Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – Gerîlayan lêdan: 24 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên azadiya Kurdistanê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê rêzeçalakî kirin. Di van çalakiyan de 24 dagirker hatin cezakirin, 3 çeper, çekeke A4, çekeke BKC, 2 konên leşkerî, dronek û pergaleke kameraya mobeseyê hatin îmhakirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
17/05/2022 - 16:06
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
LEZGÎN – Gerîlayan lêdan: 24 dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Tîmên me yên gerîlayan ên gerok li hemberî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xurt dikin. Di van çalakiyan de taktîktên gerîlatiyê bi serkeftineke mezin tên pêkanîn. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatine kirin. Di çalakiyên hêzên me de 24 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, 3 çeper, çekeke A4, çekeke BKC, 2 konên leşkerî, dronek û pergaleke kameraya mobeseyê hatin îmhakirin. Di heman demê de derb li 2 çeperan û 2 pergalên kameraya mobeseyê hate xistin. Hêzên me 13 metre Kortex û 10 kîlo TNT jî bi dest xistine.

Agahiyên li ser çalakiyan wisa ne

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 16’ê  Gulanê de saet di 18.00’an de dagirkerna dema ku xwestin bi çekên giran Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman bikin, hêzên me li wan dan.  Di heman rojê de dagirkeran dema hewl dan bi pêş ve werin, hêzên me careke din li wan dan û ji ber mudaxeleya hêzên me dagirker neçar man qedemeyekê vekişin.

Di 16’ê Gulanê de hêzên me dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Werxelê ya Qada Berxwedanê ya Werxelê xistin bin kontrola xwe û saet di 11.45’an de gerîlayên me gerok xwe bera nav dagirkeran dan. Bi lêdana pêşîn a gerîlayên me, dagirkeran dev ji çeperên xwe berdan. Hêzên me li vir pergaleke mobeseyê ya dagirkeran îmha kirin.

Di 16’ê Gulanê de saet di 13.45’an de komeke dagirkeran dema ku bi çekên kîmyewî û teqemeniyan li Qada Berxwedanê ya Werxelê didan, hêzên me bi çalakiyên gerîla yên koordîne ji du milan ve li dagirkeran dan. Milê yekemîn ji nêz ve li çeka A4 û çepera wê dan. Milê duyemîn jî ji nêz ve li sê çeperan û pergaleke kamerayê ya mobeseyê dan. Li vir dagirkerek hate cezakirin, çekeke BKC û çeperek hate îmhakirin, derb li du 2 çeper û pergaleke kamerayê ya mobeseyê hate xistin.

Di 16’ê Gulanê de hêzên me cara duyemîn bi çekên giran li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dan. Di encama vê çalakiyê de hejmara dagirkerên hatine cezakirin û birîndarkirin nehatiye tespîtkirin.

LI HERÊMA ZAPÊ;

Di 15’ê Gulanê saet 12:00’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Girê Şehîd Cûdî ya li herêma Berxwedanê ya Karkerê ji aliyê hêzên me ve hatiye gulebarankirin û dagirkerek hate cezakirin.

Di 15’ê Gulanê saet 10.20 û 11.30’an de hêzên me bi taktîkên sabotajê li dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Kelê yên Herêma Berxwedana Kurojehro pêş ve herin, xistin. Hejmara dagirkerên di encama van çalakiyan de hatin cezakirin û birîndarkirin nehat zelalkirin.

Di 16’ê Gulanê saet 10:30’an de, dagirkerên ku di navbera girên Şehîd Harûn û Şehîd Tolhildan ên Herêma Berxwedanê ya Kurojahro de bi cih bûne, ji aliyê hêzên me ve hatine şopandin. Dagirkerên ku ketine bin kontrola hêzên me de, saet di 10.30’an de ji sê aliyan ve bi çalakiya koordînekirî ya gerîlayan hatin hedefgirtin. Koma çalakiyê ya yekem; komeke dagirker kirin hedef û ji nêz ve gule berdan wan. Li vir 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Koma çalakiya duyemîn; çepera ku 2 dagirker tê de bûn hedef girtin. Li vir jî  dagirkerek hat cezakirin û 1 jî birîndar bû. Koma sêyemîn ê çalakiyê jî; dagirkerên ku cihê xwe terikandin û xwestin birevin, bi taktîka sûîqestê hedef girtin û dagirkerek ceza kirin. Dagirkerên ku li derdorê bûn û xwestin mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi çekên giran hedef hatin girtin.

Di vê çalakiyê de ku tîmên me yên gerîlla bi taktîkên cuda yên gerîla pêk anîne, bi giştî 6 dagirker hatine cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûne.

Roja 16’ê Gulanê saet 16.00’an li derdora çeperên şer ên Mamreş ên herêma Berxwedana Kurojahro du çeperên dagirkeran ji aliyê tîmên me yên gerîlla ve hatine hedefgirtin û derbkirin. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin û çeperek jî hate derbkirin.

Di 16’ê Gulanê di saetên sibehê de dagirkerên ku xwestin çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara bi teqemeniyan bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker teqemeniyên ku bi xwe re anîne berdan û reviyan. Li vir 13 m Kortex (funye) û 10 kg TNT yên dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hatin desteserkirin.

Di 16’ê Gulanê saet 09:30’an de dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Ortê yên herêma Berxwedanê ya Karkerê ji her du aliyan ve ji aliyê tîmên me yên gerîlla ve hatiye gulebarankirin. Koma çalakiya yekem; 2 konên dagirkeran hedef girtin û ji nêz ve bi awayekî bandor li wan xistin. Koma duyemîn ê çalakiyê; komek dagirker hedef girtin û bi bandor li wan xistin. Heman rojê saet 14:30’an de droneke bombebarkirî ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin û îmha bûye.

Di encama vê çalakiya koordînekirî ya tîmên me yên gerîlla de bi giştî; 5 dagirker hatin cezakirin, 2 konên leşkerî û droneke bombebarkirî hatin rûxandin.

Ev çalakiyên bi bandor ên hêzên me yên Zapê bi ruhê fedayî pêk anîn, ji bo bîranîna şehîdên me yên meha Gulanê di şexsê Fermandarê me yê nemir rêheval Hakî Karer de hatin lidarxistin.

Di 16’ê Gulanê saet 19:00, 22:00 û 23:00’an de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer yê Girê Cehenemê ya Herêma Berxwedanê ya Çiyareş ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve 3 car hatine gulebaran kirin. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker neçar man qedemeyekê vekişin.

Di 16’ê Gulanê de dagirkerên ku xwestin bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên li herêma Berxwedana Şehîd Şahîn bombebaran bikin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hatin gulebarankirin. Di encama vê çalakiyê de dagirker neçar man qedemeyekê vekişin.

LI HERÊMA XAKURKÊ;

Di 16’ê Gulanê saet 13:00’an de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Axîn dan. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

LI QEREQOLA SÎRÊ HAT XISTIN

Di 10’ê Gulanê de qereqola Sîre ya artêşa Tirk a dagirker ku di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de ye, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hate hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.

ÊRÎŞ DIDOMIN

Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Agahiyên têkildarî êrîşan wiha ne:

15’ê Gulanê saet 22.30’an Girê Hakkarî yê herêma Metîna 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin. Di heman demê de herêma Koordîne û derdora gundên Deşîşê, Seraro û Êdinê ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus û hawanan hate bombekirin.

16’ê Gulanê saet 18:06’an de Girê Hefttebax ê Garê ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

Di 16’ê Gulanê de qadên Gunde Fileha, Girê Cûdî û Girê FM yên Zapê 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

17’ê Gulanê di destê sibê de qadên Karker, Saca û Çemço yên Zapê ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus, hawan û 7 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dîsa 3’ê kesên din jî li Şirnexê hatin binçavkirin

Nivîsa Pêş

Di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan de li Reqayê li dijî dagirkeriyê meşeke hate li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan de li Reqayê li dijî dagirkeriyê meşeke hate li darxistin

Di pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan de li Reqayê li dijî dagirkeriyê meşeke hate li darxistin

Çalakiya konvedanê ya ciwanan li Dirbêsiyê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike

Çalakiya konvedanê ya ciwanan li Dirbêsiyê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike

Manşet

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.