NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Deniz Bager ên HBDH’ê di daxuyaniya niviskî de diyar kirin milîsên wan 7’ê Sibatê Stenbolê li Eyûpsûltanê li dijî notirvana û 10’ê Sibatê jî li Fatîh û Çekmekoyê çalakî kirine.
Bi berdewamî hate ragihandin 10’ê Sibatê saet 03:00’an milîstanê wan li dijî notirvanên li ber Avahiya Navçeya AKP’ê ya Fatîhê ya Stenbolê çalakî kirine, di çalakiyê de notirvanek birînar bûye.
Milîsên Deniz Bager ên HBDH’ê her wiha diyarkirin 10’ê Sibatê saet 23:40’an li Çekmekoyê ya Sîteya Ege Yildizê, wesayita Vahdet Erdogan ê ku ji AKP’ê re xizmetê dike hatiye şewitandin.
HBDH’ê li dawiyê jî 15’ê Sibatê Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîd bi bîr xist û got, ”Em sond dixwin ku tecrîda Imraliyê parçe bikin, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû hevrêyan azad bikin.”



