QAMİŞLO – Yekîtîya Jinên Ciwan îro li Qamîşloyê ji bo Şehid Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanî, Berçem Kobanî û rêhevalên wan çalakiyek bîranînê lidar xist.
Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî vê yekê, nameyek ji bo Şehîd Berçem Kobanî hatibû nivîsandin hatê xwendin. Bername bi pêşkêşkirina sînevîzyon li ser jiyan û têkoşîna her sê şehîdan berdewam kir.
Çalakî bi pêxistina mûman û bi dirûşmeyên ”Şehid Namirin” dawî bû.


