NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan di çarçoveya kampanyaya “Kom Bibe” de û di bin slogana “Bi Hevaltiya Komînal, Bi Rêber APO Rê Bijî” de Konferansa “Jin û Rêbertî” lidar dixe.
Armanca konferansê ew e ku di çarçoveya raman û felsefeya Rêber Apo de beşdarî perwerde û rêxistinkirina jinan bibe. Komîteya amadekar girîngiya beşdarbûna jinên ciwan bi giyanek hevpar di konferansê de destnîşan kir.
Konferansa ku ji bo hemî jinên ciwan vekirî ye, dê di 28’ê Kanûna 2025’an de, saet 10:00ê sibê li Navenda Mihemed Şêxo ya li Qamîşloyê were lidarxistin.
Agahiyên Konferansê:
Dîrok: 28ê Kanûna a 2025’an
Dem: 10:00’ê sibê
Cih: Qamîşlo – Navenda Mihemed Şêxo
Yekîtiya Jinên Ciwan hemî jinên ciwan vedixwîne ku beşdarî konferansê bibin.
