Enter your email Address

Perşembe, Şubat 5, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Divê Iraq xweseriya Şengalê ragihîne

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/04/2021 - 0:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
PDK planekî nû ji bo Şengalê amade dike
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand
Tenê du hêz hene dikarin derbarê Şengalê de biaxivin. Ya yekê gelê Êzîdî bi xwe ye. Ya duyem jî rêveberiya Iraqê ye. Lihevkirin û peymana ku ev herdu hêz çêkin, divê bi rêzdarî were pêşwazîkirin.
Şengal cihê ezmûna mirovahiyê hemûyî ye. Dê bêjin, hûn li vê dinyaya berjewendiyan li kîjan mirovahiyê digerin. Modernîteya kapîtalîst her tişt kiriye maddiyat. Ji bilî vê, nirxan hemûyan dihêre. Enceq tevî vê jî em dizanin mirovahî bi tevahî nemiriye. Em bawer dikin ku wijdanê mirovahiyê ji berjewendî û hêza maddî hemûyû xurttir e. Lewma, zalim, bêwijdan û bêdad çi dikin bila bikin, Êzîdî wê bi ser bikevin. Ji ber ku êrişa li dijî Êzîdiyan, êrişa li dijî mirovahiyê hemûyî ye. Yên ku êrişî mirovahiyê dikin jî neçarî têkçûnê ne.

Ti bahaneya êrişa li dijî Şengalê tine ye. Yekane hincet tirsa ji azadiyê û jiyana xweser a Êzîdiyan e. Xweseriya Êzîdiyan wê li Rojhilata Navîn bibe modeleke demokratîk. Wê ji bo jiyana xweser ya nasnameyên cuda bibe nimûne. Ditirsin ku jiyana xweser ji Şengalê weke tavê hilbe. Gotina ji ber rêveberî û hêzên parastinê, penaberên Şengalî venagerin, derew û demagojî ye. PDK’ê ev hincet ji bo dijberiya rêveberiya xweser avêtiye holê. Ya ku pêşî li vegera xelkê Şengalê digire, nahêle penaberên Şengalê vegerin, PDK ye. Dewleta Tirk jî ji bo têgihiştina Şengal ne ewleye çêke, bombe dike. Di vê mijarê de PDK û dewleta Tirk dest dane hev, mil bi mil propagandaya ‘Şengal ne ewle ye’ dikin. Lê dinya alem dizane, yên ku êrişî ewlehiya Şengalê dikin û tehlûkeyê çêdikin dewleta Tirk û PDK ne. Dewleta Tirk û PDK, ji bo vê yekê, zextê li dewleta Iraqê dikin. Dewleta Tirk û PDK li ser Iraqê polîtîkaya şantajê pêk tînin. Divê Êzîdî hemû, gelê Kurd û mirovahî bi vê rastiyê bizane.

Ew Êzîdiyên niha li wargehên di bin kontrola PDK’ê de dimînin, ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û YPJ-YPG’ê ve hatine rizgarkirin. Heke ne ji gerîla bûya, niha pirraniya Êzîdiyên li wargehan di destê DAIŞ’ê de dîl bûn. Ew jin û keçên Êzîdiyan jî dê li bazaran bihatana firotin. Lewma jî ew gel, Êzîdiyên di wargehan de nabêjin ji ber PKK û gerîla li Şengalê ye, em venagerin. Ev yek bi temamî îdîayên PDK’ê ne û ne rast in. Li aliyê din, PDK’ê hinek Êzîdî xistine bin bandora xwe, yan jî wan bi zorê dide axaftin. Rastî ew e ku dema bi deh hezaran Êzîdî ji wargehên di bin kontrola PDK’ê de vegeriyan Şengalê, bi hezkirin û coş hatin pêşwazîkirin, rêveberiya xweser jî çi ji dest hat, kir û destek da vegera Şengalê.

Dibêjin li Şengalê gerîlayên HPG-YJA Star, şervanên YPG-YPJ’ê hene. Ev jî ne rast e. Gerîlayên HPG-YJA Starê beriya çar salan fermî, bi merasîmekê ji aliyê gelê Şengalê ve hatin oxirkirin. Jixwe, yê destpêkê mudaxele kir û Şengal ji DAIŞ’ê rizgar kirin, Fermandar Egîd Civiyan li Botanê, heval Dilşêr jî li Amanosan şehîd bûn. Niha ciwanên Êzîdî yên wan şoreşgeran ew perwerde kirî, çek û rext li xwe girêdane, Êzîdiyan li dijî êrişan diparêzin. Êzîdiyên ji her devera dinyayê hatine, xwediyê mafê parastina Şengalê ne. Jixwe, Êzîdî ji ber zextan belavî dinyayê bûne. Ti kes nikare bibêje, ev hêzên ji derve ne, nikare wisa binirxîne. Ne tenê Êzîdî, her wiha her Kurd û her kesê dibêje, ez mirov im, xwedî maf e ku Êzîdxanê biparêze.

Iraqê û PDK’ê bêyî Êzîdiyan, li dijî hebûn û azadiya Êzîdiyan peymanek girêda. Hem jî ev ew hêz in ku Êzîdî ji insafa DAIŞ’ê hiştibûn û reviyabûn. Ti rewabûna peymana wan girêdayî tineye. 3’ê Tebaxa 2014’an wan mafê girêdana peymaneke wisa ya têkildarî Şengalê winda kir. Bêguman Şengal hîna jî beşek ji Iraqê ye. Ne Êzîdî, ne jî yên din li dijî vê dernakevin. Lê piştî 3’ê Tebaxa 2014’an xweseriya Êzîdxanê ya di nava Iraqê de, bi her cureyî rewa bû. Ji vî aliyî ve xweseriya Şengalê rewa ye. Ji ber vê, ti kes nikare rêveberiya xweser û hêzên parastinê wekî hêzên ne rewa pênase bike. PDK jî nikare wisa pênase bike. Dijberî vê, zext û ferzên PDK’ê ne rewa ne.

Ji bilî zordaran, ti kes nikare xweseriya Şengalê red bike û ji bo têkbirina wê gav bavêje. Ger Iraq hewl bide êrişî Şengalê bike, dê wekî DAIŞ’ê zordariyê bike. Gava ku Iraq êrişî Şengalê bike, wê Iraq xilas bibe. Hingê wê îlan bike dewleteke zalim û bê edalet e. Serokwezîrên berê, malavahiya wan hêzan kiribû yên ku Şengal rizgar kiribûn û Êzîdî ji qirkirinê xilas kiribûn. Rêveberiya niha jî tenê dikare spasiya Şengalê bike. Iraq deyndarê Şengalê ye ku xweseriyê nas bike. Divê vî deynê xwe bide. Serî li ber gef û şantajên Tirkiyê netewîne. Divê bibêje, ez xweseriya welatiyên xwe nas dikim, ev yek we elaqeder nake. Divê demildest xweseriya Êzîdiyan ji dinyayê re ragihîne. Tişta herî rast ya Iraq bike, ev e.

Tenê du hêz hene dikarin derbarê Şengalê de biaxivin. Ya yekê gelê Êzîdî bi xwe ye. Ya duyem jî rêveberiya Iraqê ye. Lihevkirin û peymana ku ev herdu hêz çêkin, divê bi rêzdarî were pêşwazîkirin.

Em bawer dikin dê aqlê selîm serwer bibe, li Şengalê dê Bexda û rêveberiya xweser li hev bikin, statuya Şengalê wê bigihînin çarçoveyek qanûnî.

Bi hêviya Êzîdî hemû, gelê Kurd, Iraq û hêzên demokrastiyê, saziyên navneteweyî hemû ji bo xweseriya Şengalê kar bikin; ji vê ezmûna mirovahiyê bi rûyekî pak, serketî derkevin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 11’Ê NÎSANA 2021’AN

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gerîla – Ez ber bi serkeftinê ve dimeşim

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
FLAŞ – Ji Gerîllayên YJA STAR’ê çalakî: Li Heftanînê leşkerekî Tirk ê dagirker hate kuştin

Ji Pênûsa Gerîla - Ez ber bi serkeftinê ve dimeşim

TAYBET – Ji girtiya PAJK’î Leyla Uyanik de ji bo Rêberê Gelan helbestek

TAYBET - Ji girtiya PAJK'î Leyla Uyanik de ji bo Rêberê Gelan helbestek

Manşet

  • Ji Aliyê TCŞ û YJK-E Ve Li Frankfurtê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Bi Hêz Ya Infostandê
  • Li Bajarê Torino Ya Îtalyayê Ji Aliyê Ciwanên Taxên Karkeran Ve Daxuyaniya Piştgiriyê Bi Rojavayê Re
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin
  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    Jinên Ciwan ên Kobanê çalakiya keziyan lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hamburgê Ji Bo Rojavayê Çalakiya Şanoyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Li Dêrikê Li Ser Sûrên Kezî Ku Sembola Berxwedana Jinên Kurd e Boyax Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Şoreşger li rojhilatê Kobanê dev ji parastinê bernadin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KCK: Xwedîderketina Li Rojava Divê Daîmî Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Silêmaniyê Zarokan Bi Hunerê Xwe Piştgirî Ji Berxwedana Rojava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdê Yekîtiya Neteweyî Ehmed Hêmin Ku Di Berxwedana Rojava De Şehîd Bû, Li Silêmaniyê Hate Bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.