Enter your email Address

Salı, Şubat 10, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Rustem Botan: Ruhê şoreşê li Zagrosan e

Fermandarê HPG'ê got, "Gerîla di nava 6 salên dawî de xwe li gorî rêbaza serdema nû ji nû ve ava kir. Bi vê yekê re dewleta Tirk bêçare ma."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/11/2021 - 10:14
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Rustem Botan: Ruhê şoreşê li Zagrosan e
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji fermandarên HPG’ê Rustem Botan destnîşan kir, berxwedana ku gerîla li dijî êrişên bi mehan ên dewleta Tirk dimeşîne, cihê rûmetê ye û got, “Ruhê şoreşê li Zagrosan e.”

Fermandarê HPG’ê got, “Gerîla di nava 6 salên dawî de xwe li gorî rêbaza serdema nû ji nû ve ava kir. Bi vê yekê re dewleta Tirk bêçare ma. Dijmin teknîka xwe ya şer çiqasî zêde kiribe jî rê û rêbazên ku vê teknîkê pûç bike hatin afirandin.” Fermandarê HPG’ê Rustem Botan li ser têkoşîna li Zagrosan ji ANF’ê re axivî.

‘KEVNEŞOPIYA ‘BERXWEDAN JIYAN E’ DEWAM DIKE’

Fermandarê HPG’ê Rustem Botan şehîdên Werxelê, Girê Sor û Zendûrayê bi bîr anî û destnîşan ikr ku têkoşîna niha tê meşandin ji tecrûbe û rabirdûya 40 salî tê. Rustem Botan got, “Hevrêyên me mîna Kemal û Mazlûman, berxwedan ji xwe re kirin esas. Têkoşîna ku bi şîara ‘Berxwedan jiyan e’ û ‘Mirov bi berxwedanê bi ser dikeve’ li Zagrosan, Metîna û Zapê dewam dike. Bi taybetî li dijî konsepta şer a dewleta Tirk a faşîst, yanî li dijî rejîma AKP-MHP’ê 6 meh in têkoşîneke bêhempa, berxwedaneke bêhempa tê meşandin.”

‘TIŞTEK NEMA KU LI HEMBERÎ GERÎLA BI KAR NEANÎN’

Rustem Botan diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ji sala 2016’an ve her tim zêde dibe û got, “Ji bo gerîla tasfiye bikin derfetên di destê xwe de hemûyan bi kar tînin. Tiştek nemaye ku neceribandine. Li gel van hemûyan jî nekarîn encamekê bi dest bixin. Bi taybetî ji sala 2018’an piştî ku gerîla xwe ji nû ve ava kir û pê ve, xitimîn. Ne balafirên keşfê, ne balafirên şer ne jî gazên wan ên kîmyewî encamek afirand. Bi rastî jî di pêvajoya 6 salên dawî de piştî ku gerîla xwe li gorî rê û rêbaza serdema nû bi rêxistin kir, dewleta Tirk bêçare ma. Kir nekir nekarî li pêşiya çalakiyên gerîla bibin asteng. Dijmin çiqasî teknîkên xwe yên şer zêde kiribe, gerîla jî rê û rêbazên pûçkirina vê teknîkê zêde kir.”

‘GERÎLA NE TENÊ DI POZÎSYONA PARASTINÊ DE MA’

Rustem Botan bi bîr xist, ku dewleta Tirk 6 meh in bênavber bi çekên ji teknolojiya dawî, bi taybetî bi çekên kîmyewî êriş dike û got, “Dewleta Tirk ji bo bikeve nava tunelên şer her cûre rêbazên şerê qirêj bi kar anî. Di şerê navbera dewletan de jî ewqas cebilxane nayê bikaranîn. Yanî di vir de em fêhm dikin ku dewleta Tirk li pêşberî taktîk û têkoşîna gerîla bêçare maye. Dewleta ku nikare berxwedana gerîla bişikîne di serî de çekên kîmyewî gelek rêbazên qirêj bi kar tîne. Gerîla li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî jî bêçare nema û bi teknîk û taktîkên cuda çalakiyên sabotajê li dar xist.

Van çalakiyên gerîla encamên xurt bi xwe re anî. Çalakiyên bi vî rengî yên YJA Starê pêşengî ji demê re kir. Li Wan, Gever, Botan, Metîna û Zagrosan çalakiyên xweser hatin lidarxistin. Yanî gerîla ne tenê di pozîsyona parastinê de ma. Gerîla hem xwe parast, hem jî li gelek deveran çalakî li dijî dijmin li dar xist. Li gelek deveran derb li dijmin xist û çek û cebilxane ji ser rakir. Ev hemû jî encamên nûbûna gerîla ya di dema nû de ye.”

‘TAKTÎKA GERÎLA GELEKÎ BI PÊŞ KET’

Fermandarê HPG’ê got, “Gerîla ji ber ku xwe bi felsefeya Apoyî bi rêxistin kir, 6 meh in têkoşîn û berxwedaneke bêhempa dimeşîne” û wiha dewam kir, “Li Mamreşo, Şehîd Serdar û Zendûrayê hevalan nehiştin ku dijmin bi ser bikeve. Li Girê Sor û Werxelê berxwedaneke mezin kirin. Li Girê Sor di şexsê hevalê Botan de têkoşîneke mezin hate meşandin. Dijmin çiqasî xwest bi pêş ve bê jî derb xwar û neçar ma ku xwe vekişîne. Ji xwe li Werxelê 4 meh in berxwedan dewam dike. Dijmin nikare bikeve nava tunelan. Heval li dijî dijmin çalakiyên cuda li dar dixin. Ji aliyê taktîkî ve pêşketineke mezin heye. Şerê li tunelan û yekîneyên tîm ên gerîla yên taybet ên li qadê di vê mijarê de taktîkên girîng nîşan dan. Ev yek niha li her qada şer dewam dike. Heval hem li nava tunelan hem jî li derve derbên giran li dijmin dixin û encamê werdigirin.”

‘EM BI ÎRADE Û SEKNA WAN SERBILINDIN’

Fermandarê HPG’ê Rustem Botan destnîşan kir ku têkoşîna gerîla cihê rûmet û serbilindiyê ye û got, “Ev berxwedan destpêkê di şexsê hevalên Cûmalî, Diyana, Mahîr, Botan, Diljîn û Serhat de xurt bû. Divê ev yek bê gotin; ne tenê gelê Kurd, gelên ku dixwazin azad bibin hemû niha bala wan li ser berxwedana gerîla ya li Werxelê ne. Hevalên me timî di bîra me de ne. Em bi îrade û sekna wan serbilindin. Ruhê ku hevalê Şoreş li Siyanê nîşan da îro li Zagrosan dewam dike û derbên mezin li dijmin dixe. Gerîla li ser şopa berxwedanê ye. Ev berxwedan wê encamê teqez biafirîne.”

Fermandar Rustem Botan di dawiyê de gerîlayên ku di berxwedanê de şehîd bûn bi minet bi bîr anî û hevrêyên xwe yên ku têdikoşin jî silav kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêberê Gelan: Dijmin bila baş bizanîbe ku, bê şer em jiyanê qebûl nakin

Nivîsa Pêş

Li zindanan de li ser girtiyan şantaj: “An dê înfaza we bişewite an jî hûnê biçin bê aliyan”

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Li zindanan de li ser girtiyan şantaj: “An dê înfaza we bişewite an jî hûnê biçin bê aliyan”

Li zindanan de li ser girtiyan şantaj: "An dê înfaza we bişewite an jî hûnê biçin bê aliyan"

Polîsên Faşîst dîsa sîxurtî xwendekaran ferz kir

Manşet

  • Li Rojava 6 Bajaran Meşên Girseyî Tên Lidarxistin
  • Li Endonesya Ciwan û Cotkar Di Nav Bajarê De Komûnekî Ekolojîk Ava Dikin
  • Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ Bi Sezona Xwe Ya Duyemîn Vedigere Ser Ekranan
  • Şoreşa Ku Bi Ciwantî Dest Pê Dike: Rêya Jiyana Azad û Civaka Demokratîk
  • Koma Elefterya Serdana Herêmên Nobetê Yên Li Dêrikê Şahiyek Li Darxistin
  • Ciwanên Ku Beşdarî Seferberiyê Bûn Li Qeladizê Bi Girseyî Hatin Pêşwazîkirin
  • Xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem didomin

Herî zêde hatine xwendin

  • Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye

    Bayik: Pêşveçûna Pêvajoyê Bi Gavên Pratîk Ve Girêdayî Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Ku Beşdarî Seferberiyê Bûn Li Qeladizê Bi Girseyî Hatin Pêşwazîkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Endonesya Ciwan û Cotkar Di Nav Bajarê De Komûnekî Ekolojîk Ava Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Protestokirina Êrîşên Dagirkeriyê Yên Li Ser Rojava Li Berlînê Standek Hate Danîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanekî Ereb Di Nav QSD De: Neyên Lîstokên Dewletên Derve

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşandana Fîlmê bi Pêşengtiya TekoJIN Berlînê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bermahiyên DAİŞ’ê jî tên paqij kirin – 1 mirî, 4 girtî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koma Elefterya Serdana Herêmên Nobetê Yên Li Dêrikê Şahiyek Li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.