Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Hêzil Ozgur: Hevalên me derbên giran li artêşa Tirk a faşîst xistin

"Çawa ku gerîla di vê pêvajoya dîrokî de ji bo parastina Kurdistanê bi fedakarî û ruhê fedaî rola xwe bi cih aniye, her ferdên Kurdistanê jî divê xwedî li dîrok, xak û rûmeta xwe derkeve û sînorekî deyne pêşiya artêşa Tirk a faşîst dagirker û ji vê dagirkeriyê re bêjin 'êdî bes e'.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
24/04/2022 - 10:29
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Hêzil Ozgur: Hevalên me derbên giran li artêşa Tirk a faşîst xistin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji ANF’ê re axivî.

Ozgur got, “Şeva 17’ê Nîsanê saet di 20:30’î de artêşa Tirk a dagirker ji bo plana xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê bixe meriyetê li gel dehan balafirên keşfê, balafirên şer, helîkopterên êrişê û Skorsky li herêmên Zap û Avaşînê dest bi êrişeke berfireh kir. Hewldana dagirkeriyê ya sala 2021’ê ku di ber dijmin de ma, bi ser neketibû. Lewma bi rûreşî xwe ji hin herêman vekişandibû. Ji bo heyfa vê hilîne sala 2022’an ji 14’ê Nîsanê heta 17’ê Nîsanê destpêkê bi teknîkê bombe li h in herêman barand.”

LI DERBÊN GIRAN ÊN GERÎLA RAST HATIN

Ozgur got, “Ji aliyê Şêladizê ber bi qada Kurojahro bi peya hat û bi helîkopterên Skorsky û hewayê leşker danî, bi vî rengî li van qadan hemûyan dest bi operasyonekê kir” û wiha dewam kir:

“Li hemû girên ku dijmin xwest di şevekê de xwe lê deyne li derbên giran ên gerîla rast hat. Dijminê ku nekarî hêzên xwe deyne ser giran û li gel vê yekê zerareke mezin dît, neçar ma ku bi bêdengî xwe li qadên di bin kontrola gerîla de ne deyne. Yekîneyên dijmin ku neçar ma xwe li deverên dûrî tunelên şer deyne, ji bo xwe bigihîne tunelên şer xwest ji bejahî ve bi pêş ve biçe.

Hevalên me li qada ku her bihosteke wê nas dike û lê serwer e, derbên giran li vê artêşa Tirk a faşîst xistin û nehiştin bi pêş ve biçe. Li hin deveran firsend dît ku birevin, li hin deveran hînê çikiyane û hevalên me lê didin.”

ŞER ŞERÊ KURDAN HEMÛYAN E

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Hêzil Ozgur bi dewamî wiha axivî:

“Êrişa dagirkeriyê ya berfireh ne tenê li ser Zapê û li dijî PKK’ê ye, êriş li ser destketiyên Kurdan, bi taybetî li dijî nirxên Kurdên azad e ku dixwaze bi namûsa xwe bijîn. Ji bo nehêle ku nexçeya Kurdistanê ya parçe bûye di sala 2023’an de bigihêje hev û li ser bingeha xeyalên xwe yên Osmaniya Nû karibe xwe bigihîne sînorên Mîsakî Mîlî, hewl dide hemû herêmên xwe gihandine desteser bikin. Çav berdane dewlemendiya ser û binê erdê ya Kurdistanê, ji bo vê jî polîtîkayên mêtingeriyê yên qirêj dimeşîne. Lewma em dubare dikin û dibêjin, ev şer ne tenê şerê navbera PKK û dewleta Tirkiyeyê ye; li dijî nirxên Kurd û Kurdistanî şerê serketinê yê li dijî dijminê qirker û mêtingeriyê ye.

Çawa ku gerîla di vê pêvajoya dîrokî de ji bo parastina Kurdistanê bi fedakarî û ruhê fedaî rola xwe bi cih aniye, her ferdên Kurdistanê jî divê xwedî li dîrok, xak û rûmeta xwe derkeve û sînorekî deyne pêşiya artêşa Tirk a faşîst dagirker û ji vê dagirkeriyê re bêjin ‘êdî bes e’.

EM Ê HESABÊ HER CÛRE ÊRIŞÊ BIPIRSIN

Kurdên ku şirîkatiyê ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk re dikin û van dipejirînin divê baş zanin; em êdî wan jî weke dijmin dibînin. Ji ber ku yên bi dijminê Kurdan re heman siyasetê dimeşînin û heman polîtîkayên bi cih tînin, bêguman dijminê Kurdan e. Wê demê bi navê gerîla, bi navê hêza parastinê ya Kurdistanê; em ê li dijî her cûre êrişên dijminane yên ku rûmeta Kurdan binpê dikin ji niha û pê ve jî bêdeng nemînin û hesabê wê bipirsin. Me bersiva pêwîst dan û em ê hîn jî bidin.

Bi taybetî gelê me yê Başûrê Kurdistanê divê vê baş zanibe; dîktatoriya Saddam salên dûr û dirêj êşên giran li wan ferz kir. Saddam Kurd qetil kir, gund talan kir, hilweşand û bi kîmyasalê komkujî kir. Saddam çû niha dîktator Erdogan kete şûna wî. Ew jî gundan hildiweşîne, bajaran dişewitîne, mirovên me qetil dike, bi bikaranîna çekên kîmyewî Helebçeyên nû dike. Lê belê kes li ber vê ranabe, hemû dewlet ji nedîtî ve tên. Cîhan li pêşberî vî dîktatorî bêdeng e. Ev jî tê wê wateyê ku em Kurd û dostên xwe çiqasî dest bidin hev, bibin yek em ê pêşî li van êrişên hovane bigirin.

DEMA ÇALAKIYÊ YE

Em di wê baweriyê de ne ku gelê me jî vê metirsiyê dibînin û wê helwesta pratîkî bi çalakiyan nîşan bide. Ji ber ku dem dema çalakiyê ye, ne dema axaftinê ye. Di vê pêvajoyê de pratîk ji me tê xwestin, ne gotin. Bêguman dilê Kurdistanê di serî de Amed li Bakurê Kurdistanê û hemû parçeyan îrade û biryardariya di 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de derkete holê di asta dîrokî de bû. Em hemû ji bo dawî li vî şerî bînin û Kurdistana Azad û azadiya Rêbertî misoger bikin, divê vê pêvajoya hesas bi serketinê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Enternasyonalîst Rojda Brezîlya – “Mirov li vir dikare jiyaneke rast û komunal jiyan bike”

Nivîsa Pêş

Gerîla bi vê coşê diçe çalakiyê – Dîmenên pêşiya çalakiyê!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Gerîla bi vê coşê diçe çalakiyê – Dîmenên pêşiya çalakiyê!

Gerîla bi vê coşê diçe çalakiyê - Dîmenên pêşiya çalakiyê!

LEZGÎN- Li dijî Meclîsên Ciwanên HDP’ê operasyonên qirkirinên siyasî

Dewleta faşîst qaşo "Doza Kobanê" de 13 kes rehîn girt

Manşet

  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin
  • Ciwanên Dêrik û Qamîşloyê Li Kolanan Parastina Bajarên Xwe Dikin
  • “Li Hemberî Têkoşîna Domdar Tu Bandora Şerê Taybet Tune Ye”
  • Bi Pêşengiya TekoJINê Li Berlînê Çalakiyek Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Abya Yala Heta Kurdistanê, Gel Ji Bo Şoreşê Serî Hildidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Guven; ”Bila sala nû bibe sala serkeftina berxwedanê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ANALÎZ – Çeteyên Idlibê ber bi Libya û Qeterê ve tên şandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN – Zarokên Agir li Stenbol û Îzmîrê agirê tolhildanê bilind dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.