KOBANÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê civîna xwe ya salane lidarxist. Civîn li hola Îbrahîm Ehmed a Zanîngeha nû ya Kobanê ya li Til Xizalê pêk hat. Bi sedan ciwan û xwendekar tevlî civîn bûn.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin hat destpêkirin. Mamoste Şervan Kobanê axaftina vekirinê kir. Piştî wê nirxandinên Rêber Apo li ser rola pêşeng a ciwanan û her wiha rapora xebatê sala 2025 a Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin xwendin. Piştî wê vîdyoyekî li ser xebatê salekî ya Ciwanên Şoreşger hat pêşkêşkirin.
Nirxandinên berfireh li ser asta xebatê Ciwanên Şoreşger û pêwîstiya pêşxistina wê hatin kirin.
Di dawiyê de encamên civînê bi daxuyaniyekî ji raya giştî re hatin parve kirin. Di encamnameyê ku ji aliyê Avaşîn Misto ve hat xwendin de, civîn ji Rêber Apo û şehîdên Kurdistanê re hat diyarî kirin. Hat diyar kirin ku xebatên Ciwanên Şoreşger wê li ser esasê mîsogerkirina azadîya fizikî ya Rêber Apo û pêkanîna banga Aştî û Civaka Demokratîk werin meşandin. Her wiha, hat destnîşankirin ku wê perwerdeyên zanistî û bîrdozî werin lidarxistin ji bo avakirina zihniyetekî azad û naskirina siyasetên şerê taybet ên dewletên dagirker da ku wan vala werin derxistin. Ciwanên Şoreşger bi sozê ku ewê rola ciwanan di komîn û meclîsan bidin pêş da ku projeya modernîteya demokratîk were pêkanîn encamnameya xwe bidawîkirin.
Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mûrat Kobanê diyar kir ku civîn di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk tê lidarxistin. Her wiha, anî ser ziman ku sala 2025 salekî tijî şer û şehadet bû, û Tevgera Ciwanên Şoreşger jî kedekî mezin dan ji bo pêşengtiya pêvajoyê bikin, bi taybetî jî di berxwedana Bendava Tişrînê de. Mûrat destnîşankir ku erkê esasî yê ciwanan ew e ku li her derê xwe zana bikin, welatê xwe biparêzin û siyasetên dewletên dagirker ên ku civak û çanda wê hildiweşînin bidin rawestandin.


