Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 24, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

DOSYA – Fermandar Baran Mawa Şehîdên Cizîrê vedibêje – Ş. Harûn Bagok

"Heval Harûn hevalekî ku di demên pêş de erk û berpirsiyariyên pir mezin bicîh bîne bû. Bi sekna xwe ya îdeolojîk, leşkerî û mûtevazîbûna xwe tam fermandarek bû. Jixwe hevalan jêre digot general. Sekeneke wî ya wisa hebû."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
26/01/2022 - 0:10
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 

Hevalekî din ku li Cizîrê Cihê xwe digirt Heval Harûn Bagok bû. Bi rastîjî hevalekî ku divê qala wî were kirin, bibe malê giştî ye. Sekna heval Harûn a îdolojîk, sekna wî ya leşkerî, hevalan motîvekirina wî di tevahiya Cizîrêde û hevalên Li Cizîrê de bandorek mezin da çêkirin. Heval Harûn di zivistana 2013 û 2014 an de di Akademiya Şehîd Elî Çîçek de de bû. Piştî Akademiya Ş. Elî Çîçek perwerdeyeke kurta leşkerî dît û derbasî Bakûrbû. Li Amedê xebat meşand. Di dema çalakiyekîde liser hişê xwe diçe û tê girtin. Di dawiya sala 2014 an ^pevajoyên Şengal û Kobanêde di girtîgehêde bû. Di zivistana 2014 an de derket. Di vê pêvajoyêde zindanêde bûyîn û derveyê têkoşîna pratîkî mayîn pir lê dijwar hatibû. Demaku derket hat yekser got min bişînin Kobanê. Me jêre got Heval Harûn, Kobanê êdî derbas bû, Şoreşa Bakûr destpêdike. Temam tu di dema Kobanêde di zindanêdebûy, Kobanê rizgarbû derbasbû. Lêbelê li pêşme hemleyeke pir mezin a Bakûr heye. Got temam. Tecrûbeyên heval Harûn yên şer ne zêdebûn. Hevalekî pir ne kevin jî bû. Di Fermandariya sahaya Botanê de cihê digirt. Hevalêndin hemî kevinbûn 3u tecrûbeyên wan yên şer hêbûn. Heval Harûn pir zêde wate nedida vî. Digot hevalên ku dikarin bila ew bikin baştire. We ez kirime fermandariya sahayê lê tecrubeyekî min zêde tineye. Yekjî şerm dikir ku ji hevalan re bibêje ez di fermandariya sahayêde cihê digirim. Pir mutevazîbû. Digot evqas hevalên ji min zêdetir xwedî tecrube hene çima ez dibim fermandarê wan. Digot pêwîste yên xwedî tecrube bibin fermandar.
Dema ku dorpêç destpêkir, heval Harûn li Cizîrê bû û di Cizîrêde ma. Heval Harûn hevalekî ku di dorpêça 58 an de yek kêliyekî jî dudilî jiyan nekiriye, bê hêvî nemaye, reşbînî mêze nekiriye. Hevalên ku ji wê dorpêçê xelasbûn qal dikirin. Heval Harûn jibo tevgera me windahiyek pir mezin bû. Heval Harûn hevalekî ku di demên pêş de erk û berpirsiyariyên pir mezin bicîh bîne bû. Bi sekna xwe ya îdeolojîk, leşkerî û mûtevazîbûna xwe tam fermandarek bû. Jixwe hevalan jêre digot general. Sekeneke wî ya wisa hebû.
Hevalekî ku heya kêliya dawiyê jî li tevahî çeperan digeriya moral dida, hêvî dida bû. Hetta ez bêjim roja berxwedane ya 56 an bû dema ku ez bi heval Harûn re axivîm, Heval Harûn moral dida me. Ew bixwe dinava dorpêçede ye, qada wan tengbûye, şuna ku em moral bidin wî, wî moral dida me jî. Digot heval xwe xemgin nekin, tiştekî ku di destê we de be nîne. We hewilda ama tiştek ji destê were were nîne. Hewce nake ku hûn xemgîn bikin. Digot dema dema herî dawî hat emê hemî bobbeyên xwe di xwedei di dijminde biteqînin, lê tucarî devjê berdan çênabe.
Heval Harûn di roja 58 an de jî dema dijmin gihaştibû jêrzemînan hîn jî birîndar nebibû.Pênc hevalin dema ku derdikevin, di wê demê de dijmin mermî li wan direşîne. Yek ji wan hevalan şehîd dikeve Heval Harûn e. Ji wan tenê yek hevalek xelas dibe. Fermandarê Cizîrê ye. Dibe ku tê bêriya we di televîzyonê de dîmenê gûrûbeke 5 kesan hebû. Dîmeneke sipî bû, bi termalê hatibû kişandin. Dema dîmenê Cîzîrê didin her wî dîmenê nîşan didin. Ewê ku yekemîn dikeve erdê heval Harûn e. Dema ku heval Harûn dikeve erdê jî slogan diavêje. Slogana Bijî Serok Apo diavêje. Ewqas girêdayî ku tu tiştî nikaribû girêdanbûna wî bihejîne. Tu tiştek nikarîbû sîh bixe liser bawerî û girêdanbûna wî. Bi awayekî muthîş girêdayî Rêbertî û şoreşê bû.
Hevalekî xwînsar, hewşl dida her tiştî berfirehî fêm bike, kêmasiyan, leaziyan û şaşitiyan bi wate çareser bike bû. Hevalekî heya dawî xwedî sebir, hevalên li hember xwe guhdar dikir, fêmdikir û hewil dida çareserî bibîne. Li hember hevalan û rêxistinê pir rêzdar bû û pir nirx dida. Yek carekê jî uslûba xwe xerab nekiriye û tu kes ji uslubê wî acizî jiyan nekiri ye. Di Cizîrê de ji hevalên sereke ku derdora xwe motîve dikir û moral dida bû. Belê wek ku min got tecrubeyên xwe yên leşkerî ne zêdebûn; lêbelê ji kesên xwedî tecrube zêdetir rola xwe lîst. Bi awayekî pir aktîf hevalan tev li pêvajoyê dikir, motîve dikir. Heval Harûn jî di roja 58 an de wisa şehid ket.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ev êriş nîşaneya qelsbûn û têkçûna wan e

Nivîsa Pêş

Ciwanên ku ewlekariya Hesekê digrin: Emê destûr nedin ku DAİŞ li ser axa welatê me bijî!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên ku ewlekariya Hesekê digrin: Emê destûr nedin ku DAİŞ li ser axa welatê me bijî!

Ciwanên ku ewlekariya Hesekê digrin: Emê destûr nedin ku DAİŞ li ser axa welatê me bijî!

LEZGÎN – Gerila TV dîmenên suîkasta Heftanînê parvekir

LEZGÎN - Gerila TV dîmenên suîkasta Heftanînê parvekir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • ‘Li Îstîklalê 20 Ciwan Hatin Binçavkirin’
  • Ciwan Panel Pêk tinin: ‘Di Civaka Sosyalist de Rola Ciwanan’
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist
  • Ciwanên Dêra Zorê Derbarê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de Daxuyaniyek Weşand
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Darxist
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Qamîşloyê Çalakiyek Bîranînê Darxist

Herî zêde hatine xwendin

  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Herema Cizîrê Ciwan Hemberê Erîşan Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hemayê Ciwanek Hat Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hesekê û Reqqa Li Hemberê Erişên Daketin Qadan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê Yên Sala 2023’an Bi Hurmet Bi Bîr Tînin’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dêra Zorê Derbarê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de Daxuyaniyek Weşand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.