Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – Di çalakiyên gerîla de 8 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Berxwedana qehremanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê bênavber didome. Hêzên me ji çalakiyên parastina hewayî bigire heta êrişan, ji çalakiyên bi çekên giran heta şerê ji nêz ve, gelek taktîkan di nava hev de bi kar tîne. Hêzên me di 8 û 9’ê Gulanê de gelek çalakiyên encamgir li dar xistine.

Edîtor: Nucan Serdoz
10/05/2022 - 16:11
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
LEZGÎN – Di çalakiyên gerîla de 8 dagirker hatin cezakirin
ParvekeTweet

BAHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got “Berxwedana qehremanî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê bênavber didome. Hêzên me ji çalakiyên parastina hewayî bigire heta êrişan, ji çalakiyên bi çekên giran heta şerê ji nêz ve, gelek taktîkan di nava hev de bi kar tîne. Hêzên me di 8 û 9’ê Gulanê de gelek çalakiyên encamgir li dar xistine. Artêşa Tirk a dagirker ku tengijiye, qadên berxwedanê bi sedan caran bi obusan, 41 caran bi balefirên şer bomberdûman kiriye lê tu encam bi dest nexistiye. Ligel vî tiştî sûcê şer kiriye, serî li metodên nemerdane daye û li ser çeperên şer çekên kîmyewî bi kar aniye. Ligel van metodên qirêj ên dewleta Tirk hêzên me derbên giran li dagirkeran didin. Di çalakiyên hêzên me de 8 dagirker hatine cezakirin, 9 dagirker jî birîndar bûne. Di heman demê de 2 pergalên kamerayê ya mobeseyê, cîhazeke wênegirtinê, sensoreke tevgerê hatiye îmhakirin û derb li çeperekê hatiye xistin.

Agahiyên li ser çalakiyên wisa ye:

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 9’ê Gulanê de saet di 12.45’an de dagirkeran xwestine êrişî çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bidin, hêzên me li dagirkeran dane. Dagirkeran tu encam bi dest nexistine û saet di 13.30an de dîsa êrişî çeperên şer kirine. Hêzên me bi çekên ferdî li dagirkeran dane û dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Di heman rojê de saet di 14.40’an de dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin. Hêzên me bi çekên giran û sûîkastê li dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û 5 dagirker jî birîndar bûne.

Di 9’ê Gulanê de saet di 16.50’an de dagirkeran hewl dan li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin. Hêzên me bi çekên giran li wan dan. Di encama mudaxeleya hêzên me de, dagirker neçar mane qedemeyekê vekişin. Di heman rojê de pergaleke kamerayê ya mobeseyê, cîhazeke wênegirtinê, sensoreke tevgerê ya ku artêşa Tirk li Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih kiribûn ji aliyê hêzên me yên YJA Starê hatin îmhakirin.

Artêşa Tirk tu encamek bi dest nexist û di 9’ê Gulanê de li hemberî çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê çekên kîmyewî bi kar anî.

LI HERÊMA ZAPÊ;

9’ê Gulanê saet di navbera 09:30-14:00’an de artêşa TC’ê ya dagirker piştî ku bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Şehîd Berxwedan ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi dijwarî bombebaran kir, xwest bi pêş ve biçe. Di encama mudaxeleya hêzên me ya bi çekên ferdî de şerên dijwar qewimîn û dagirker ji neçarî gavekê paşde vekişiyan. Heman rojê saet 16.00’an de pergaleke kameraya mobesse ya ji aliyê dagirkeran ve li herêmê hatibû danîn, ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.

9’ê Gulanê danê sibê, dema ku dagirkeran xwestin 2 caran bi teqemeniyan êrîşî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bikin, hêzên me bi çekên giran li xistin. Di encama destwerdana hêzên me de, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin.

Roja 9’ê Gulanê saet 10:30’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê dan. Hejmara dagirkerên ku di vê çalakiyê de hatine cezakirin û birîndarkirin nehate tespîtkirin.

8’ê Gulanê saet 12:30’an de hêzên me bi taktîkeke sûîqestê dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Harûn a li Qada Berxwedanê ya Kurojahro xistin û dagirkerek hate cezakirin.

9’ê Gulanê saet 17:40’an de hêzên me bi taktîka sûîqestê li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yên Qada Berxwedanê ya Karker dane, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

9’ê Gulanê saet 12:30’an de, dagirkerên li derdora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Di encama vê çalakiyê de çeperek dagirkeran hate derbkirin û dagirkerek jî hate cezakirin.

9’ê Gulanê saet 16:30’an li Qada Berxwedanê ya Kurojahro ji Hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal li dijî dagirkeran çalakiyek lidarxistin. Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn.

DIVÊ TU KES XIZMETA DIJMIN NEKE

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide her parçeyê welatê me Kurdistanê dagir bike û hemû nirxên wê tune bike. Armanca wan niha jî ew e ku rêyeke leşkerî ber bi herêma Mêrgûmarê ya li herêma Besta ya Botanê vebike û dagirkerî û tunebûnê kûrtir bike. Dewleta Tirk ji bo bigihije vê armanca xwe hin kontra bi kar tîne û darên herêma Mêrgûmarê bi wan dide birîn. Divê tu kes xizmetê ji polîtîkayên dijmin ên ku li Kurdistanê dibin sedema dagirkerî, talankirin û îstîsmarê neke û dest ji qirkirina erdnîgariya Kurdistanê berde. Kontrayên ku helwesta xwe bidomînin û xizmeta dijmin bikin wê bibin hedefa hêzên me.

ÊRÎŞ BERDEWAM DIKE

Bomberdûmanên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin. Di navbera 7-10’ê Gulanê de herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê 41 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Agahiyên li ser êrîşan wiha ne:

Di 9’ê Gulanê de Gunde Fîla, Girê Amiye, Girê FM û Girê Cûdî yên girêdayî herêma Zapê 12 caran bi balafirên şer bomberdûman kirin. Heman rojê Girê FM û Girê Cûdî ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan hatin bombekirin.

9’ê Gulanê saet di navbera 13.45-17.00’an de Girê Hakkarî yê herêma Metîna 4 caran bi balafirên şer bomberdûman kiriye. Di heman rojê de ji qereqolên li ser xeta sînor herêm bi obusan hatiye bombekirin.

Di 10’ê Gulanê de Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin.

Di 7, 8, 9 û 10’ê Gulanê de Saca, Karker, dora Ava Zapê, Girê Şehîd Fedakar, Şikefta Birîndara û Qada Berxwedana Kurojahro yên herêma Zapê 23 caran bi balafirên şer bomberdûman kirine. Di 8’ê Gulanê de qada Çemço ji qereqolên li ser xeta sînor bi obusan hatiye bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HRE: 5 leşkerên dagirker û çeteyek hatin ceza kirin, dronek jî hate xistin

Nivîsa Pêş

Kevana Zêrîn: Şehîd Hozan Mizgîn ne tenê hunermendeke şoreşger bû, huner vegerand rastiya wê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Kevana Zêrîn: Şehîd Hozan Mizgîn ne tenê hunermendeke şoreşger bû, huner vegerand rastiya wê

Kevana Zêrîn: Şehîd Hozan Mizgîn ne tenê hunermendeke şoreşger bû, huner vegerand rastiya wê

Di pêşengtiya jinên ciwan de li Hesekê meşeke girseyî hate li darxistin

Di pêşengtiya jinên ciwan de li Hesekê meşeke girseyî hate li darxistin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.