CIZÎR – Gerîlayê HPG’ê Mezlûm Mat (Kendal Azad Botan) 19’ê Îlonê di bomberdûmana Balafirên Şer ên Bêmirov û Biçek (SÎHA) ya li Çiyayê Herekol a li bejahiya Xisxêrê ya Sêrtê de, şehîd bûbû.
Malbata Mat a serî li Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê dabû, cenaze teşxîs kir û piştre cenaze nedan malbatê. Malbatê vê carê ji bo testa DNA’yê nimûneya xwînê da, bi rêya parêzera serî li dozgeriyê da.
Nimûneya xwînê piştî 24 rojan bi encam bû, cenazeyê Mezlûm Mat ji Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hate girtin.
Cenazeyê Mat di bin dorpêça polîsan de li Goristana Asir a Cizîrê veşartin.



