Enter your email Address

Perşembe, Aralık 18, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir

HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên ku 6'ê Îlona 2016'an şehîd bûn eşkere kir û got, "Di serî de malbatên hêja yên hevrêyê me, em sersaxiyê ji gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
18/02/2022 - 10:59
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên di sala 2016’an de şehîd bûne eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“6’ê Îlona 2016’an di êrişên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser herêma Zapê, hevrêyên me Pîrdogan, Ferman, Çekdar, Brûsk û Koçer şehîd bûn. Van hevrêyên me yên hêja li hemberî êrişên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk a qirker di şerê parastina rûmeta gelê me de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Têkoşîna ku wan radestî me kirine, em ê bi rêbazeke ku li wan tê bi ser bixînin. Em vê biryardariya xwe careke din dubare dikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

  Nasnav: Pîrdogan Elbak
Nav paşnav: Yûnûs Karaca
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Nebahat-Îdrîs
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2016 / Zap
  Nasnav: Ferman Mervan
Nav paşnav: Mervan Artiran
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Esma-Fesîh
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2016 / Zap
  Nasnav: Çekdar Roboskî
Nav paşnav: Firat Bûlût
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Bahar-Kînyas
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2016 / Zap
  Nasnav: Brûsk Çekdar
Nav paşnav: Azad Sayiner
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Halîme-Omer
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2016 / Zap
  Nasnav: Koçer Çiya
Nav paşnav: Başar Îlçî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Husniye-Saît
Dem û cihê şehadetê: 6’ê Îlona 2016 / Zap

PÎRDOGAN ELBAK

Hevrêyê m Pîrdogan li navçeya welatparêz a Wanê li Elbakê ji dayik bû, li nava malbateke welatparêz û dilsozê nirxên kedkar û neteweyî mezin bû. Ji ber welatparêziya malbatê, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê timî ji nêz ve şopand. Hevrêyê me Pîrdogan polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ti carî qebûl nekir û li dijî vê yekê timî têkoşiya. Ji bo ku di têkoşînê de gavên nû biavêje û hîn bi bandor bibe, timî kete nava hewldanan. Di encama vê lêgerînê de jî baweriya xwe bi wê yekê anî ku têkoşîna herî bi bandor tenê li nava refên PKK’ê bi şerkirinê dikare bê meşandin. Hevrêyê me Pîrdogan ku bi her gava xwe zanî bû, biryar da tevlî nava refên PKK’ê bike û beşdarî nava têkoşîna çalak bû. Hevrêyê me Pîrdogan bi coşeke mezin xwe gihan çiyayên Kurdistanê, bi perwerdeyên ku li ser bingeha felsefeya Rêber Apo wergirtî, xwe kûr kir. Her kêliya jiyana gerîla ji bo xwe weke perwerdeyê dît û di rêya milîtaniya Apoyî de gelekî bi pêş ve çû. Hevrêyê me Pîrdogan bi berpirsyariyeke mezin nêzî her wezîfeyên şoreşgerî bû, dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo, gelê Kurd û welatê xwe re bi pratîkeke serketî nîşan da.

FERMAN MERVAN

Hevrêyê me Ferman li Edeneyê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Pîvanên welatparêziyê ji malbata xwe wergirt û în di temenê ciwantiyê de li dijî faşîstma dewleta Tirk dest bi têkoşînê kir. Mîna her kêliya jiyana têkoşînê, di karên ciwanan de jî hewl da rol û mîsyona xwe bêkêmasî bi cih bîne. Di karên ciwanan de timî bi roleke çalak rabû û piştre ji bo têkoşîna xwe mezin bike, biryar da di asta herî bilind de têbikoşe û bi vê armancê berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Ji kêliya ku tevlî nava gerîla bû û pê ve li çiyayên Kurdistanê tehma azadiyê kir û zû hînî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Ferman hîn ji destpêkê ve ji xwe re kir pîvan ku bibe şopdar û têkoşerê jiyana azad û di jiyana gerîla de jî ji van pîvanan tawîz neda. Bi sekna xwe ya tûj û bi biryar, di nava jiyanê û şer de ji bo hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Tiştên ji perwerdeyên îdeolojîk hîn bû, hewl da bixe meriyetê. Di nava jiyanê de jî ji parvekirina bi hevrêyên xwe re teredût nekir. Dema ku hîn dibû di heman demê de hîn dikir û bi vê taybetmendiya xwe bû hevrêyek ku cihê xwe diyar bû.

ÇEKDAR ROBOSKÎ

Hevrêyê me Çekdar ku bi eslê xwe ji Şirnexê ye, li Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Înkara li ser ziman, çand û hebûna Kurdan bû sedem ku nakokî bi hevrêyê me Çekdar re çêbibe. Hevrêyê me Çekdar pê hesiya ku hebûna gelê me tenê bi şerekî bêeman dikare bê parastin û biryar da tevlî nava refên gerîla bibe, sala 2015’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bû xwedî sekneke hevgirtî û bi wate û ev biryardariya xwe piştre jî dewam kir. Di demên destpêkê yên tevlîbûnê de hevrêyê me Çekdar kete bin bandora yekbûna gerîla ya bi xwezayê re û zû hînî gerîla û xwezayê bû, bi xwezaya Kurdistanê re bû yek. Her ku îrade û ruhê li berxwedana zindanan hîn bû, hewl da ku li gorî vê berxwedanê tevlî bibe. Hevrêyê me Çekdar bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bi kesayetiya xwe hesiya û heta kêliya ku şehîd bikeve hewl da bi perwerdeyan bi hêza xwe bihese. Bi sekn û fedakariya xwe ya li nava jiyanê hevrêyê me Çekdar bû milîtanekî pêşeng ê Apoyî. Wê her tim ji hevrêyên xwe re bibe çavkaniya sûdwergirtinê.

BRÛSK ÇEKDAR

Hevrêyê me Brûsk li yek ji navendên berxwedanê yên herêma Serhedê li navçeya Erdîşê ya Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi bandora mezinbûna li nava derdoreke bi vî rengî hîn di ciwantî de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Hevrêyê me Brûsk polîtîkayên asîmîlasyon, înkar, îmhayê yên dewleta Tirk a mêtinger, faşîst û qirker a li ser gelê Kurd ji nêz ve dît û kete nava lêgerînên têkoşînê. Hevrêyê me Brûsk hewl da li dijî dewleta Tirk a faşîst rêbazên têkoşînê biafirîne û piştî ku demekê destgîrkirî ma, gihîşt wê baweriyê ku bersiva herî bi wate ya ji sîstemê re bê dayin, gerîlaiya li çiyayên Kurdistanê ye, lewma sala 2014’an biryar da tevlî nava refên gerîla bibe. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi xwe re kete nava têkoşîneke bêeman û ji bo guherîn û veguherînê di kesayetiya xwe de çêbike têkoşiya. Hevrêyê me Brûsk xwe ji aliyê îdeolojîk ve xurt kir, di heman demê de tiştên hîn bûyî bixe pratîkê. Hevrêyê me Brûsk bi sekna xwe ya li nava jiyanê li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê û heta şehîd bikeve ji sekna xwe tawîz neda, di jiyan û şer de bû lêgerînerê serketinê.

KOÇER ÇIYA

Hevrêyê me Koçer li bajarê qedîm ê Kurdistanê ku malovanî ji berxwedanên mezin ên dîrokê re kiriye li Amedê ji dayik bû. Hevrêyê me Koçer li nava malbateke welatparêz bi çanda berxwedanê ya Amedê mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve li polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dijmin rast hat û li dijî vê yekê jî timî têkoşiya. Hevrêyê me piştre Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û fêhm kir ku jiyaneke bi rûmet bi têkoşîna li nava refên PKK’ê dibe. Hevrêyê me Koçer jiyana li nava sîstemê ti carî hêjayî xwe nedît û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Di nava jiyana gerîla de kete bin bandora têkiliyên hevrêtiyê. Hevrêyê me Koçer li çiyayên Kurdistanê kete nava têkoşîneke çalak. Di nava jiyanê de ji hevrêyên xwe re bû piştevan û moral. Bi ruhê Apoyî xwedî li her wezîfeyê derket û bi rengekî serketî bi cih anî. Dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo, gelê Kurd û welatê xwe, bi sekna xwe ya li nava jiyanê nîşan da.

Hevrêyên me Pîrdogan, Ferman, Çekdar, Brûsk û Koçer bi sekna xwe ya bi biryar a li nava têkoşînê rê nedan artêşa Tirk a dagirker û herêma Zapê kirin kelehek têk naçe. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Yekîneyên Antî Terorê li Minbicê endamekî MÎT’ê zevt kirin

Nivîsa Pêş

Qeyûmên li Wanê bi kêfî maeşan distînin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Qeyûmên li Wanê bi kêfî maeşan distînin

Qeyûmên li Wanê bi kêfî maeşan distînin

Komalên Ciwan: “Bi rihê berxwedêr ê ciwantî yê me ji rastiya şehîdan wergirtiyê berbi serkeftinê ve!”

Komalên Ciwan: Ji bo azadiya Rêber Apo werin cenga azadiyê

Manşet

  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan
  • Nivîsgeha Çalakiyên Ciwanan ji bo Niştecihên Kampa El-Meqs li El-Kasratê Înîsiyatîfeke Porê Mêran Dest pê Dike
  • Li Wan ê Ciwanekî Hat Revandin û Îşkencekirin
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin
  • Belgefîlma Vartinîs Li Berlînê Hate Nîşandan
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    Li Efrînê Jinek Ciwan Hat Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Xwendekar li Dijî Ambargoyê Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger ên Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekar Daristanên Xwe Diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.