Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 2 şehîdan parvekir

"Di serî de malbatên hêja yên herdu hevrêyên me yên fedayî em sersaxiyê ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi têkoşîna xwe em ê xwedî li bîranîna wan derkevin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/05/2021 - 12:55
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 2 şehîdan parvekir

ANF Images

ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di 1’ê Gulana 2020’î de hevrêyên me Rojhilat û Sozdar dema bi erka xwe radibûn, di encama bombardûmanê de şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe yên fedayî di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin.

PKK ku partiyeke şehîdan e, rewşa şênber a watebûna herî rast a heqîqeta şehîdan e. Partiya me ku ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer ava bû ku 18’ê Gulana 1977’an şehîd bû, ji hingî ve heta niha pêşengiyê ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re dike. Partiya me PKK ku ji daxwaz û biryarariya xwe ya têkoşînê heta niha tiştek winda nekiribe, hîn bêhtir bi pêş ketibe û veguherîbe hêviya azadiyê ji bo tevahiya mirovahiyê, bêguman ev yek ji ber wateya dide rastiya şehadetê. Lewma meha Gulanê ew meh e ku di dîroka me ya têkoşînê de berxwedaneke mezin hatiye dayin û şehadetên mezin çêbûye. Hevrêyên me Rojhilat û Sozdar ên ku 1’ê Gulana 2020’î şehîd bûn, weke xelekek ji şehîdên meha Gulanê wê bibin hinceta pêşvebirina biryardariya têkoşînê.

ROJHILAT AGIRÎ

Hevrêyê me Rojhilat li Agiriyê li nava malbateke xwedî hişmendiya Kurdîtiya welatparêz ji dayik bû. Hevrêyê me Rojhilat ku xwedî mîrateya berxwedanê ya malbatek di raperîna Agiriyê de cih girtibû, li gel polîtîkayên dijmin ên bênasnamehiştinê, bi dilsoziya xwe ya li ziman û çanda xwe her tim li pêş bû. Li dijî dijminê ku ciwanên Kurd neçarî koçberiyê dike û metropolan weke navendên asîmîlasyonê li dijî wan bi kar tîne, hevrêyê me Rojhilat cewhera xwe parast û kete nava lêgerîneke xurt. Hevrêyê me Rojhilat ku kesayetiya xwe ya civakî xurt bû, bi navê parastin û xwedîderketina li van nirxan, têkoşîna Apoyî nas kir ku hêviya serketinê û temamiya tevgerên berxwedanê ye. Her ku Rêber Apo nas kir, dîrok, gel û welatê xwe Kurdistan nas kir. Bi hêrs û hesta tolhildanê ya li djî rejîma dewleta Tirk a qirker mêtinger, mezin bû û bi hezkirina mezin a li Rêbe Apo, gel û welatê xwe, di sala 2005’an de tevlî nava refên me yên gerîla bû. Di têkoşîna şoreşê ya Kurdistanê de li qadên cuda yên şer cih girt û her tim bi dilsoziya li şehîdan û hevrêyên xwe bi rengekî durust û encamgir tevlî bû. Bi wê îdîa û biryardariya ku bibe fedayiyê gelê Kurdistanê beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Rojhilat weke endamekî Hêzên Taybet di her erk û wezîfeyê de her tim li refên pêş meşiya, bû yek ji sembolên milîtaniya fedayî ya Apoyî. Hevrêyê me Rojhilat ku gerîlatî weke tercîheke jiyanê dît û di asta eşqê de bi vê jiyanê ve dilsoz bû, dilxwaziya xwe ya ji bo çiyayên Kurdistanê, bi klamên dengbêjiyê yên bi dengê xwe yê bedew, hem hesreta xwe ya mezin a li azadiya gelê Serhedê, hem jî sekna xwe ya mîna çiyê cihê baweriyê, bû çavkaniya moralê ji hevrêyên xwe hemûyan re. Hevêyê me Rojhilat di gelek karên girîng û krîtîk de bi berpirsyariyeke mezin rabû, wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî, lê belê ti serketin ji bo xwe têrker nedît û her tim hewl da têkoşînê mezin bike. Bi zelaliya xwe ya di sekna leşkerî de, bi pakbûna di hevrêtiyê de û bi biryardariya ku bibe hevrêyê Rêber Apo, bû fermandarekî Hêzên Taybet ê pêşeng ê Gerîlayê Modernîteya Demokratîk.

SOZDAR KÛRTAY

Hevrêya me Sozdar li nava malbateke welatparêz a Şirnexê ji dayik bû, ku bi berxwedanê mezin bû. Ji ber ku malbata hevrêya me malbateke welatparêz bû û berdêl di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de da, bala hevrêya me Sozdar jî çû ser têkoşînê. Hevrêya me Sozdar lêgerîn û eleqeya xwe bi demê re gihand asta têgihiştinê û di demekê de ku êrişên dijmin herî giran bû tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi hezkirineke mezin bi jiyana gerîla re hate girêdan u hevrêyên me yên şehîd ev jiyan radestî me kiriye û bi tevlîbûneke durust bi rola pêşengiyê rabû. Hevrêya me Sozdar bi perwerdeya îdeolojîk di îdeolojiya azadiya jinê de kûr bû, weke jineke Kurd a azad li çiyayên Kurdistanê xwe ji nû ve afirand, bi pêş ket û li refên me bû yek ji sembolên nasnameya jinên azad. Bi baweriya ku sedsala 21’ê bibe sedsala jinê bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bû, li dijî polîtîkayên qirkirina jinê û qirkirina civakê ya sîstema koletiyê ya bi serweriya mêr, ku li jin û ciwanan ferz dike, li ser xeta gerîlatiya serdema nû profesyonelî ji xwe re kir esas. Li gel dîsîplîniya li sekna leşkerî û hewldana pêşketinê, hevrêya me Sozdar bi dilnizmî, cewherî û kedkariya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Heta kêliya şehadetê jî bi van taybetmendiyên xwe tevgeriya û tevlî nava karwanê nemiran bû.

Di serî de malbatên hêja yên herdu hevrêyên me yên fedayî em sersaxiyê ji gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku bi têkoşîna xwe em ê xwedî li bîranîna wan derkevin.”

Nasnav: Sozdar Kûrtay
Nav paşnav: Dîdem Demîr
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Çinar-Kadrî
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Gulana 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Rojhilat Agirî
Nav paşnav: Şenol Taştan
Cihê jidayikbûnê: Taşliçay
Dayik-Bav: Mûkaddes-Nûsret
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Gulana 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenên çalakiya Xanturê parvekir

Nivîsa Pêş

Zarokên Agir 6 bajarê Tirkan kir dojeh

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Zarokên Agir 6 bajarê Tirkan kir dojeh

Zarokên Agir 6 bajarê Tirkan kir dojeh

HRE’yê şiyarî da: Ev kes ajanê MÎT’ê ye

HRE'yê şiyarî da: Ev kes ajanê MÎT'ê ye

Manşet

  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.