Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HPG’ê şahadeta Jîn Ronî a ku li Botanê şehîd buye ragihand

Bi hevrêtiya xwe ya bêhesab, kedkar û sade, bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Hevrêya me Jîn bi sekna xwe ya bêtawîz a li dijî dijmin, bi israra xwe ya di azadiyê de bû pêşenga jinên Kurdistanê.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
16/08/2021 - 12:17
di nav Giştî
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê şahadeta Jîn Ronî a ku li Botanê şehîd buye ragihand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:

“27’ê Tîrmeha 2021’ê artêşa Tirk a dagirker li qada Meydana li navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kir. Piştî êrişên giran ên hewayî bi helîkopteran dagirker li herêmê hatin danîn û di navbera wan û hêzên me de şer qewimî. Di vî şerî de hevrêya me Jîn Ronî ku li dijî artêşa Tirk a dagirker bi lehengî şer kir û derbên giran lê da, heta fîşeka xwe ya dawî şer kir, şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Jîn Ronî
Nav paşnav: Dîcle Uzum
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Asiye-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Tîrmeha 2021 / Botan

Partiyên me PKK û PAJK ku hêza pêşeng a Şoreşa Kurdistanê ye, di heman demê de bi têkoşîna li dijî zîhniyeta serweriya mêr a bi hezaran salî bûne hêza pêşeng a Şoreşa Azadiyê ya Jinê. Tevgera Azadiyê ya Jinê ya bi pêşengiya PAJK’ê, ku vê nasnameya xwe dispêre pratîka şer û têkoşîneke zehmet a salên dûr û dirêj, bûye navenda azadiyê ya jinên Kurdistanê. Jin ên ciwan ên dixwazin xwe ji zincîrên koletiyê yên serweriya mêr a bi hezaran salî rizgar bikin, pêl bi pêl tevlî nava refên azadiya jinê dibin û xwe digihînin ‘Xwebûn’ê. Gerîlayên YJA Starê ku hêza pêşeng a Têkoşîna Azadiyê ya Jinê û welatê me Kurdistanê ye, ji bo van berpirsyariyên xwe yên giran bi cih bînin, ji bo van berpirsyariyên xwe bi serketinê tacîdar bikin, di nava têkoşîneke giran de ne. Li dijî êrişên mêtingeriya Tirk ku bi tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kuridstanê dixwaze gelên Kurdistanê qir bike, gerîlayên YJA Starê bi rengekî hêja xwedî li mîrateya berxwedanê ya Kurdistanê, PKK û PAJK’ê derdikevin. Her roj derbên kuştinê li mêtingeriyê dixin û gav bi gav mêtingerî gihandine asta têkbirin. Ev şerê bêeman ê li dijî rejîma qirker a Tirk tê meşandin û wê teqez bi ser bikeve, bêguman bêberdêl nabe; berdêlên têne dayin jî serketin û azadiyê bêhtir watedar dikin. Ev xeleka şehadetan ku serketin û azadiyê bêhtir bi wate dike, yek ji xelekên wê yên dawî hevrêya me Jîn e. Hevrêya me Jîn meşaleya ku ji hevrêyên jin ên dilxwazên azadiyê yên beriya xwe dewr wergirt, heta nefesa xwe ya dawî hilda û bi baweriya serketinê radestî hevrêyên xwe kir.

Hevrêya me Jîn li Êlihê ku bi serhildanên xwe milîtanên hêja ji nava xwe derxistiye, li nava malbateke welatparêz û kedkar ji dayik bû. Zarokatiya xwe li Êlihê derbas kir û kesayetiya wê li vê xaka pîroz ava bû. Malbata wê ji ber zextên dijmin û sedemên aboriyê koçî metropolên Tirkiyeyê kir. Ev yek nebû sedem ku hevrêya me Jîn ji xwe dûr bikeve, berevajî vê yekê hesret û hezkirina li welêt xurtir kir. Bi keda xwe ya li nava sîstemê çû zanîngehê. Her tim xwest ku xwe bigihîne rastiya gel û welatê xwe. Derfetên sîstemê red kir û bi tevlîbûna li nava refên gerîla tercîha xwe li aliyê azadiyê danî.

Piştî ku tevlî nava refêng erîla bû, bi hevrêtiya di dilê xwe de, bi nêzîkatiya xwe ya bêhesab, bi sekna xwe ya hezkirinê bû xwedî tevlîbûneke bi mînak. Di demeke kurt de bû gerîlayeke jin a şareza. Beşeke mezin a pratîka xwe ya gerîlatiyê li qada Avaşînê derbas kir, bi xwezaya bi heybet û hevrêtiya kûr bi Avaşînê re bû yek. Li dijî polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger ên ji bo qirkirina gelê me, hîn bêhtir têkoşiya û ji bo derbên mezintir li faşîzmê bixe pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li vir dest bi gerîlatiyê kir. Hêrs û kîna xwe ya li dijî dijmin bi pratîka xwe ya li vê qadê veguherand îdîayeke xurt û di vê îdîaya xwe de serketî bû. Weke fermandareke pêşeng a YJA Starê pirsgirêkên gelê me yên di bin dagirkeriya Tirk de baş fêhm kir û gihîşt wê baweriyê ku divê tavilê dawî li vê yekê bîne. Hevrêya me Jîn her kêliya xwe bi vê kûrbûnê derbas kir û ji bo têkoşînê bi rê û rêbazên hîn dewlemendtir bimeşîne kete nava lêgerînan. Hevrêya me Jîn ku hevrêtiya bêdawî û hezkirina di dilê wê de xurt bû, bi baweriya ku vê hezkirinê tenê bi azadiyê dikare bi wate bike, ev yek di her kêliya jiyana xwe de bi hevrêyên xwe re parve kir.

Bi hevrêtiya xwe ya bêhesab, kedkar û sade, bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Hevrêya me Jîn bi sekna xwe ya bêtawîz a li dijî dijmin, bi israra xwe ya di azadiyê de bû pêşenga jinên Kurdistanê. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me ya leheng em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê û azadiya Kurdistanê bi serketinê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Zarokên Agir bi biryarin: Emê çong bi wan bidin danîn

Nivîsa Pêş

LEZGÎN – Balafirên Dewleta Tirk li navenda Şengalê xistin – Şehîd Û birîndar hene

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
LEZGÎN – Balafirên Dewleta Tirk li navenda Şengalê xistin – Şehîd Û birîndar hene

LEZGÎN - Balafirên Dewleta Tirk li navenda Şengalê xistin - Şehîd Û birîndar hene

NPG’ê bîlançoya şerê sala 2019’an eşkere kir: 20 jê payebilind bi giştî 1220 leşker û polîsên Tirk hatin kuştin

NPG'ê çalakiyên ji bo silavkirina 15'ê Tebaxê pêk hatin pîroz kir

Manşet

  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.