Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Cemal Şerîk: Li dora berxwedana Imraliyê kom bibin

‘’Heke hêzên navnetewî bi êrîşa li ser Rêber Apo bigihaştana armanca xwe, ji alî xwe ve wê çareyek ji pirsa Kurd re bidîtana. Helbet, çareseriya wan qirkirina Kurdan bû."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
19/02/2022 - 9:40
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Cemal Şerîk: Çareserî konfederalîzma demokratîk e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Cemal Şerîk ji bo salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan axivî. Şerîk diyar kir bi komployê hatiye xwestin ku Rêberê Gelan1fs Abdullah Ocalan ji dewrê were derxistin û pêvajoya komployê li her deverê hatiye berbelavkirin. Şerîk diyar kir li ber wan peywir û berpirsyariyên mezin hene û got, ‘’Divê li dora berxwedaniya mezin a li Imraliyê em kom bibin.’’

Şerîk derbarê armanca komployê ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan got, ‘’Heke hêzên navnetewî bi êrîşa li ser Rêber Apo bigihaştana armanca xwe, ji alî xwe ve wê çareyek ji pirsa Kurd re bidîtana. Helbet, çareseriya wan qirkirina Kurdan bû. Di şexsê Rêber Apo de ya ku dabûne ber xwe ev bû. Her wiha di şexsê Rêber Apo de bi tasfiyekirina PKK’ê li pêş qirkirina Kurdan jî wê berxwedanî asteng bikirana. Lê qonaxa ku komploya navnetewî niha tê de ye nîşan da ku ev qet ne wiha ye. Bi komploya navnetewî ne ku tenê Rêber Apo kirin hedef. Ne tenê PKK kirin hedef. Ne tenê qirkirina Kurdan kirin hedef. Li gel van hemûyan hewl hate dayin ku pergaleke nû li cîhane bifesilînin. Navê pergala nû ku hewl dan danîn, kirin ‘Pergala Nû ya Cîhanî’’. Hedefa sereke ya ji komploya li ser Rêber Apo ev bû.

Li pêş pergala nû ya cîhanî ku hêzên sermiyana cîhanî dixwestin ava bikin, astan herî mezin Rêber Apo didîtin û xwestin ku Rêber Apo ji dewrê derxin. Û di qonaxa berdest de tê dîtin ku ev bi ser nexistine. ‘’

Şerîk bi berdewamî bal kiaşnde ser Şerê Cîhanê yê Sêyan ku ketiye sala 30’î, diyar kir şer pêşî li Rojhilata Navîn dest pê kiriye, bi Rêberê Gelê Kurd re xwetin ku vê bînin ber qonaxeke diyar û got Şerê Cihanê yê Sêyan tenê bi Kurdistanê û Rojhilata Navîn re ne sînordar e û li cîhanê li qadeke berfireh berbelav bûye.

Şerîk bi domdarî got, ‘’Le li gel ve jî berxwedana Imraliyê didome. Li Kurdistnae berxwedan didome, li Rojhilata Navîn berxwedan didome û ev jî li djî pergala nû ya cîhanê bi rengê pratîkbûna tercîhên xwe yên gelan berbiçav dibe.’’

Şerîk got di nav 23 salên ji komployê û wr ve li Kurdistanê komkujiyên mezin hatine kirin, êrîşên mezin anîne, van komkujî û êrîşan kirine ku berxwedanî geş bibe lê bi van berxwedanan re hin rastî jî derketine holê û got, ‘’Di serê van rastiyan de jî ya ku diyar dibe komploya navnetewî qirkirina Kurdan e. ‘’

Şerîk rola DYE, Israîl, Ingilistan, dewletên Ewropa, hêzên xayin û hevkar ya di komployê de bi bîr xist, diyar kir kompolo êrîşeke hevpar ya van hêzan bû, destê hemûyan di xwîna Kurdan de heye û got, ‘’Ji ber vê jî kompoloya navnetewî her wiha li qada navnetewî weke êrîşa qirker a hevpar a Kurdan e. Belkî li ti devera cîhanê qirkirine wiha bi hevkarî, li qada navnetewî pêk nehatiye .Di nav van 23 salan de ev hêla qirkirina Kurdan, hate maneya têkoşîna bi asta navnetewî. Peywir û berpirsyariya kul i qada navnetewî bi serfiraziyê encam bibe li ber me danî. A rast pêvajoya 23 salên derbasbûyî careke dî nîşan da ku ev rast e.’’

Şerîk bi berdewamî diyar kir her ku komploya navnetewî geş bûye, komploya navnetewî kûr bûye, hêzên navnetewî li dijî Rêber Apo êrîş girantir kirine, di êrîşên ser PKK’ê, gelê Kurdistnaê de zêdetir hatine cem hev û êrîşên liser Rojava, Qadên Paratinê yên Medyayê û têkoşîna li dijî van êrîşan, ya li Bakur, li hemû parçeyên Kurdistanê bi bîr xist û got, ‘’Ev berxwedan her wiha li qada navnetewî li dijî modernîteya kapîstalîst dibe bexwedana hevpar a gelan. Ji vî alî ve li dijî komploya navnetewî jî tê maneya bersiva herî mezin, herî berfireh û navnetewî. Ev di Şoreşa Rojava de xwe bi rengekî berbiça nîşan da, di bîranî şehîdên enternasyonalîst de ku di Şoreşa Rojava de şehîd bûn, xwe bi rengekî zelal danî holê. Ji ber vê li dijî komploya navnetewî her wiha li qada navnetewî bû berxwedan. Û berxwedan îro jî didome. Li Imraliyê didome. Îro li dora vê berxwedana mezin hemû mirovahî tê cem hev. Îro çalakiyên xwedîderketina li Rêbertî ya li qada navnetewî, berxwedana li dijî tecrîda mitleq, berxwedana bi daxwaza azadiya Rêbertî, ya ku Rêbertî diparêzin û ji bo wê têdikoşin tê vê maneyê.

Ji ber vê jî di rewşeke wiha de ku em dikevin salvegera nû ya komploya navnetewî li ber me têkoşîneke mezin, peywir û berpirsyariyên meztir hene.

Çi ye ev? Di serî de li dora berxwedana li Imraliyê ku ev 23 sal in didome û her roja wê bi qasî salekê ye divê mirov zêdetir kom bibe. Divê were dîtin şikandina tecrîda li wir her wiha tê maneya geşkirina têkoşîna dijî faşîzmê. Astengiya li ber geedan û demokratîkbûna gelan a ku wê bibe derbeke giran li mêtingeriya TC’ê ku dixwaze paşveroja gelên Kurdistanê û Tirkiyê û Rojhilata Navîn tarî bike, tê dîtin, bi kombûna li dora têkoşîna bi navenda Imraliyê wê pêk were. Li qada navnetewî jî wê were maneya paşveçûna hêzên sermiyadar ên global. Ji vî alî ve jî tê maneya ku têkoşîna demokrasi û azadiyê ya gelên cîhanê wê zêdetir geş bibe. Helbet di serî de wê şoreşa Kurdistanê û paşeroja gelên Rojhilata Navîn were mîsogerkirin. ‘’

Şerîk bi berdewamî got, ‘’Heke lêzimiyên vê têkoşînê were bicihanîn li Tirkiyê faşizm wê bi paş ve biçe, wê tecrîd were şikandin, gelê Kurdistanê azad bibe û ev ê jî rê li ber demokratîkbûna Tirkiyê û Rojhilata Navîn veke. Bi peywir û berpirsyariyeke wiha di sala 24’an de em dikevin serdema têkoşînê. Divê em peywir û berpirsyariya têkoşîna serdema nû bi cih bînin. Ev têkoşîn wê wiha ne hêsan be. Wê berdêlên mezin werin dayin. Berxwedana dema kompoloya navnetewî pêk anî jî, nîşan dide ku ev ê wiha be.’’

Şerîk bi berdewamî berxwedana Kurdan, milîtanên Apoyî û dilxwazên Apoyî yê dema ku kompoloya navnetewî hatî rojevê, hate nişandan bi bîr xist, diyar kir vê berxwedanê rêya berxwedanê ronî kiriye, li pey hev êrîşên mezin anîne li Bakurê Kurdistnaê, Tirkiyê û hemû parçeyên Kurdistanê û got, niha jî ev êrîş didomin û got li dijî van êrîşan berxwedaniya mezin heye û berxwedana gerîlya li Qadên Parastina Medyayê, berxwedana gel bi bîr xist û got di salvegera komployê de tişta hewce ew e ku peywir û berpirsyarî werin bicihanîn.

Şerîk got ev berpirsyarî ne tenê li ser gerîla ye, hewce ye ku li baran jî têkoşîn hebe, li metropolan, li deştan û li derveyî welat, li qada navnetewî, hezên demokratîk, sosyalist jî vê peywir û berpirsyariya xwe bi cih bînin û got, ‘’Heke em di vê têkoşînê de peywira xwe bi cih bînin em ê li bara Rêber Apo jî berpirsyariya xwe bi cih bînin. Li bara Rêber Apo û gel ev ê bibe xelata herî mezin.’’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Welatparêz li Stenbolê li dijî komplo û tecrîdê meşiyan

Nivîsa Pêş

Li girtîgehan îşkence, şantaj û zext didomin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Leşkerên Faşîst Girtiya Jin tacîz kirin

Li girtîgehan îşkence, şantaj û zext didomin

Ferît Şanyaşar: Li sûcdaran dozê venakin li me vedikin

Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşaran di roja 348'an de ye

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.