ŞIRNEX – Li Şirnexê, di serdegirtinên malan de ku bi hinceta “belavkirina propagandaya rêxistinê” hatin kirin, sê ciwan hatin lêdan û binçavkirin.
Di saetên sibehê de li navenda Şirnexê serdegirtinên malan hatin kirin. Di serdegirtinan de, ku bi hinceta “belavkirina propagandaya rêxistinê” hatin kirin, ciwanên bi navê İ.K., A.T., û S.T. hatin lêdan û binçavkirin. Di lêgerîna mala İ.K. de, cilên gelêrî yên Kurdî, şal û şapik, ku li Şirnexê bi gelemperî tê lixwekirin, hatin desteserkirin. Ala Herêma Federe ya Kurdistanê jî wekî delîlek sûc ji heman malê hat desteserkirin. Ciwanên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Parêzgeha Şirnexê.
Tê texmînkirin ku hejmara binçavkirinên li bajêr zêde bibe, û hatiye hînbûn ku li ser dosyaya dozê fermana sînordarkirina 24 demjimêran hatiye dayîn.

