Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Heybeta Serok

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/12/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Heybeta Serok
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Aslan ASLAN nivîsand 
Di rojeva Kurdan de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Her wiha ne tenê Kurd, dostên Kurdan û bi milyonan kesên din jî daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.
Di rojeva Kurdan de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo heye. Her wiha ne tenê Kurd, dostên Kurdan û bi milyonan kesên din jî daxwaza azadiya Rêber Apo dikin. Li qada navneteweyî kampanya û çalakî hene. Dewleta Tirk jî di tecrîd û şer de israr dike. Ji roja ku Rêber Apo girtine heta niha, ew xistine tecrîdê. Li girtîgeha Îmraliyê ne qanûn hene û ne jî hiqûq. Li gorî dilê xwe û kêfa xwe pergalek ava kirine. Dema dixwazin rê li ber hevdîtinan vedikin. Rêber Apo li dijî vê pergala êşkence û tinekirinê, ev 23 sal in li ber xwe dide. Ji wê derê gelek perspektîf û nexşe amade kirin. Tevî ku girtî ye hê jî milyonan kes li pey wî ne. Mesele fikir û ramanên Rêber Apo ne. Çawa ku di şert û mercên herî giran de PKK ava kir û Kurd rakirin, di şert û mercên herî giran ê tecrîdê de jî milyonan kesî dixe pratîkê.

Şoreşa Rojava li ser fikir û ramanên Rêber Apo bi pêş ket. Bi saya Rêber Apo û şervanên wî Şengal û Kobanê ji destê dagirkeran hat derxistin. Li gelek deverên din hê jî ev fikir û raman li pêş e. Bi wan fikir û ramanan Kurd bûne xwedî îrade. Ji ber vê yekê jî îro dinya hesabê Kurdan dike. Hêzên navneteweyî dizanin ku beyî Kurdan ew nikarin kevirekî deynin ser kevirekî din. Lewma jî dehê caran Dewleta Tirk heyetên xwe şandin cem Rêber Apo. Car caran bi êşkenceyê, car caran bi xapandinê xwestin Rêber Apo bînin ser riya xwe. Lê Rêber Apo li gorî wan tevnegeriya. Ji xeta şoreşgerî û xeta sêyemîn tawîz nedan. Ji bo vê yekê ye îro tecrîd û êşkence li ser wî heye.

Ji her çend mehan qedexeyan datînin ser hevdîtinên bi Rêber Apo re. Herî dawî derket holê ku ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re û ji bo 3 mehan jî hevdîtina bi malbatê re lê hatine qedexekirin. Her cara ku desthilatdariya faşîst a Dewleta Tirk dikeve tengasiyê tecrîdê û qedexeyan datîne ser Rêber Apo. Bi vî rengî dixwaze têkoşîna Kurdan lawaz bike. Ango dixwaze bi rêya şantaj û gefan, Kurdan sist bike. Lê Kurd hêza xwe û rêya berxwedanê ji Rêber Apo dibînin. Rêberekî ku 23 sal in li dijî êşkenceyê li ber xwe dide, heye. Heger serî tewandiba ewqasî nedihat tecrîdkirin. Heger bi ya wan kiriba ewqasî di zindanê de nedima. Ji ber ku bi ya wan nake û azadiya gelan dixwaze ewqasî tecrîdkirî ye. Hêzên navneteweyî û

Dewleta Tirk li pey pergaleke kapîtalîst û mêtinger in. Rêber Apo jî li dijî wan alternatîfek ava kiriye. Rojavayê Kurdistanê mînaka vê modelê ye. Her kes bi fikir û ramanên xwe azad dijî. Jiyaneke hevbeş û komunal hatiye avakirin. Ew jiyana ku milyonan kesî xeyala wê dikir îro li Rojava heye.

Serok bi heybeta xwe milyonan kes dan pey xwe. Dema ku dest bi têkoşînê kir ne dewletek li pişta wî bû, ne jî mal û milkê wî hebû. Lê dîsa jî bi milyonan kes bi wî re meşiyan. Îro jî heman rewş heye. Ji roja destpêkê heta niha stratejî û perspektîfeke Rêber Apo heye û nehatiye guhertin, ew jî azadî ye. Di her şert û mercî de li pey azadiyê ye. Heger jiyan hebe, wê azad be. Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo her kes bûye xwedî gotin. Hêzên navneteweyî jî li xwe vê yekê ranagirin. Lewma jî heyfa xwe ji Rêber Apo hiltînin. Tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê ji ber vê yekê ye. Li dijî vê êşkenceyê jî bi milyonan kes di nava tevgerê de ne. Ji Ingilîstanê heta Efrîqayê bi milyonan kesên biyanî daxwaza azadiya Rêber Apo dikin.

Ew sendîkayên karkeran ku bi milyonan endamên wan hene, ji bo azadiya Rêber Apo ketine nava tevgerê. Ew bi heybeta Rêber Apo dizanin û dane pey doza wî. Heger ew kesên biyanî ji bo Rêber Apo ketibin nava tevgerê, Kurd li benda çi ne!

Çawa dibe ku Rêberekî Kurdan 23 salan di zindanê de be. Kurd divê vê rewşê qebûl nekin. Çawa ku Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî ji tecrîdê berpirsiyar in, Kurd jî ji azadiya Rêber Apo berpirsiyar in. Rêber Apo rêya azadî û serketinê nîşan daye. Pêkanîna wê jî di destê me de ye.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Evîna Azadiyê

Nivîsa Pêş

Serxwebûn hejmara xwe ya nû bi manşeta ‘Cejna Vejînê Pîroz Be’ hate weşandin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Serxwebûn hejmara xwe ya nû bi manşeta ‘Cejna Vejînê Pîroz Be’ hate weşandin

Serxwebûn hejmara xwe ya nû bi manşeta 'Cejna Vejînê Pîroz Be' hate weşandin

Li Başûr êrişa DAIŞ’ê: 7 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Li Başûr êrişa DAIŞ'ê: 7 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.