Enter your email Address

Perşembe, Ocak 29, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Sozdar Avesta: Bila ev hêzên tirsonek jî wisa bizanibin ku ew nikarin îradeya gelê Şengalê bişkînin

Sozdar Avesta destnîşan kir ku şehîdxistina Merwan Bedel bi hevkariya PDK û dewleta Tirk hatiye kirin û got, ne PDK ne jî dewleta Tirk wê nikaribin îradeya xelkê Şengalê bişikîne. Avesta bang li xelkê Şengalê kir: "Xaniyanan ji nava xwe biavêje."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/12/2021 - 18:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Avesta: “Azadiya Rêber Apo di sekin û tekoşîna Gerîlla û Ciwanên Kurdistanê de ye”
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevlî Bernameyeke Taybet ya televîzyona Stêrk bû û li ser Şengalê û hin mijarên di rojevê de axivî.

Sozdar Avesta êrişa li dijî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel û zarokên wî weke êrişeke tirsonek û nemerdane bi nav kir û sersaxiyê ji Şengaliyan re xwest.

‘ÊRIŞA LI DIJÎ HEVALÊ MERWAN RASTERAST BI DESTÊ PDK’Ê HATIYE KIRIN’

Avesta diyar kir êrişa li dijî Merwan Bedel gelek peyaman di nava xwe de dihewîne û got: “Ev êriş gelek peyamên cuda di nava xwe de dihewîne. Wê yên êrişkirin û hevkarî bi wan re kirin hesabê wê bidin. Divê bê zanîn wê ev êrişane bê hesap nebin. Ev êrişa dijî heval Merwan rasterast bi destê PDK’ê hatiye kirin. Li gorî agahiyên ku ji berê de li berdestê me hene, PDK pêşeng û rêberên civaka Êzidî yên weke heval Zerdeşt û Merwan û hwd. ji xwe re kiriye hedef. Dibêjin heya pêşengên vê civakê neyên qetilkirin û ji holê neyên rakirin, em ê nekarin vegerin Şengalê û desthilatdariya xwe bidomînin. PDK êrişên bi vî awayî plan dike, îstîxbarat dide û hedefê nîşan dide, dewleta Tirk jî tetîkkêşiya wî dike.”

Avesta diyar kir êrişên li ser pêşeng û rêberên civaka Êzidî ji bo ji hev belavkirinê ye û got: “Civaka me ya Êzidî jî baş dizane, rêberên wan tên hedef girtin, ji bo wan ji hev belav bikin, nekare xweseriya xwe pêk bîne û mafê xwe bidest bixe. Ji ber vê jî destpêkê rêber û pêşengên wê ji holê radike.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir ya girîng bersiva civakê ya ji van êrişan re û wiha berdewam kir: “Wê çawa pêşî li van êrişan were girtin, helwesta civaka me wê ji bo van êrişan çibe, ya girîng ev e. Civak baş dizane ku dijminê wî kî ye? Ji sala 2014’an ve plan li ser Şengalê heye. Wê demê bi çeteyên DAIŞ’ê re bazar kirin, bi vî awayî plankirin çete bikevin Şengalê (…) Lê Tevgera Azadiyê bi saya van pêşengên civaka Êzidî yên weke heval Merwan û hevalên din pêşî li van êrişan û qirkirina Êzidî girtin. Nehiştin plana DAIŞ’ê biçe serî. Lê niha bi van êrişan ji DAIŞ’ê re dibêjin, ya we nîvçe hiştiye em ê temam bikin. Bi vê armancê di hilbijartinên Iraqê de jî herî zêde li Şengalê hîle kirin.”

‘LI ŞENGALÊ YÊN KU HEVKARIYÊ BI WAN RE DIKIN HENE’

Avesta da zanîn ku li nava Şengalê yên îstîxbaratê didin PDK’ê û Tirkiyeyê hene û li ser vê mijarê jî ev hişyarî da: “Em dizanin li Şengalê yên hevkariyê bi wan re dikin hene. Gotineke navdar a Kurdan heye, dibêjin eger kurmê darê ne ji darê be, dar narize. Eger li Şengalê jî kesên bi wan re hevkarî dikin tine ba, agahî û îstîxbarat bi wan re parve ne kiriba, wê ev êrişan pêk nehatiban. Hinek kesên li beramber berjewendiyên gelekî ketî û çar qirûş pere, hevkarî bi wan re dikin û tevlî planên wan dibin. Ev xiyaneteke mezine. Li ciheke weke Xanesorê eger xiyanet tine be, wê nekaribin vê êrişê ser bixin. Divê helwesta gelê me yê Şengalê destpêkê li dijî van xiyanetkaran bin. Divê gelê me ev kesên xiyanetkar ên bi dewleta Tirk û PDK’ê re di nava hevkariyê de ne ji nava xwe derxîne. Pêwîste êdî rê nedin van xiyanetkaran di nava wan de bijîn. Pêwîste wana deşîfre bikin, helwest bigirin û ser wa de biçin.”

‘ÊŞA JI ŞEHADETA MERWAN BEDEL DIVÊ BIBE BINGEH JI TÊKOŞÎNEKE XURT RE’

Sozdar Avesta diyar kir ku şehîdbûna Merwan Bedel gelekî girane, lê divê gel vêya ji xwe bikin sedema têkoşîneke mezin û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Helbet şahadeta heval Merwan şahadeteke girane, em bi xwe jî wî ji nêz ve nas dikin. Lê xwedî derketina li şehîdan bi xwedî derketina li keda wan re dibe. Weke ew bixwe jî gotiye, ‘Eger bê xwestin em ê canê xwe jî di ber xweseriyê de bidin. Pêwîste helwesta gelê me helwesta hevalê Dijwar (Merwan) be. Dibe ku bi van êrişan gelek diêşin, lê dikarin lehengên din ên weke hevalê Dijwar derxin. Dikarin di xeta Dijwaran de derketineke mezin çêbikin. Dikarin vê êşa xwe veguherînin têkoşîn û rêxistineke mezin û şerê li dijî xiyanetê were xurtkirin.”

‘PDK HEM DIKE HEDEF HEM JÎ REWA DIKE’

Avesta li ser servîskirina nûçeyên derbarê êrişên li ser Şengalê de jî got: “Balkêşe êriş çawa pêk tên, yekser di çapemeniya PDK’ê de ku berê hatiye amadekirin, tên servîskirin! Mehme Xelîl dema qeymeqamê Şengalê bû ji tirsonekiya xwe Şengalê terk kir û reviya. Di hilbijartinê de jî bi sextekariyê xwe kir wekîl. Wê rojê derketibû televîzyonê û hevalê Dijwar weke milîtanekî PKK’ê bi nav kir. PDK hem hedef nîşan dide, hem jî piştre derdikevin rewatî bi wêya didin.”

Sozdar Avesta diyar kir şehîdbûna pêşengan di civaka Êzidî de valahiyek çêbike jî, wê ew fikrê azad û şoreşger ê piştî fermanê di civakê de pêşketiye, têkoşînê mezin bikin.

Avesta her wiha diyar kir Merwan Bedel li ser daxwaza zêde ya civakê derbasî xebatên Rêveberiya Xweser bûye û got: “Hevalê Dijwar hîn ji destpêka êrişên ser Şengalê ve mil da milê 12 gerîlayên bi hawara Şengalê ve çûne û li çiyayê Şengalê di çeperan de li dijî DAIŞ’ê şer kir. Li ser daxwaza zêde ya civaka Şengalê ji bo Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê hate hilbijartin.”

‘DIVÊ PDK Û TIRKIYE ZANIBIN, WÊ NIKARIBIN LI ŞENGALÊ SERWER BIBIN’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta diyar kir wê ne PDK û ne jî Tirkiye nekarin bi van êrişan li ser Şengalê serwer bibin û vê peyamê da: “Êrişên çêdibin li ser îradeya gelê Şengalê û sivîlane. Ji ber vê divê şahadet bibin bingeha derketineke mezin û xwedî derketinê. Bila ev hêzên tirsonek jî wisa bizanibin, wê ne PDK ne jî dewleta Tirk nekaribin îradeya gelê Şengalê bişkînin û li Şengalê serwer bibin. Yan divê yekî Êzidî li wir nehêlin, yan jî wê nekarin weke berê fermanê li wir bi cih bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanan wesayîta leşkerî ya artêşa Iraqê ji navçeyê derxistin, leşkerên Iraqê ciwan gulebaran kirin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk ên li Şengalê şermezar kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk ên li Şengalê şermezar kirin

Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk ên li Şengalê şermezar kirin

Xwendekarên Başûr îro jî li Helebceyê li ser piya bûn

Xwendekarên Başûr îro jî li Helebceyê li ser piya bûn

Manşet

  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Bi Deh Hezaran Kes Li Wanê Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî
  • Kovara ‘Ozgur Halk’ Dest Bi Weşana Dijîtal Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Hogir Dêrik û Hevrêyên Wî Destaneke Nû Ya Berxwedanê Nivîsand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.