenekî ciwan de vê rastiyê fêm kiriye ku welatê me bûye çar parçe û gelê me bêhejmar rastî komkujiyan hatiye. Vê yekê hêrseke mezin di dilê wî de çêkiriye û bi wê baweriyê ku divê tola hemû qetlîaman bên hilanîn mezin bû. Ji ber kevneşopiya berxwedanê ya kûr a ku ji malbata xwe wergirtiye, gihîştiye wê baweriyê ku divê bi awayek aktîf tevlî têkoşînê bibe. Hevdîtina tevgera me ya azadiyê ya bi gerîla re bi serê xwe xaleke veguherînê pêk anî. Di şexsê gerîla de rêhevaltiya PKK’ê, jiyan û têkoşîna bêhempa ya azadiya gelê me dibîne, biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Di sala 2014’an de li ser navê jiyan û welatê azad tevlî gerîla bû. Rêheval Simko fêm kir ku hest bi tenê serê xwe têra têkoşînê nake, ji bo hîn baştir felsefeya Rêber Apo afirandiye hîn bibe xwe gihandiye asta milîtanekî fedayî yê Apoyî. Rêhevalê me Simko ku xwe bi nirxên bingehîn ên Apoyî perwerde kir, bi taybetmendiyên xwe yên dilsoz, paqij, zelal û kedkar bûye kesayetek ku hemû hevalên me dixwazin pê re bixebitin. PKK’ê ya ku jê bandor bû, ji bo ku jiyana xwe û rêhevaltiya xwe hîn zêdetir dewlemend bike, ked û xebateke mezin nîşan da. Ji ber vê yekê jî her tim li pêşiyê tercîh kiriye û her tim bûye pêşeng. Bi helwest û tevlêbûna xwe bawerî da hevalên xwe, pêşengtiya çalakbûna rêhevalên xwe ya têkoşînê kir. Rêhevalê me Simko ku bi tevlîbûna timî bi moral û coş hemû zehmetiyan derbas kir, bû milîtan û parêzvanê jiyaneke bi wate. Dîsa ji bo ku bikaribe bersivê bide êrîşên leşkerî yên dijmin û bibe fedaîyê Rêber Apo û gerîlayekî profesyonel ê modernîteya demokratîk, di akademiyên leşkerî de hat perwerdekirin; Tişta ku ji felsefeya Apoyî hînbû bi qada leşkerî re kir yek, bû gerîlayekî profesyonel. Weke şopdarê rêhevalê me şehîd Simko Serhildan ku yek ji fermandarên me yên mezin e ku hem di warê bîrdozî û hem jî di warê leşkerî de însiyatîfên taktîkî yên nû anîne nava tevgera me, ji bo vê yekê kedeke mezin da. Di gelek xebatên stratejîk ên ku hesasiyet, hişyarî, xwerêveberî û fedekariyeke mezin hewce dikir de cih girt û bi van xebatên xwe bi awayekî serkeftî îspat kir ku ew berendamek mezin a fermandariyê ye.

ÇIYA SERÊKANIYÊ

Rêhevalê me Çiya li Serêkaniyê ku bi mîrateya xwe ya çandî di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e, di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Rêhevalê me Çiya ku di nava şert û mercên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de derbasî ciwaniya xwe bû, di bin bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava de pir ma. Rêhevalê me Çiya ku bi salan di bin zilm û zordariya giran de jiya, hewirdora azad ku di encama felsefeya Rêber Apo de derketiye holê wekî deyndar xwe dît û hewl da ku bibe layiqî şehîdên xwe. Rêhevalê me Çiya di ferqa têkoşîna xwe de bû. Ji bo vê jî di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû. Di wê baweriyê de bû ku azadiya rasteqîn a Kurdistanê tenê bi têkbirina hemû dagirkeran, bi taybetî jî dewleta Tirk a dagirker pêkan e û di wê baweriyê de bû ku ev yek bi şoreşa pîşeyî pêk tê. Ji ber vê sedemê ji kêliya yekem a tevlî nava refên gerîla bû hem ji aliyê bîrdozî û hem jî di aliyê leşkerî de hewl da xwe pêş bixe û bû xwedî kedeke mezin. Çiyayên Kurdistanê tenê cihên azadiyê dihesiband û bawer dikir ku tenê li van çiyayan mirov dikare xwe bibîne û azad bibe. Rêhevalê me Çiya ku difikire ku divê hemû ciwan tevlî nava refên gerîla bibin û li dijî dewleta Tirk a dagirker şer bikin, her tim pêşniyara çûyîna herêmên ku şer lê dijwar e, kiriye. Xweperwerdekirina li ser rêgezên Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk weke erka xwe ya yekem dîtiye û ji bo bibe gerîlayekî profesyonel hewldaneke girîng daye. Em soz didin ku bê guman em ê têkoşîna xwe ya azadiyê ya rêheval Çiya ku bi kesayeta xwe ya kedkar, xwerû û sade hurmeta hemû rêhevalên xwe bi dest xistiye bi serkeftî bi dawî bikin.

Malbatên hevrêyên me Arîn, Sarîna, Simko û Çiya ku bi şehadeta xwe biryara me yê têkoşînê xurt kirine, di serî de, em ji hemû welatparêzên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên MSD’ê bang li gel û ciwanên welatparêz kirin ku tevlî meşa dirêj bibin

Nivîsa Pêş

Qulbeya ciwanan çiyayên wan e!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Qulbeya ciwanan çiyayên wan e!

Qulbeya ciwanan çiyayên wan e!

Ciwanên TEV-DEM: Em bi hev re li dijî dagirkerî û îxanetê rabin ser piyan, ta ku em Kurdistaneke azad û jiyanake bi rûmet ava bikin

Ciwanên TEV-DEM: Em bi hev re li dijî dagirkerî û îxanetê rabin ser piyan, ta ku em Kurdistaneke azad û jiyanake bi rûmet ava bikin

Manşet

  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Bi xwendina fikrên Rêber Apo em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.