Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava

Çalakî bi dirûşmeya “Li hemberî kuştin û koçberkirinê, em ê bi hemû pêkhateyên xwe re, li ber xwe bidin” hate organîzekirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
26/12/2021 - 18:05
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
Li dijî êrîşa Dewleta Tirk ya li Kobanê çalakiyên gel û ciwanan ên li seranserê Rojava
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyek protestokirinê li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Qamişlo li dar xistin.

Çalakî bi dirûşmeya “Li hemberî kuştin û koçberkirinê, em ê bi hemû pêkhateyên xwe re, li ber xwe bidin” hate organîzekirin.

Di çalakiyê de Endama Rêveberiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Qamişloyê, Dilşa Şawîş axivî û diyar kir ku tevî hevpeymanên rawestandina şer ji aliyê hêzên garantor ve jî dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane pêk tîne. Dilşa Şawîş da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina sivîlan dixwazin ewlehî herêmê têk bibin.

Dilşa destnîşan kir ku dewleta Tirk a qirkir niha di bin çavdêriya hêzên cîhanî de, bi balafirên xwe yê bêmirov sivîlan hedef digire û sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne û wiha dewam kir: “Em wek pêkhatyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van sûcan em ê asta tekoşîna xwe bilind bikin. Em bang li civaka navdewletî û dewletên garantor dikin ku li pêş van kiryarên dewleta Tirk ên li dijî hemberî gelên herêmê rawestin.”

Çalakî bi dirûşmeya “Qatil Erdogan” bi dawî bû.

TÊKILDARÎ ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK DAXUYANIYÊN HEVBEŞ

Îro saziyên Malbatên Şehîdan ên kantona Hesekê li bajarê Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, kampa koçberan a Serêkaniyê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî welatiyan û herî dawî li dijî bajarê Kobanê ku di encama wê de 2 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn, da.

Di daxuyaniyan de êrişên artêşa Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên hovane ên dewleta Tirk li ser herêmên ewle û hedefgirtina bêserûber a sivîlên gundewarên Til Temir û Zirgan û bombebarana ku duh li bajarê Kobanê hate kirin, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku kesên di bombebaranê de têne hedefgirtin sivîlin, amûra hovîtiyê tu cûdahiyê naxe navbera jin, zarok, sivîl û leşkerî.

Her wiha bang li civaka navneteweyî û nivîsgehên wî yên hiqûqî hate kirin ku zextê li Enqere ya faşîst bike û wê neçar bike da ku sûcên xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestîne.

Meclisê di daxuyaniya xwe de teqezî li ser bilindkirina têkoşînê û parastina destkeftiyan kir.

Meclisên malbatên şehîdan teqez kir ku îradeya gelan dê li hember amûra kuştin û hilweşandinê biser bikeve.

Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jina Ciwan li navenda ciwanan a li bajarê El-Sewa yê gundewarên rojavayê Dêrazorê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê Suha El-Seîd ve hate xwendin û hate destnîşan kirin êriş dewleta Tirk ji ber binketina dewleta Tirk di pêkanîna projeyên xwe di herêmê de ye.

Her wiha hate gotin, êrişên dawî li ser navçeya Zirgan û Til Temirê sivîl kirin hedef û di encama wê de 4 welatî di nav de 2 jin şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn û ji ber wê jî metrisî di nava şêniyan de belav bû.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku bi lez têkeve tevgerê û binpêkirinên dewleta Tirk li ser herêmê rawestîne, her wiha piştrast kir ku ewê li hember êrişên dagirkeran, bisekinin.

AMÛDÊ

Li navçeya Amûdê jî partiyên Yekitiya Niştîmanî daxuyaniyekê têkildarî mijarê dan. Daxuyanî ji aliyê rûspiyê eşîreya El-Welda (El-Nasir) ê kantona Qamişlo ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike.

Her wiha hate destnîşankirin ku piştî binketina DAIŞ`ê, dewleta Tirk dixwaze wan jinûve li herêmê vejîne û vê yekê jî bi rêya bombebarankirina sivîlan pêk tîne.

Partiyan di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku dewleta Tirk hewl da komkujiyan li dijî gelên herêmê pêk bîne, tevlîheviyê li navbera gelên herêmê de derxîne.

Partiyên Yekitiya Niştîmanî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanca dewleta Tirk ji dagirkirina hin herêmên Sûriyê û dane zanîn ku armanca dewleta Tirk guhertina demografî û bicihkirina çeteyan li şûna niştecihên resen e.

Her wiha hate piştrastkirin ku di dema ku yek ji serçeteyên DAIŞ`ê ji aliyê QSD`ê ve hate girtin, dewleta Tirk êrişî Zirganê dike û ev yek lîstok û komployên dewleta Tirk ku hemû gelên herêmê dike hedef, eşkere dike.

Partiyên Yekitiya Niştîmanî di dawiyê de bang li dewletên garanetor ên li herêmê û civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dayne.

TIRBESPIYÊ

Têkildarî mijarê, Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê daxuyanî li navçeya Tirbespiyê da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser maleke li rojhilatê bajarê Kobanê şermezar kir. Daxuyanî li ber navenda navçeyê ji aliyê endamê meclisê Ebdulwehab Xalid ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku malbatên şehîdan ên hemû pêkhateyan van êrişên hovane yên ku dewleta Tirk hewl dide destkeftiyên herêmê têk bibe, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku malbatên şehîdan di parastina destkeftiyên şehîdên xwe û parastina yekitiya axa Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk israr in.

DÊRÎK

Bi sedan şêniyên navçeya Dêrikê ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwepêşandanek li dar xistin. Xwepêşandan ji Qada Azadî dest pê kir û li kolana sereke ya navçeyê geriyan. Xwepêşandêran dirûşmeyên şermezarkirina bombebarana dewleta Tirk a li ser Kobanê, berz kirin.

Li Qada Şehîdan Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed Ebdulrehîm axivî û got: “Em êrişên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina sivîlan şermezar dikin. Ev êriş berdewamiya siyaseta Tirkiyê ya bi armanca tunekirina gelan e û ferzkirina hegomoniya xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

TIL BIRAK

Meclisa navçeya Til Birakê jî, li pêşiya eywana şehîdan a navenda navçeyê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê û Zirganê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêveberekî meclisê Wenas El-Ebdullah ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên Tirkiyê hate şermezarkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku cîhan û hêzên garantor di êriş û sûcên Tirkiyê de ku armanca têkbirina aramiya herêmê, hevkar in.

GIRKÊ LEGÊ

Di heman çarçoveyê de bi dehan endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser li navçeya Girkê Legê û Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şermezarkirina topbarana dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Rimêlanê kom bûn.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî ve hate xwendin û tê de êrişên dewleta Tirk ên hovane yên li ser Zirgan, Til Temir û Kobanê hate şermezarkirin.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê û gundên girêdayî wê jî daketin qadan û êrişên vê dawiyê yên dagirkeriya Tirk şermezar kirin. Meş li ber navenda Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest pê kir û pankartên “Em hemû pêkhate li hember kuştin û koçberkirinê li ber xwe didin”, “Kuştina Zarok û Jinan rawestînin” hatin hildan.

Di xwepêşandanê de gel bê navber dirûşmeyên “Na ji dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa me re, Bijî Berxwedana Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê” beriz kirin.

Li Qada Şehîdan, li ser navê pêkhateyên navçeyê Fatima Keleş êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Em piştgiriyê didin berxwedana gelê Til Temir û navçeya Zirganê.”

Fatima Keleş destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in û di yek xendekê de li berxwe didin û têdikoşin.

Fatima Keleş da zanîn kir ku dagirkeriya Tirk ji bo koçberkirina welatiyan, dagirkirina herêmê û guhertina demografiya wê yekser welatiyan hedef digire.

ANHA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li dijî êrişên dagirkeriya Dewleta Tirk ciwanên Reqayê daxuyanî dan

Nivîsa Pêş

Li dijî tecrîdê Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê meşiyan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li dijî tecrîdê Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê meşiyan

Li dijî tecrîdê Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Helebê meşiyan

Li dijî êrişên dewleta Tirk Ciwanên Şoreşger li Hesekê meşiyan

Li dijî êrişên dewleta Tirk Ciwanên Şoreşger li Hesekê meşiyan

Manşet

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.