Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 24, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şengalî bi biryar in: Emê heta dawî berxwe bidin û serbikevin

“Tişta ku birêz Ocalan dibêje Rêveberiya Xweser jî dibêje. Em êrişî tu kesî nakin, lê dema êrîşî me were kirin jî emê li ber xwe bidin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
16/01/2022 - 10:53
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Şengalî bi biryar in: Emê heta dawî berxwe bidin û serbikevin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên destnîşan kir ku Peymana 9’ê Cotmehê planeke şerê taybete û got: “Tişta ku birêz Ocalan dibêje Rêveberiya Xweser jî dibêje. Em êrişî tu kesî nakin, lê dema êrîşî me were kirin jî emê li ber xwe bidin.”

Li Şengalê ezmûna Rêveberiya Xweser xwedî dîrokeke kurte, lê bi berxwedan û têkoşînê dagirtî ye. Cara yekem di 14’ê Çileya 2015’an de bi navê Meclîsa Avaker a Şengalê bingeha xweseriyê hate danîn ku di wê demê de şer û pevçûneke gur bi çeteyên DAIŞ’ê re berdewam bû. Ango gava destpêkê di nav rewşa fermanê de hate avêtin û ev 7 salin jî bi têkoşîn û berxwedaneke mezin xwe gihandiye roja me.

Di salvegera avabûna Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de, nîqaş û nirxandinên berfireh li ser parastin û pêşxistina vê pergalê têne kirin. Her wiha hewldanên hikumeta Kazimî, PDK û dewleta Tirk a dagirker jî ji bo hilweşandina vê projeyê berdewamin. Derbarê vê mijarê de Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ji ajansa me re axivî.

‘Gelek qonaxên hesas hatin derbaskirin’

Azad Hisên destpêkê bibîrxist ku Meclîsa Avaker a Şengalê bi ked û fedekariya şehîdan û di rojên giran de hatiye avakirin. Hisên dibêje, 7 sal derbas bûn, di nav van salan de ji şehîdê yekem heya Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel berdêlên giran hatin dayîn, gelek qonaxên hesas hatin derbaskirin.

Azad Hisên bi taybet balkêşa ser dijbertiya PDK’ê ya li Şengalê û helwesta civaka Êzidî: “Ji dema ku PDK’ê xençera îxanetê li pişta me da û heya îro, civaka Êzidî rabû ser xwe û şerekî bênavber a dîplomasî, siyasî, leşkerî li hemberî dijmin da meşandin. Meclîsa avaker li ser çi esasî hate damezrandin; êdî cihê îxanetkaran li ser vê axê nemaye. Rêveberiya Xweser li ser wê esasê kar dike ku êdî xwe birêve bibe.”

‘Planek taybete’

Azad Hisên li ser plan, êriş û konsepta li ser Şengalê tê meşandin jî ev nirxandin kir: “Di nav salên derbasbûyî de di çarçoweya şerê taybet de gelek planên qirêj li hemberî me hate meşandin. Yek ji wan Peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera hikumeta Hewlêrê û hikumeta Iraqê bi navbeynkariya dewleta Tirk e. Dixwestin Rêveberiya Xweser tune bikin, lê bi berxwedana civaka Êzidî û dostên Êzidiyan ev peyman pêk nehat.”

‘Em êriş nakin, dijî êrişan li ber xwe didîn’

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên, li hemberî plan, êrîşên ser Şengalê û xeta parastinê jî axivî. Hisên bi gotinek ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bersiva êrişan da: “Birêz Ocalan dibêje ‘Eger dinya hemû bibe yek û bi ser me de were jî ez dest danaynim, lê hemû dinya li pişta me be jî em êrişê kesî nakin.’ Tişta ku birêz Ocalan dibêje, Rêveberiya Xweser jî dibêje. Em êrişî tu kesî nakin, lê dema êrişî me were kirin jî emê li ber xwe bidin.”

Azad Hisên destnîşankir ku ew weke civaka Êzidî doza mafê xwe ya rewa dikin, tiştek ji derveyî yasayên Iraqê naxwazin. Hisên herî dawî behsa têkoşîna ji bo Şengalek xweser kir û got; “Di têkoşîna xweseriya Şengalê de em berdêlên mezin didin. Lê her şehîdek dibe sedem ku îradeya me xurttir û projeya me mezintir bibe. Êdî ev civak dixwaze bi kiraseke nû derkeve, dixwaze xeml û xweşikbûna xwe derîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mele Saît Ozdemîr dîsa rehîn girtin

Nivîsa Pêş

Fermandarê QSD’ê Baz Efrîn: Ji bo parastına welat li dijî dewleta Tirk em amade ne

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Fermandarê QSD’ê Baz Efrîn: Ji bo parastına welat li dijî dewleta Tirk em amade ne

Fermandarê QSD'ê Baz Efrîn: Ji bo parastına welat li dijî dewleta Tirk em amade ne

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir – 2 gerîla 1 jî welatparêz e

HPG'ê nasnameya 3 şehîdan parvekir - 2 gerîla 1 jî welatparêz e

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe
  • Serdegirtinên Malan li Şirnexê: 3 Ciwan Hatin Binçavkirin
  • Êrişê li hemberî şehîdgeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin
  • HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • ‘Li Îstîklalê 20 Ciwan Hatin Binçavkirin’
  • Ciwan Panel Pêk tinin: ‘Di Civaka Sosyalist de Rola Ciwanan’

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dêra Zorê Derbarê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de Daxuyaniyek Weşand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hemayê Ciwanek Hat Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Ser Êrişên Heleb’ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Daxuyaniya Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.