Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Însiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê avakirina xwe ragihand

Li Herêma Ereb ya Şengalê Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê hate avakirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
05/02/2022 - 15:13
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Însiyatîfa Ciwanên Ereb a Şengalê avakirina xwe ragihand
ParvekeTweet

ŞENGAL – Di çarçoveya xwe rêxistinkirina li ser bingeha civakek exlaq, polîtîk û têkoşîna azadiya jinê û ciwanan, ciwan û jinên ciwan ên Ereb, li gundê Medîban ya dikeve Rojavayê Şengalê civiyan. Di civînê de Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê hate avakirin.

Di komcivînê de tevî ciwanên Ereb, endamên Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan yên Êzidxanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), Partiya Azadiya Demokratîk ya Êzidî (PADÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê  (YJŞ) û Endamên meclîsa gel ya Şengalê û herêma Ereban amade bûn.

Komcivîn bi deqîyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Li ser navê Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê Ewad Elhelal û Yusif Meculî axivîn û bi xêrhatina mêvanan kirin.

Li ser navê TAJÊ Riham Hicû axivî behsa girîngiya avakirina înstiyatîfê kir: “Em spasiya vexwendina we dikin. Ciwan damara sereke ya avakirina civakê ne. Germbûna ku li gel ciwanan dihêle ku ciwan di hemû aliyan de xwe bi rêxistin bikin û xwedî rolekî girîng bin. Di warê aştî û aramiyê de rolekî wan ya girîng heye. Ciwanên Ereb yên ku di herêmên dikevin ser sînora Şengalê û rojava de, pêwîst e xwe bi awayekî xurt rêxistin bikin. Ji ber ku di hemû aliyan de êrîşên tunekirina aramiya di nav ciwanên Êzidî û Ereban de heye. Di van rojên bi zehmet de, lazim e em hemû bi xurtî tevlî kar û xebata avakirina civakekî azad û demokratîk bibin.”

‘CIWAN BINGEHA PARASTINA CIVAKÊ NE’

Endama Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Rûheyv Ereb jî got; “Di serî de em avakirina vê insiyatîfê li hemû Ereban bi taybet ciwanan pîroz dikin. Ciwan di vê herêmê de rolekî wan ya girîng heye. Ji ber ku ciwan bingeha parastina civakê ne. Bi taybet ji bo van herêman giringî heye, Iraq ji ber ti girîngiyê nade, ji bo wê lazime ev gav bihata avêtin.”

Li ser navê PADÊ’ê Mihemed Ferhan Salih û li ser navê Meclîsa Gel ya Medîbanê Xidir Salih axivîn. Di axaftina xwe de sipasiya vexwendina ciwanan kirin û avakirina însiyatîfê jî pîroz kirin. Her wiha weke eşîrên ereban jî piştgiriya xwe di hemû aliyan de ji insiyatîfê diyarkirin

‘PIŞTÎ FERMANÊ YEKÎTIYEKE XURT DI NAVBERA EREB Û ÊZIDIYAN DE ÇÊBÛYE‘.

Li ser navê Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan ya Êzidxanê Sara Botan axivî, Sara Botan balkişand ser girîngiya yekîtiya xebatên ciwanên Êzidî û Ereb û got; “Bi xêrhatina her kesî dikim. Em vê insiyatîfê li Rêber Apo pîroz dikin. Di pêvajoyek  wiha hesas de avêtina pêngavek bivî awayî xwedî girîngiyekî mezin e. Piştî fermanê yekîtiyekî xurt di nava Ereb û Êzidiyan de çêbûye. Ev insiyatîf nîşaneya vê yekê ye. Ji ber ku dijmin bi zanabûn dixwazin cudabûn bixin nava pêkhateyên Şengalê. Li ser fikra Rêber Apo ciwanên Ereb xwe rêxistin bikin û ev gavekî mezin ya pîroz e. Ji îro û pê ve di nav ciwanên Ereb û Êzdî de wê kar bi hev re li ser bingehê parastina vê axê bê meşandin. Em heya dawî piştgiriya ciwanên Ereb dikin.”

Di dawiyê de endama Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê Ewad rêziknameya insiyatîfê xwend.

RÊZIKNAME

  • Ji bo têkoşînkirina ji bo azadiyê, fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re dike bingeh.
  • Rêveberiya Xweser ya Şengalê weke nasnameyekî rêxistinî û siyasî hildibijêre. Ji bo fermîkirina rêveberiya xweser insyatîf wê tekoşîn bide meşandin.
  • Însiyatîfa Ciwanên Ereb ya Şengalê YBŞ û YJŞ’ê weke hêza bingehîn ya parastina gel û herêmê dibîne. Ji bo xurtkirina vê hêzê berpirsyar e.
  • Jin pêşenga civakê dibîne û ji bo azadiya jin û civakê tekoşîn dide meşandin.
  • Însiyatîf bi rêzdarî hemû ol û baweriyan qebûl dike.
  • Li ser bingeha avakirina netewa demokratîk li hemberî zihniyeta desthiladar û zayendparêz wê têbikoşe.
  • Mafê xwe parastinê li hemberî hemû êrîşên ji derve ên li ser aramiya herêmê, esase digire.
  • Rexne û rexnedayîn bingeha yekemîn e.

Her kesê ku temenê xwe di navbera 15 heya 30 salan ku van rêgezan qebûl bike, dikare cihê xwe di vê însiyatîfê de bigre.

Komcivîn bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Aqûbeta ciwanên hatine destgîrkirin nayê zanîn

Nivîsa Pêş

Di îşkenceyê de perdeya guhê girtî teqiya û hewl dan ku bi qayişê bixeniqînin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Di îşkenceyê de perdeya guhê girtî teqiya û hewl dan ku bi qayişê bixeniqînin

Di îşkenceyê de perdeya guhê girtî teqiya û hewl dan ku bi qayişê bixeniqînin

Li Şehbayê ji bo salvegera komploya navnetewî sinevizyon hate temaşe kirin

Li Şehbayê ji bo salvegera komploya navnetewî sinevizyon hate temaşe kirin

Manşet

  • Çaliştaya Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.