Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rê nadin dagirkeran

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
05/05/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – TSK ‘Sendroma Heftanîn’ dijî!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Aysel AVESTA nivîsand

Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên navneteweyî ji bo tesfiyekirina tevgera azadiya Kurdistanê her rê û rêbaza qirêj bi kar tîne. Li gel polîtikayên şerê taybet hemûyan, bi komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo tevgera azadiya Kurdistanê tasviye bikin.Lê berxwedana gelê Kurd û pêşbîniyên Rêber Apo ji roja destpêkê ve pîlanên komplogeran hemû pûç kirin.
Paşê weke dewama vê komployê, sala 2018’an, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji bo pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Murat Karayilan û Duran Kalkan biryareke sosret derxist û ji bo tesbîtkirina cihê wan yan jî dîlgirtina wan ji bo serê her yekî ji wan 12 milyon dolar xelat danî. Çawa ku gelê Kurd bi berxwedanê bersiv da êriş û pîlanên dijmin, ev hewldan jî bi berxwedan û xwedîderketina gelê Kurd li pêşengên xwe hat pûçkirin.

Piştî bibinketina dewleta Tirk li Garê, hêzên komploger bi taybetî jî Emerîkayê, dîsa ji bo dilê dewleta Tirk xweş bike, ev komplo nûjen kir. Balkêş e, nûkirina vê biryarê û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastina Medyayê, rastî heman demê hatin. A rastî, tevgera azadiyê û gelê Kurd piştî bibinketina artêşa Tirk a li Garê, li benda êrişeke wiha bûn. Ji ber ku serketina gerîla ya li Garê, gelek pîlan û hesabên wan pûç kirin.

Wisa hatibû pîlankirin ku bi xistina Gerê re di serî de Qendîl, Mexmûr, Şengal, Rojava û tevahiya Başûrê Kurdistanê kontrola bikin. Jixwe, ew ji roja destpêkê ve xeyala Erdogan bû. Heger ev pîlan biçûya serî, Erdoganê ku bi salane ji xwe re qesr û qonax ava kirine, wê bi hêsanî wegeriyana pergala Osmaniya Nû. Ev yek jî bêgûman bi erêkirina PDK’ê hatibû pîlankirin.

Lê hesabê wan li hev derneket. Ew ne li bendê bûn ku bibinketineke wiha dîrokî li Garê bê serê wan. Ji lewma, berxwedana Garê ji bo gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê deriyê pêvajoyeke nû vekir û bû mîlad. Ji ber wê, dema mirov vê pêvajoyê binirxîne divê mirov bibêje, beriya Garê û piştî Garê. Serketin û berxwedana Garê, tesîreke mezin li gelê Kurd û raya giştî kir, û vê tesîrê xwe piştre di serhildanên gel û jinan ên 8’ê Adarê û Newrozê de da der. Di çalakiyên 8’ê Adarê de sekna jinan û biryardariya wan ya ji bo xurtkirina tekoşînê û sekna gelê Kurd di Newrozê de nîşan da ku berxwedan dikare herîkîna dîrokê biguherîne.

Dewleta Tirk li hemberî vî ruhê berxwedêr ket nava krîzê û weke caran dîsa berê xwe da Rêber Apo. Derbarê rewşa ewlekarî û tendirûstiya Rêber Apo de, li ser medya dijîtal hin agahî belav kirin da ku rojevê biguherîne û ser bibinketina xwe binixumîne. Ji ber ku ew baş pê dizane, Rêber Apo ji bo gelê Kurd xeta sor e. Ji lewma awir hemû zivirandin ser Îmraliyê. Êrişên li dijî HDP’ê, ji nişkê ve xwe ji Peymana Stanbolê kişandin, bi heman armancê pêk hatin. Ji van êrişan jî diyar e ku Tirkiye di rewşeke kambax de ye. Dibe ku li xwe danaynin, lê heta qirikê ketine nav heriyê û nizane çawa jê derkeve. Ewçend êrişên bê ser û ber ji ber vê yekê ne.

Niha jî berê xwe daye Zap, Metîna û Avaşînê. Ev ne hewldana yekê ya operasyonên dersînor ên dewleta Tirk e. Dewleta Tirk kengê li hemberî tevgera azadiyê dikeve tengasiyê, vê rêbazê bi kar tîne. Her carê jî navên giregir li xwe dike, û deste vala vedigere. Vê care jî navê ‘Pençe-Yildirim’ û ‘Pençe Şîmşek’ li xwe kiriye. Li dijî van operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, gerîlayên YJA Star û HPG’ê jî bi navê Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê dest bi pêngavên şoreşgerî kirin. Artêşa Tirk ku hîna têkçûn û şoqa Serketina Garê ji ser xwe navêtiye, niha dîsa derbên giran ji hêzên gerîla dixwe. Ji roja destpêkê ve ji biryardariya gerîlayan jî diyar e ku ev operasyon jî wê weke yên din bê encam biqede. Çawa ku heta niha li hemberî hemû êrişan cenga parastinê hatiye heye, di vê cengê de jî, Gerîlayên Azadiyê wê rê nedin dagirkeran û têkçûnê ti carî qebûl nekin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Heval Artêş

Nivîsa Pêş

Sedî 50 ciwanên Iraqê maddeyên hişbir û tiryakên bikar tînin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Sedî 50 ciwanên Iraqê maddeyên hişbir û tiryakên bikar tînin

Sedî 50 ciwanên Iraqê maddeyên hişbir û tiryakên bikar tînin

ANALÎZ – Lîstokên Qirêj yên PDK û TC’ê

ANALÎZ - Lîstokên Qirêj yên PDK û TC'ê

Manşet

  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.