Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 24, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir – 2 gerîla 1 jî welatparêz e

"Hevrêyên me Sîpan, Leheng û Darîûs di salvegera damezrandina partiya me PKK'ê de ji aliyê dagirkeran ve bi rengekî nemerdane hatin şehîdxistin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan, Leheng û Darîûs em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
16/01/2022 - 12:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdan parvekir – 2 gerîla 1 jî welatparêz e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“27’ê Mijdara 2019’an hevrêyên me Sîpan û Leheng û welatparêzê me yê hêja Darîûs, li qada Dambatê ketin kemîna hêzên dagirker û şehîd ketin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sîpan Dildar
Nav paşnav: Berat Hulaku
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ayten-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2019 / Serhed
Nasnav: Leheng Gelhat
Nav paşnav: Serekem Ûdetxelefya
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Zeynep-Riza
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2019 / Serhed
Nasnav: Darîûs
Nav paşnav:
Cihê jidayikbûnê:
Dayik-Bav: –
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2019 / Serhed

SÎPAN DILDAR

Hevrêyê me Sîpan li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû ku ji malbatê gelek tevlîbûnên hêja li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê çêbû. Hevrêyê me hîn di zarokatiyê de têkoşîn nas kir û her tim xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Di karên cuda de xebitî, tevkariya madî li malbata xwe kir û di ciwantiya xwe de beşdarî nava karên ciwanan bû, li dijî hewldanên dejenerekirinê yên dewleta Tirk a dagirker timî têkoşiya. Hevrêyê me baş fêhm kir ku li Kurdistanê heta têkoşîna gerîla neyê meşandin wê armanca azadiyê ya gelê me pêk neyê, di vê çarçoveyê de sala 2015’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû. Di demeke kurt de bi pîroziya hevrêtî û jiyana PKK’ê re bû yek, bi yekbûna bi armancên partiya me re hîn bi xurtî tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Sîpan enerjiya ciwantiyê û hêrsa li dijî mêtingeriyê bi rêxistin kir, her tim ji xwe re kir armanc ku wezîfeyên şoreşê bi rengekî serketî bi cih bîne. Bi tevlîbûna xwe ya ji dil têkiliyeke xurt bi hevrêyên xwe re çêkir, xeta jiyana PKK’ê pejirand û hewl da vê xetê bigihîne her qadê. Lewma li he cihê ku lê ma veguherî pêşengekî milîtan. Di qada leşkerî de xwe bi pêş xist û hewl da ku bibe pêşengekî bicihanîna xeta şer a rast, di vê çarçoveyê de kar kir. Hevrêyê me Sîpan ku di temenê ciwantî de şehîd bû wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn.

LEHENG GELHAT

Hevrêyê me Leheng li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû û li nava malbateke hêja ya ji kevneşopiya welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me Leheng têkoşîn zû nas kir û şopand. Nasnameya berxwedanê ya ku ji malbata xwe wergirt her tim bi pêş xist û ji b karibe bi rengekî hîn çalak tevlî karên şoreşê bibe sala 2019’an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me, tevî êrişên mêtingeriyê jî nasnameya xwe ya neteweyî parast, ji bo her bihosteke xaka Kurdistanê ji dagirkeran paqij bike, ji bo siberoja azad a gelê me heta jê hat kar kir. Hevrêyê me di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza û zû hînî erdnîgariya zehmet a Serhedê bû û zor û zehmetî ji pêşiya xwe rakir. Pisporiya li ser xeta gerîla ya serdema nû ji xwe re kir armanc û bû xwedî pratîkeke mînak. Di şer û jiyanê de her tim li refên herî pêş bû. Zû bû xwedî tecrûbe û milîtanekî pêşeng. Li her qada ku lê bû ji bo xeta partiyê serwer be têkoşiya, di Felsefeya Rêbertî de xwe kûr kir û tiştên ku hîn dibû hem dixist pratîkê hem jî bi hevrêyên xwe re parve dikir. Hevrêyê me Leheng bi sekna xwe ya li nava jiyanê di nava hevrêyên xwe de bû cihê hezkirin û hurmeteke mezin. Wê her tim di têkoşîna me de bê bîranîn û pêşiya hevrêyên xwe ronî bike.

DARÎÛS

Hevrêyê me Darîûs welatparêzekî dilxwazê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bû û her tim tevlî karên şoreşê yên gelê me bû. Li gel zor û zehmetiyan jî her firsenda ku didît tevkarî li têkoşînê dikir û dema ku pêwîstî pê hebû, xwe ji dayina berdêlan jî nedida alî. Xeta milîtaniyê ya rastiya gel ê şerker di asta herî bilind de bi cih anî. Hevrêyê me Darîûs bi rengekî şênber bi pratîka xwe nîşan da ku ruhê tevlîbûna li serdemê divê çawa be.

Hevrêyên me Sîpan, Leheng û Darîûs di salvegera damezrandina partiya me PKK’ê de ji aliyê dagirkeran ve bi rengekî nemerdane hatin şehîdxistin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Sîpan, Leheng û Darîûs em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna azadiyê bi serketinê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Fermandarê QSD’ê Baz Efrîn: Ji bo parastına welat li dijî dewleta Tirk em amade ne

Nivîsa Pêş

Malbata Şenyaşaran pirsî: Divê hê çend roj ango sal bê qîrkirin ‘Edalet’

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 308’an de ye

Malbata Şenyaşaran pirsî: Divê hê çend roj ango sal bê qîrkirin 'Edalet'

Ji Gerîlayan çalakiya suîqastê: 2 dagirker hatin kuştin

Gerîla lê dide, artêşa dagirker a Tirk çeperan dihêle direve!

Manşet

  • Yekîtiya Jinên Ciwan Konferansa “Jin û Rêbertî” Lidardixe
  • Serdegirtinên Malan li Şirnexê: 3 Ciwan Hatin Binçavkirin
  • Êrişê li hemberî şehîdgeha Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin
  • HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • ‘Li Îstîklalê 20 Ciwan Hatin Binçavkirin’
  • Ciwan Panel Pêk tinin: ‘Di Civaka Sosyalist de Rola Ciwanan’

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di Êrîşên Li Ser Helebê De Jinek Hat Qetilkirin û Hejmara Birîndaran Derket 6’an

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hemayê Ciwanek Hat Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Reqqayê Civîna xwe ya Salane ya 2025’an Darxist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dêra Zorê Derbarê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de Daxuyaniyek Weşand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanek ji Laziqiyê Winda Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Dêrazorê Civîna Salê li Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebatek li dijî madeyên hişber û şerê taybet li Kampa Talaye hate lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Ser Êrişên Heleb’ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Daxuyaniya Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.