Enter your email Address

Pazar, Şubat 8, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Jinan dê di 16’ê cotmehê de li Qada Îstasyonê azadiyê biqêrin

Kîbar, destnîşan kir ku dê bi reng û dengê xwe beşdarî mîtîngê bibin û wiha bi lêv kir: "Em wek sazî dê bi koma xwe ya muzîkê di mîtîngê de li ser dike cihê xwe bigirin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
13/10/2021 - 12:54
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Jinan dê di 16’ê cotmehê de li Qada Îstasyonê azadiyê biqêrin
ParvekeTweet

AMED – Di 16’ê cotmehê de bi dirûşma “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye” li Qada Îstasyonê ya Amedê dê mîtînga herêmê bê lidarxistin. Jinan banga tevlîbûna mîtîngê kirin û gotin: “Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin û li dijî nîjadperestî û zayendeperestiyê azadiyê biqêrin.”

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 16’ê cotmehê de bi dirûşma “Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye” li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga herêmê bê lidarxistin. Amadekariyên ji bo mîtîngê didomin. Aktîvîstên TJA’ê Jale Okkan û Ceylan Aslan, ji Rêveberiya Komeleya Çandê ya Dîcle Firatê Kîbar Suvarî derbarê armanca mîtîngê û xebatên mîtîngê de ji ajansa me re axivîn.

‘Dê li dijî nîjadperestiyê li qadan bin’

Jale, di destpêka axafina xwe de bal kişand ser armanca mîtîngê û got: “Armanca me ya vê mîtîngê li dijî polîtîka û faşîzma desthîlatdariya AKP-MHP’ê ya ku li hemberî Kurdistanê dide meşandin. Ji ber polîtîkayên wan tundî û qetlîama li ser jinê her diçe zêde dibe. Ji ber polîtîkayên tên afirandin faîl nayên cezakirin. Dema jinek li dijî şîdetê derdikeve û parastina mafê xwe dike kêyfa me xweş dibe. Em dixwazin hemû jin bi vî şiklî xwedî helwestek bin. Em li her deverê xebatên xwe yên mîtîngê didomînin û di hevdîtinên me de jin diyar dikin ku ew ê li dijî hişmendiya mêr têbikoşin. Wekî ku tê zanîn bi taybet li Kurdîstanê qirkirina jinê heye. Em ê di 16’ê cotmehê de li Qada Îstasyonê bêjin ‘Li dijî zayendperestî û nijadperestiyê re êdî bes e, dem dema azadiya jinê ye’. Em ê ji bo azadiyê biqêrin.”

‘Em ê xeyala Denîz Poyraz pêk bînin’

Ceylan, diyar kir ku kuştina jinê polîtîk e û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Bi betalkirina Peymana Stenbolê re rê li ber kuştin û şîdeta li hemberî vebû. Ev helwest di heman demê de tirsa wan a ji bo têkoşîna jinê nîşan dide. Em jin dê êdî ji her cûreyên tundî û kuştinê re bêjin bes e û mafên xwe heya dawiyê biparêzin. Bi gotina ‘Kuştina jinan polîtîk e’ em ê xeyalên hevala xwe ya Denîz Poyraz pêk bînin. Di wê rêyê de em ê ji bo pêkanîna aştî û azadiyê li ber xwe bidin.”

‘Jin êdî ew pergala heyî qebûl nakin’

Ceylan, da zanîn ku mîtînga 16’ê cotmehê girîng e û wiha axivî: “Nêzî mehekê em kolan bi kolan, tax bi tax bi jinan re tên gel hevdû. Li ser hişmendiya serdestiya mêr nîqaşan dikin û li ser rêbazên çaresiya pirsgirêkan radiwestin. Di wan xebatan de me dît ku êdî bi taybet jin ew pergala heyî qebûl nakin û li dijî vê pergalê xwedî bi helwest in. Em ê piştî mîtîngê jî xebatên xwe berdewam bikin. Hem atolye hem jî bernameyên çand û hunerî bidin destpêkirin. Em ê bi pêşengiya jinan bi ser kevin. Bang li hemû jinan dikim ku li Qada Îstasyonê bi civin û azadiyê biqêrin.”

‘Jin dê bi reng û dengê xwe li qadê bin’

Kîbar, destnîşan kir ku dê bi reng û dengê xwe beşdarî mîtîngê bibin û wiha bi lêv kir: “Em wek sazî dê bi koma xwe ya muzîkê di mîtîngê de li ser dike cihê xwe bigirin. Em dixwazin gelê me li qada îstasyonê bicivîn. Di heman demê de di mîtîngê hem pêşengeha Komeleya Lêkolîn û Çavdêrîya Koçê Ya Mezopotamyayê yê wêneyê, hem jî xebatên zarokan a hunerî wê were pêşandan. Em bang dikin ku bila jin bi reng û dengê xwe qadê tijî bikin.”

ÇAVKANÎ – JINHA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malazgîrt: Gerîla bi çalakiyên bi bandor derbên mezin li dewleta Tirk dixe

Nivîsa Pêş

Gerîla li Avaşînê de lê da – Herî kêm 3 dagirker hatin ceza kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gerîla: Bêhna xwêdanê tevlî bêhna xwînê bûbû

Gerîla li Avaşînê de lê da - Herî kêm 3 dagirker hatin ceza kirin

Şahadeta gerîlayên Xelîfanê – Azîz Weysî û Pêşmergeyên ROJ

Şahadeta gerîlayên Xelîfanê - Azîz Weysî û Pêşmergeyên ROJ

Manşet

  • QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir
  • Komkûjiya Xirab Hişkê xwendekarekî bê lingan hişt
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin
  • JINNEWS: 15 Jin Hatin Kuştin, 11 Jin Bi Gumanbarî Mirin
  • Bayik: Rêber Apo Rêberê Pêşeng e Ku Dê Têkoşîna Me Ber Bi Serketinê Ve Bibe
  • Li Hannoverê Seferberiya Ji Bo Rojava Dewam Dike
  • Li Hamburgê Şeveke Fîlman Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Daxuyaniyek Piştgiriya Şêx Meqsûd û Gelê Eşrefiyê Dan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dayika Emîne: “Şehîd Lewend bi danûstandina xwe diket dilê her kesî”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji şervanekî Elewî peyamekî ji bo hemû gelê Sûriyê: Demokrasî di QSD de ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber APO Berî Peymana QSD-Şamê Ji Kê Re Çi Peyam Şand?

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD`ê Nasnameya 8 Şehîdan Eşkere Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Tu Ji Çi Bawer Dikî?”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Endonezya Ciwan û Karkeran Li Ser Kesayeta Mîlîtanî ê APOyî Niqaşek Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berxwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Sancaktepeya Stenbolê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Agira Ku Nayê Tefandin: Jin û Ciwan Di Nav Şoreşa Azadîya Îranê De

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.