Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Hêlîn Ûmît: Heval Mizgîn bi jiyana xwe, bi kesayet, huner, bawerî, girêdan û bi tekoşîna xwe ve efsûnî bû

Edîtor: Nucan Serdoz
11/05/2022 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Hêlîn Ûmît: Heval Mizgîn bi jiyana xwe, bi kesayet, huner, bawerî, girêdan û bi tekoşîna xwe ve efsûnî bû
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Kordenasyona Navendî ya PKK’ê Hêlîn Ûmît, derbarê şehîd Hozan Mizgîn de nivîsek nivîsandî..

Pêşenga gerîlayên jin, qêrîna serhildana Tetwanê, stêrka sor a meha Gulanê, Gurbet Aydin. Rêheval Mizgîn bi dengê xwe yê xweş, hozaneke ku cihê xwe di dilê gelê xwe de ava kir. Yekem fermandara jin a ku fermandariya eyaletên Mardîn û Garzanê kiriye.

Ew ruhê berxwedanê ya ku li Tetwanê bi qehremanî şer kir, li berxweda, li heman cihî xelata nemiriyê bidest xist. Lê heval Mizgîn ne tenê eve. Ji vê zêdetir, ji vê mezintire. Lehengeke jin a tevgera azadiya jina Kurdistanê ye. Avakera pêşeng a dîroka jinê ye.

Heval Mizgîn bi dengê xwe, bi gotinên xwe, bi çalakî û sekna xwe ve gelek ciwan bandor kir û ew kişandin nav tekoşîna azadiyê. Lorînên bi êş ên mirovên Kurd bi dengê xwe yê dilşewat ve anî ziman, kire malê tevahî civakê. Bi vî dengê xwe yê çiyayî ve bû zimanê tekoşîna me ya azadiyê. Bi jiyana xwe ve nûneriya sekn û nasnameya hunera şoreşgerî kir. Ew efsaneyeke!… Jineke Kurd a qehremane. Abîdeya berxwedanê ye. Rêheval Mizgîn carnan bi dengê xwe yê xweşik, carnan bi çeka xwe, gelek caran jî bi gotinên xwe yên bedew ve û bi kedkariya xwe ya bê sînor di dilê gelê Kurd de şopên ku nayên jibîrkirin xêz kir.

Meşa wê ya şoreşgerî ya ku ji Batmanê destpê kir, li Beyrût, li Ewrûpa, li Rojavayê Kurdistanê, li Mardîn û Garzanê bi watedarî her kêliya jiyana xwe nemir kir. Heval Mizgîn hem rêzan, hem jî şagirteke baş a pêşengê me yê mezin heval Mazlûm Doxan bû. Di salên destpêkê de, dema ku tovên tevgera APO’yî li ser xakên Kurdistanê şîn dibû, kelecaneke mezin kete dilê wê. Çawa ku tevgerê nas dike bi girêdan, hêvî û baweriyeke mezin ve tevlê xebatan dibe. Çirûskên agirê tekoşînê yê ku li Kurdistanê pêketibû di dil, mejî û ruhê heval Mizgîn de, di hest û hizrên wê de rê li ber germahiyeke ku qet sar nabe vekir. Ji ber ku heval Mizgîn ji zarokatiya xwe ve bi nirxên berxwedêr ên gelê xwe ve, bi efsaneyên berxwedaniyê yên ku dihatin vegotin û bi lorînên dengbêjan ve mezin bûbû. Hezkirina gel û xakê her dem di dilê wê de di asta azweriyê de hatiye jiyan kirin.

Heval Mizgîn a ku bi hezkirina axê û bi hestên welatparêziyê ve tevlê xebatan bûye, piştî darbeya faşîst a 12’ê Îlonê di grûbên destpêkê yên ku derketin derveyî welat de cihê xwe girtiye û derbasî Libnanê bûye. Di akademiya Mahsûm Korkmaz de di dema perwerdeya leşkerî de birîndar bûye û demeke kin tedawî dîtiye. Piştî ku demekê li saha Serokatî dimîne, ji ber ku temenê wê biçûk e, hema derbasî qada welat nabe. Bi armanca rêxistinkirina Koma Berxwedan derbasî xebatên Ewrûpa dibe. Dema ku li Ewrûpa xebatên cephê dida meşandin di xebatên çand û hunerê de jî cih girtiye. Di damezrandina Hunerkom de jî kedeke mezin daye. Heval Mizgîn bi sekna xwe ya şoreşgerî, bi hunera xwe ya esîl, di dilê gel, jin û ciwanan de hestên şoreşgerî û welatparêziyê rakire ser piyan. Gelê Kurd bi wê re bi yek dengî, stranên berxwedaniyê sitrane. Ji ber heval Mizgîn bi dengê xwe yê bedew ve bû qêrîna azadiyê ji bo gelê xwe û ji bo tevahî jinan. Bi deng û gotinên xwe yên watedar ve rêhevalên şehîd û tekoşîna me ya azadiyê nemir kir. Di mijara ku divê hunereke çawa ji bo azadî û şoreşê pêş bikeve, heval Mizgîn gavên xurt avêtin. Di sala 1986’an de tevlê xebatên kongra sêyemîn dibe. Di kongrê de bi zanebûn û berpirsyariya dîrokî ya demê nêz dibe û di tekoşîna xwe ya piştî wê de bi rengek herî xurt xwedî li biryarên kongrê derdikeve û hewl dide van biryaran pratîkî bike. Ev di tevlêbûna wê ya pêşeng a ji xebatên rêxistinbûna YJWK’ê de şênber dibe. Di yekemîn kongra YJWK’ê ya ku li Ewrûpayê pêk tê, wiha dibêje; “Wê rojek were emê bi hezaran jina re kongreyan çêbikin”. Heval Mizgîn bi vê gotina xwe ve israr û baweriya xwe ya li hember tekoşîna azadiya jinê nîşan dide. Ev di heman demê de dide diyar kirin ku heval Mizgîn xwedî pêşdîtineke dîrokî ye. Bi vî rengî çawa ku heval Mizgîn di tekoşîna azadiya jinê de îmza xwe li gelek xebatan daye, îmza xwe li xebatên YJWK’ê jî da û bi performanseke mezin bû pêşenga serdemeke nû.

Di dawiya sala 1988’an de careke din derbasî Libnanê dibe û tevlê perwerda Serokatî dibe. Heval Mizgîn piştî pratîkeke xurt, di roniya tecrûbeyên ku ji pratîkê girtiye, nêzî pêvajoya perwerdê dibe. Piştî perwerdê di Rojavayê Kurdistanê de, di xebatên gel de cihê xwe digre. Li vir jî bi xwezabûn, sadebûn, kedkarî û taybetmendiyên xwe yên gelêrî ve di dilê gelê xwe de cih digre.

Heval Mizgîn a ku hertim hezkirina çiya di dilê xwe de mezin kiribû, di sala 1989’an de meşa xwe di qada tekoşînê ya herî dijwar de, di çiyayên Kurdistanê de dewam dike. Bi eşq û girêdaneke mezin erkên gerîlatiyê bicih tîne. Bi çiyayên Kurdistanê yên asê re mîna xezalekê dibe yek. Ev yekbûna wê ya ruhî hişt ku di demeke kin de, di nav jiyana gerîla de jî îmzeya xwe li gelek destpêkan dide. Bi vî rengî jî dibe xwedî serkeftinên gelek mezin. Weke fermandara eyaleta çiyayên azad ên Kurdistanê derbasî Mardînê dibe. Weke yekem fermandara jin a eyaletê erk digre û bi vê cidiyetê kar û xebatan dide meşandin. Bi vê zanebûnê bi cidiyetek mezin xwedî li erka xwe derdikeve. Heval Mizgîn weke fermandareke jin, bi sekna xwe ya bi bandor û dilnizim hem di nav gerîla de, hem jî di nav gelê Mardîn de gelek tê hez kirin û herkes ji sekna wê bandor dibe. Di sala 1990 de weke berpirsyara Mardînê tevlê kongra PKK’ê ya 4. dibe. Di vê kongrê de Eyaleta Mardînê ya ku ew berpirsyara wê bû hatibû rexne kirin. Di vê bingehê de heval Mizgîn rexnedaneke berfireh dide û di dawiya kongrê de vesaziya wê ji bo eyaleta Garzanê çêdibe. Hevala Mizgîn a ku di sala 1991’an de derbasî eyaleta Garzanê dibe, di sala 1992 roja 11 Gulanê de li Tetwanê dema ku xebatên cephê dide meşandin, mala ku lê bû ji aliyê leşkeran ve tê dorpêç kirin. Bi vî rengî heval Mizgîn bi dijmin re dikeve pevçûnê de û heya nefesa xwe ya dawiyê şer dike û tevlê nav karwanên nemiran dibe.

Rêwîtiya wê ji Batmanê berbi Libnanê, ji Libnanê berbi Ewrûpayê, ji Ewrûpayê berbi Mardînê, ji wir jî cardin berbi Garzanê bi hezkirin, wate û dilnizmî ve dagirtî temam dibe… Serpêhatiya wê ya watedar bi vî rengiye. Mizgîn, meşvaneke bi coş, deng xweş û mîna bayê nefes bi nefes pêşde dimeşiya. Ew straneke ku bi dawî nabe, hezkirineke mayînde û vîneke ku radest nabe ye. Ew ziman û awaza dilê jin û gelê Kurd e. Ew kombûna awazên bi êş ên hezarê salan e. Ew di asta eşqê de bi heqîqetê ve girêdayî ye. Heval Mizgîn bi jiyana xwe, bi kesayet, huner, bawerî, girêdan û bi tekoşîna xwe ve efsûnî bû. Bi kesayeta xwe ya awarte ve, bû stêrkeke beriqandî ya ku pêşeroj û paşeroja tekoşîna me ya azadiyê ronî kir. Weke abîdeya berxwedanê wê herdem di nava tekoşîna me de bijî…

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gurbet Aydin Xwedî Nav Û Deng e

Nivîsa Pêş

TAYBET – Hunermendên Rojava: Şehîd Mizgîn ji bo çavkaniya manewiyatiyê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TAYBET – Hunermendên Rojava: Şehîd Mizgîn ji bo çavkaniya manewiyatiyê

TAYBET - Hunermendên Rojava: Şehîd Mizgîn ji bo çavkaniya manewiyatiyê

FLAŞ – Di 50’yemîn sala serkeftinê ya Rêber Apo de, 50’î ciwanên Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên PKK’ê bûn

FLAŞ - Di 50'yemîn sala serkeftinê ya Rêber Apo de, 50'î ciwanên Rojavayê Kurdistanê tevlî nava refên PKK'ê bûn

Manşet

  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.