NAVENDA NÛÇEYAN – Di nivîsa ku Çekdar Canfeda nivîsand de, hate destnîşankirin ku sîstema dewletî û kapîtalîst bi polîtîkayên xwe yên zordar li ser jin û ciwanan, dixwaze vê hêzê bêbandor bike; bi rêya perwerdeyê, malbatê û zorê îradeyê û baweriya bi xwe ya kesan tê lawazkirin. Di nivîsê de her weha bal hate kişandin ser ramanên Rêber APO ku dibêje, gava ciwan nasîna xwe û heqîqeta xwe bigihîje, ew ê ji bûnê amûrek li destê sîstemên metîngehî derkeve.
Şoreşa Ku Bi Ciwantî Dest Pê Dike: Rêya Jiyana Azad û Civaka Demokratîk
Rêber APO dibêje ku jin û ciwan hêza bingehîn a pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk in. Jin û ciwan dikarin pêvajoyê li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê biser bixîn. Lê politîkaya dewlet û sîstema deshilatdar ev hêz ya rastî xeniqandiye û bêbandor kiriye, an jî ew bi rêbazên cuda ji bo berjewendiyên xwe bikar aniye.
Bi awayekî ku mirov xwe nehesibîne, lê di heman demê de bi rêbazên cuda heqîqeta wê hêzê veşêre, sîstema kapîtalîst ji rastiyê pir ditirse. Jiber ku ev sîstem li ser keda hêza ciwantiyê ava bûye, ew dixwaze manaya ciwantiyê ji nava rastî û heqîqeta wê derxe û bêwate bike. Ji bo vê yekê bi tiştên biçûk ciwanan mijûl dike, wan xapîne û bêhêş dike.
Sîstema deshilatdar dibêje: “Tu ciwan î; eger zîrek bibî û bixwînî, dikarî cîhê xwe li nav sîstema min bigirî. Eger nikarî bixwînî, here kar bike û bibe karker.” Ji bo jin jî dibêje: “Tenê bifikire malê paqij bike, xwarin çêke, xizmet bike, piştî wê jî zewicî û zarok bîne.” Ev zarok jî bi heman şertan mezin dibe û karên ku dayik û bavê wî kirine, dubare dike.
Bi rêbazên çavtirsandinê û zorê, sîstema deshilatdar dixwaze hêza ciwantiyê bişkîne. Ev rêbaz bibe sedema pênehesana demê û direngmayîna pêşketina kesayetiyê. Di şertên vê sîstemê de, zarok ji destpêkê ve bi malbatê re girêdayî tê hiştin û nikare bi serbixwe pêş bikeve. Ev girêdayîn sedema ku îrade, hêz û baweriya bi xwe biçûk bibin.
Wisa tê kirin ku mirov hertim çavê wî li destê malbatê û dewletê be: ka çi ji bo wî bike û çawa wî pêş bixe. Ev şert bi sedan salan xwe dubare dike. Dewlet civakê di nezanînê de dihêle, çavên wê digire û nahêle ku civak hêza xwe nas bike û bi xwe bawer bibe.
Sîstema dewlet heqîqet û rastiya civakê vedişêre û di nav windabûnê de dihêle, jiber ku civak ser mafên xwe naraweste. Xwendekarek 12 sal di sîstema perwerdeyê de dixwîne; piştî wê, heger bixwaze berdewam bike, pêdivî ye bi şertên xwe û bi pereya xwe bixwîne. Heta ku bi zor û zehmetiyekî giran tê qebûlkirin an na. Di vê pêvajoyê de, dewlet li gorî netewe, binemal û zihniyeta xwe li ser çarenûsa kesê biryar dide.
Ev şert ciwan û jinan hertim di rewşekî de dihêle û wan di bin bandoriya dewletê de ragihîştinê û bêbandorîyê dihêle. Rêber APO dibêje ku hêza ciwantiyê esasê civakê ye û her civak dikare bi wê hêzê çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bike. Civak dikare bi rumet, çand û exlaqê xwe jiyanekî biwate biafirîne.
Lê dewlet bi rêbazên takekesî û hesûdî civak parçe kir, mirov ji hev dûr xist û kesayetiyê jî parçe parçe kir. Carinan mirov xwe nizanin: “Ez kî me? Ji bo çi dijîm? Ev jiyan çiqas wateyê heye?” Ev pirs pêwîst e ku herkes ji xwe bipirse.
Pêdivî ye ku em wekî jin û ciwanan bizanin çima sîstema deshilatdar ji hêza ciwantiyê ditirse. Jiber ku dizane eger ciwan xwe û heqîqeta xwe nas bike, ew ê ne bibe amûrek li destê deshilatdarî. Rêber APO dibêje: “Me bi ciwantî dest pê kir û em bi ciwantî ser bikrvin.”
Ji bo ku şoreşa Kurdistanê û pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk bi ser bikeve, pêdivî ye ku em hêza ciwantiyê bi rastî nas bikin. Em dikarin xwe biparêzin û derdora xwe jî biparêzin. Mînakî, konfederasyona Medan ku 2700 sal berî niha hate avakirin, bi aştiyê û azadiyê jiyanekî hevpar ava kir.
Îro jî bi yekîtîya gelê Kurd û bi serhildanekî bi riya ciwantiyê, em dikarin xwe ji zilim û zordariya deshilatdaran xilas bikin. Kurd bi hezaran salan li hemberî hemû cureyên êrîşan rawestiye û qet neşikandiye. Jiber ku gelê Kurd dîrokekî pir kûr û tecrûbeyekî bi hezaran salan heye.
Ji bo vê yekê pêdivî ye ku jin û ciwan xwe kêm nebînin û bawer bikin ku dikarin çarenûsa xwe û ya civakê biguherînin. Rêber APO rastiya wê hêzê ya ku bi salan veşartî bû, derxist holê û bi riya ciwantiyê şoreş dest pê kir. Bi hezaran peşeng û şehîd, mînak Şehîd Sakîne Cansiz, Şehîd Mezlum Doğan û Şehîd Kemal Pîr, jiyana xwe ji bo jiyanekî azad û bi rumet feda kirin.
Îro jî em li ser riya wan in û bawer dikin ku em dikarin vê şoreşê bi ser bixin. Kurd niha dizane ku divê bi xwe bisekine û baweriya xwe ne bide dijmin. Bi yekîtî û şîyarî, tu hêz nikare vê gelê bişîne.
Çekdar Canfeda


