Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPG: Şehîd Ekrem ji temenê xwe ya ciwan de ji bo azadiya gelê xwe kar û xebat kiriye

Fermandariya Giştî ya YPG'ê derbarê êrîşên dagirkeriyê yên ser bajarê Kobanê ya vê sibehê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Edîtor: Nucan Serdoz
11/05/2022 - 15:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
YPG: Şehîd Ekrem ji temenê xwe ya ciwan de ji bo azadiya gelê xwe kar û xebat kiriye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker, ya vê sibê ku bi balafirê bê mirov êrîş kiriye daxuyaniyek nivîskî da. Heman demê de ji bo welatparêzê bi navê Ekrem vê sibehê di encama êrîşê de gihîşt şihadetê jî got; “Wekî welatparêzek birumet ji temenên xwe yên ciwan heta kêliya dawî ya jiyana xwe her tim ji bo azadiya gelê Kurdistanê kar û xebat da meşandin.”

Daxuyanî giştî wiha ye;

Îro di seet 09:25 an de, li Kobanî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve du êrişên bi balafirên bêmirov çê bûn. Her du êriş bi awayek hemwext hatin lidar xistin. Di wan êrişan de seyareyek li ser rêya Helebê û malek medeniyan li nêzî navenda Kobanî hatin hedef girtin. Di êrişa ku li navenda Kobanî li hember malek çêbû de welatparêzê me yê hêja Ekrem Üstek gihişt asta şehadetê.

Welatparêzê hêja, Şehîd Ekrem li sala 1969 an li Şirnexê hat dinyayê. Wekî welatparêzek birumet ji temenên xwe yên ciwan heta kêliya dawî ya jiyana xwe her tim ji bo azadiya gelê Kurdistanê kar û xebat da meşandin. Di vê têkoşîna xwe de gelek bedelên giran jî da û 13 salan li girtîgehên dewleta Tirkiyê de ma. Lê ji ber ti bedelê ku dayî paşve gav neavêt, her zor û zehmetiyê ku di tekoşîna azadiyê de derket pêşiya wî bi biryardariyek mezin derbas kir û ev zor û zehmetiyên ku derketin pêşiya wî kir bingehê bilindkirina têkoşînê. Di dema berxwedana Kobanî de bi ruhê seferberiyê bersiv da banga Serokatî û tevlî berxwedana Kobanî bû. Dema ku şer gihîştibû bajêr, Şehîd Ekrem yek ji wan kesan bû ku sînoran qetand û xwe gihand qada şer; li kêleka şervanên azadîyê cîh girt. Piştê berxwedana dîrokî ya Kobanî jî li Rojavayê Kurdistanê di kar û xebatên şoreşê de bi awayek çalak cîh girt û kêlî bi kêlî di avakirina şoreşê de bi coş û kelecanek mezin xebat da meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku fetisandina xwe yê hundirîn, bi şer ve binixumîne. Ji ber vê yekê her roj êrişên xwe yên dijmirovahî zêdetir dike û di wan êrişan de ti qural anjî hiquqê şer nas nake. Di wan êrişên ku gelek caran medeniyan dike hedef de, bi awayek aşkere derdikeve holê ku dewleta Tirk dijminê hemû gelên heremê ye. Wekî ku di êrişa dawî de jî derket hole, êrişên xwe aniye astek ku di navenda bajar de mala medeniyan dike hedef. Ev rastî jî bi awayek zelal nîşan dide ku dewleta Tirk a dagirker li hember têkoşîna gelê herêmê bin ketiye û ji derveyî êrişên dijmirovî tiştek din ku bike nemaye. Em wan êrişên hovane ku tê de gelek caran mirovên medenî tên hedef digirin bi awayek tund şermezar dikin û bang li hemû gelên me û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember ev êrişên dijmirovî bêhelwest nemînin.

Em wekî Fermandariya Giştî ya YPG, di serî de ji malbatê hêja ya şehîdê xwe re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin û bi vê mebestê ve soza serkeftinê ku me daye şehîdên xwe dubare dikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gelê Şengalê li hember planên dagirkeriyê li ser piyan e

Nivîsa Pêş

LEZGÎN: Gerîlayan derb li dagirkeran da – 6 dagirker hatin ceza kirin û tankek hate îmha kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
LEZGÎN: Gerîlayan derb li dagirkeran da – 6 dagirker hatin ceza kirin û tankek hate îmha kirin

LEZGÎN: Gerîlayan derb li dagirkeran da - 6 dagirker hatin ceza kirin û tankek hate îmha kirin

Siyasetmedar Aysel Dogan a bi salan di nava Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd de cihê xwe digirt şehîd bû

Siyasetmedar Aysel Dogan a bi salan di nava Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd de cihê xwe digirt şehîd bû

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.